Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

‘PKK parastina her çar parçeyên Kurdistanê dike’

Rojên borî, hinek berpirsên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û dewleta tirk ji bo ku dagirkeriya xwe rewa nîşan bidin, PKK hincet nîşan dan. Îdîakirin ku PKK’ê Silêmaniyê dagirkiriye û başûrê Kurdistanê necihê xebata PKK’ê ye. Li ser mijarê pêşmergeyên dêrîn ên Silêmaniyê axivîn û diyar kirin ku PKK parastina her çar parçeyên Kurdistanê dike.

Pêşmergeyê dêrîn Cemal Şemêranî  diyar kir ku gerîla berxwedanek bêhempa dike û wiha got: “Ger destê navxweyî dagirkeriyê dagirkeran neyînin li ser xaka me, wê newêrin werin li ser xaka me. Daxwazê ji desthilata başûrê Kurdistanê û hemû aliyên kurdî dikim ku li dijî vê dagirkeriyê bibin xwedî helwest. Neçin jêr banê dewleta tirk a dagirker û şerê kurd bi kurd nekin. AKP û Erdogan li dijî gelê kurd û ezmûna başûrê Kurdistanê ye.”

‘Yên dibêjin PKK dagirkere ew bi xwe dagirker in’

Cemal Şemêranî  têkildarî îdiayên ‘PKK Silêmaniyê dagirkiriye’ jî ev tişt anî ziman: “PKK’ê Silêmaniyê dagir nekiriye. Belku li Silêmaniyê parastina kurd û her çar parçeyên Kurdistanê dike. PKK şoreşger e û ger PKK nebûya niha MÎT û leşkerên tirk li nava Silêmaniyê de bûn. Her aliyek ji PKK’ê re dibêje terorîs û dagirker ew bi xwe dagirker in. Ji hemû beşê civakê dixwaz im, bi taybet ciwanan tev li nava refên gerîla bibin û li dijî dagirkeran rawestin.”

‘Tirkiye dixwaze Başûr dagir bike’

Pêşmergeyê dêrîn Samî Sebîr destnîşan kir ku êrîşa dagirkeriyê yê dewleta tirk a li ser Başûr ne nû ye û wiha got : “Dîrokek dûr û dirêj heye. Kurdistan ji ber girîng û stratejî, coxrafî û bazirganî û destdanîna li ser serwetê wê timî çavê tema li ser bû. Tirkiye bi dagirkeriyê hatiye herêmê. Heta niha jî bi heman aqiliyeta osmanî vê herêmê bi milkê xwe dibîne û dixwaze başûrê Kurdistanê dagir bike. Kurd gelê resen ê herêmê ye. Ji berî hezaran salan li çiyayê Zagros jiyane. Niha jî gerîla li çiyayê Zagrosê parastina xaka Kurdistanê dike. Dewleta tirk a dagirker bi taybet AKP ku di bingehe de Îxwan Musilmîn e, niha destdirêjiya Lîbya, Sûriye, Kurdistan û Qubisê dike. Tirkiye ev xîret ji nakokiya û dubendiya navxweyî ya kurdan girtiye ku ji hêzek kurd re bêje dagirker.”

‘Divê aliyên Kurd hevdu qebûl bikin’

Her wiha Samî Sebîr bal kişand li ser xiyaneta heyî û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Xiyanet û nakokiya li nava gelê kurd de weke mîrasekê yan jî nexweşiyek demdirêj ji kevin ve heta îro maye. Timî vê xetê sûd daye dijmin. Lewma pêwîstiya me bi stratejiyek neteweyî heye. Pêwîstiya me bi yekitiya neteweyî heye. Divê hemû aliyên kurd bigihîn lihevkirinê û hevdu qebûl bikin. Divê waneyê ji dîrokê bigirin.” SILÊMANÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar