Dûran Kalkan tevlî bernameyeke taybet a di televîzyona Medya Haberê bû Mahsûm Korkmaz (Egîd) û Mazlûm Dogan di serî de hemû şehîdên Newrozê û şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bi bîr anî.
Kalkan diyar kir wê îsal Newroz bibe lûtke û got “Bila Newroz bibe destpêka pêvajoyeke nû, hilweşandina faşîzmê, demokratîkbûna azadiya kurdan û Tirkiyeyê.”
Kalkan bal kişand ser guherîna Newrozê ya di têkoşîna 50 salan de û got “Kurdistan bi saya têkoşîna Apoyî ya 50 salî hate vê astê. Yanî her roj veguherand Newrozê, her der kir qada Newrozê. Rastiya gel a ku bûye Newroz derket holê. Ew bi rastî pêşveçûnek mezin e. Em bala xwe bidinê, bi Rêber Apo, PKK, têkoşîna azadiya jinan û bi têkoşîna azadiyê Newroz çiqasî xweş û watedar bûye. Çi coş û heyecaneke mezin derket holê. Mirovahî çawa çêbû, têkiliyên nû çawa hatin afirandin. Gelekî zelal e. Ev hemû wê di Newrozê de derkevin asta herî jor. Em bi temamî ji vê bawer dikin. Ev pêncî saliya meşa Rêber Apo ye. PKK partiya Newrozê ye, helwesta Rêbertiyê helwesta Newrozê ye. Rêber APO rêbertiyeke NEwrozê ye.”
Dûran Kalkan di bernameyê de ev tişt got:
Pêşketinên cara yekê bi Rêbertî pêş ket
“Di serî de berxwedana dîrokî ya Îmraliyê û Rêber Apo bi rêzdarî silav dikim. Newroza wî pîroz dikim. Ez di wê baweriyê de me ku vê Newroza Rêber Apo wê bibe Newroza ku li gelek cihan hatiye gotin wê pêvajoya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bide destpêkirin. Di heman demê de ev Newroz dibe salvegera pêncîyemîn a ku helwesta Rêbertî, meşa azadiyê ya dîrokî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin. Dibe salvegera 50’emîn a ku PKK’ê hatiye danîn. Yanî pêncî saliya Newrozê ye. Li Kurdistanê yekem car meşa Rêbertiyê ya bênavber pêk tê. Nîv sedsal diqede. Helbet ev cara yekem e. Bi rastî jî di cîhanê de û di dîrokê de mînakên wisa kêm hene. Li Kurdistanê qet çênebû. Danheviyeke wiha qet pêk nehatiye. Cara ewil ev yek bi Rêber Apo re pêk tê. Danheviyeke mezin çêbû, zayînek nû, civakek nû derket holê. Ev tişt hemû dikevin sala pêncîyemîn a sala Rêbertî. Em dikarin bibêjin ku sala Rêbertî ya 50’emîn dest pê dike. Em dikevin sala pêncîyemîn a duyemîn a meşa azadiyê ya Rêber Apo. Sala nû ya ku bi vê Newrozê dest pê dike tê wateya wê. Em di wê baweriyê de ne ku sala 51’emîn wê têkoşîna 50 salî bilindtir bike, wê ber bi serkeftinên mayînde ve bibe. Wê pêvajoya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bide destpêkirin. Wê li ser esasê çareseriya pirsgirêka kurd demokratîkbûna Tirkiye û Rojhilata Navîn pêş bixe. Baweriya me, hêviya me ev e. Li ser vê bingehê em vê 50 saliya meşa Rêbertiyê, pêncî saliya helwesta Rêbertiyê pîroz dikin. Em sala 51’emîn a têkoşîna mezin jî silav dikin. Helbet ev yek erk û berpirsyariyên mezintir li ser me ferz dike. Rêber Apo di bin şert û mercên ewqas dijwar de ye û di bin zexteke wisa de ye ku nîvê van 50 salan de, li dijî pergala îşkence û qirkirinê ya Îmraliyê têkoşiyaye. Divê em vê tu carî ji bîr nekin. Ji ber ku 50 sal in di bin êrîşên bi vî rengî yên faşîst, mêtinger, qirker û komploger de meşa azadiyê ya bênavber meşand, helbet em tevger, şagirtên Rêbertî û weke gelên ku bi têkoşîna Rêbertiyê hatine afirandin, erk û peywirên mezin dikevin ser milê me. Derket holê ku em dikarin gelek tiştan bikin. Bi munasebeta vê salvegerê divê em rastiya Rêbertiyê kûrtir têbigihin û bi hêztir û bi serkeftî bi pêk bînin.
Têkoşînek pir alî û bê navber divê
Li ser vê bingehê pêwîst e gelên Tirkiyeyê, gelên Rojhilata Navîn û tevahî mirovahî, di serî de civak, jin û ciwanên kurd li ser esasê xeta Rêbertiyê bên ronîkirin û perwerdekirin. Divê em Rêbertî bigihînin hemû bindest û gelên bindest. Jixwe Rêbertî bandorkirinên hewce dike. Ji aliyê din ve jî di vê çarçoveyê de têkoşînek heye. Di vê pêvajoyê de li gelek cihan gelek hewldan û têkoşîn hene. Mînak gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdeyî 2 milyon û nîv îmze kom kirin. Li Bakur jî têkoşînek derketiye pêş. Parêzer her tim şerê hiqûqî dikin. Li vir Wezareta Edaletê hişyar kirin, nameyeke aşkere weşandin; bi CPT, DMME, Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê re têdikoşin. Ev tişt didomin.
Parlamentoya Ewropayê jî konferansa kurdan li dar xist. Ji wir jî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, ji bo bidawîkirina îşkence û tecrîda Îmraliyê bang hate kirin. Ew girîng bû. Di pêvajoyên berê de li qadên derve jî têkoşîn hebû. Ji Kenyayê heta Afrîkaya başûr, ji Amerîkayê heta Ewropayê li her qadê têkoşînek heye. Têkoşîna misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo. Li dijî pergala îşkence, qirkirin û tecrîdê û ji bo parastina azadî, demokrasî û mirovayetiyê têkoşînek heye û ev belav dibe. Û divê em vê têkoşînê hîn zêdetir xurt bikin. Di vê salvegerê û destpêkirina sala 51. a Rêbertiyê de em ê vê bibêjin: Divê em her cure têkoşînê bi rêxistinkirî û plansaztir geştir bikin. Divê em bi çavê biçûk li meseleyê nenihêrin. Divê em nebêjin bandora vî tiştî tune an jî heye, divê cihêkarî neyê kirin. Lê divê her dem têkoşînek hebe. Ji ber ku ev feraset û siyaseta faşîst, mêtinger, qirker encax bi têkoşînê dikare were şikandin. Sîstema îşkence û tecrîdê ya Îmraliyê encax bi têkoşînê dikare were hilweşandin. Azadiya fizîkî ya Rêber Apo wê bi têkoşîna piralî were misogerkirin. Em vê yekê pir zelal dibînin, em baş dizanin. Em ê di sala 51’emîn de têkoşînê geştir bikin.
Adar meha lehengiyê ye
Adar bi rastî meha lehengiya kurdan e. 8’ê Adarê meha Newrozê di heman demê de meha lehengiya jinan e. Di vê mehê de berxwedanên mezin pêş ketine. Di heman demê de meha lehengiya şoreşgeriya Tirkiyeyê ye. Berxwedana Kizildereyê heye, 30’ê adarê heye. Beriya her tiştî dîtina wan û silavkirina van berxwedanan pêwîst e. Aliyê din ê rewşê jî qetlîam in. Komkujiya Qamîşlo, Komkujiya Gazî, Komkujiya Helebce. Pêvajoyeke wisa ye ku di zivistana 2015-16’an de li bajarên bakurê Kurdistanê komkujî pêk hatin. Em van jî dibînin. Li ser vê bingehê beriya her tiştî ez berxwedanê silav dikim û şehîdên komkujiyan bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim.
Komkujiya Qamişlo girîng e. Asta Serhildanê derdixe pêş her tim. Belê, serhildan jî heye, lê ev serhildan ji bo protestokirina êrîşên qetlîamker ên rejîma BAAS’ê pêk hat. Destpêkê komkujiye. Ji ber vê yekê divê em şaş nemînin. Divê were dîtin ku rejîma Baas jî komkujî kiriye. Pêşengiya destpêkê ne di serhildanê de, di komkujiyê de ye. Di nêzîkatiya mêtinger a nîjadperest, şovenîst, asîmîlasyonîst a rejîma BAAS’ê de ye. Ev di bingeh de êrîşa ku wan di maçeke futbolê de da destpêkirin bû. Êrîş pêk hatine, komkujî pêk hatine. Li hemberî vê yekê gelê Qamişlo bertekên tund nîşan dan û li hemberî vê yekê berxwedaneke leheng nîşan dan. Helbet em vê serhildanê û vê helwestê silav dikin, lê divê em vê qetlîamê bibînin û rastiya wê ji bîr nekin.
‘Komkujiya Helepce bi hevkariya DYA, PDK, Ewropa û tirkan de pêk hat’
Komkujiya Helebceyê qirkirinek e. Ji bo Helebceyê gotina tenê komkujî ne rast e. Qirkirineke komî ye. Jixwe gelek hêzên hiqûqî ev weke qirkirin qebûl kirine û hîn jî qebûl dikin. Qirkirina bi bikaranîna çekên kîmyewî. Ev rastiyeke îsbatkirî ye. Em bêjin çawa ku rejîma Seddam 35 sal berê li Helebceyê bi çekên kîmyewî êrîşî gelê kurd, welatparêz û şoreşgeran kir, mîna par û îro jî li xeta sînorê bakur, başûrê Kurdistanê li Zap, Avaşîn, Metîna li dijî kurdên welatparêz û PKK’ê vê carê dîktatoriya faşîst Erdogan û Devlet Bahçelî, çekên kîmyewî, bombeyên nukleer ên taktîkî û bombeyên fosforê ên qedexekirî tên bikaranîn û her cure êrîş pêk tînin.
Û berî vê pêvajoyê jî heye. Tê gotin ku li Dêrsimê jî gaz hatine bikaranîn. Qirkirina Dêrsimê jî bi gazên xeniqandinê pêk hat. Êrîşên mêtinger û qirker li her derê hevpar in. Heger hûn bala xwe bidinê, yên ku li hemberî kurdan qirkirinê pêk anîne, her cure êrîşên dijmirovahî, çekên kîmyewî jî li dijî kurdan bikar anîn. Em dizanin ku wan ev çek ji ku derê anîne. Em helwesta her kesî li dijî van komkujiyan jî dizanin. Ji ber vê yekê ez di 35 saliya wê de careke din şehîdên qirkirinê ya Helebceyê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim.
Komkujiya Helebceyê bi têkoşîna li başûrê Kurdistanê û şerê Îran-Iraqê ve girêdayî bû. Lê ne tenê girêdayî vê bû. komkujiya Helebçeyê bû sedem ku pêvajoya şerê Îran û Iraq bê seknandin. Ev êrîşeke plankirî ya DYA, PDK, Komara tirk, dewletên Ewropa bi hev re di bihar û havîna 1988’an de li dijî PKK’ê, ji aliyê leşkerî, siyasî û hiqûqî ve, ji başûrê Kurdistanê heta bakurê Kurdistanê û heta Ewropayê, ew bû parçeyek û destpêka êrîşê. Qirkirina Helebceyê bi destpêka yekemîn êrîşa qirkirinê ya plankirî ya navneteweyî ya li dijî PKKê ve girêdayî ye. Amadekirina zemînê wê bû. Çima ez vê diyar dikim? Ji ber piştre şerê 92’an li Başûr pêk hat. Piştre komploya navneteweyî hat. Pêvajoya ku em jê re dibêjin komploya navneteweyî bi rastî jî ji vir dest pê kir. Gav bi gav amade kirin. Bi komploya 9’ê Cotmeha 98’an û 15’ê Sibata 99’an heta îro hat. Helebce destpêka vê ye. Berxwedanên kurdan ewqas bi hev ve girêdayî ne. Êrîşên qirkirinê yên li ser Kurdistanê û gelê kurd bi heman rengî bi hev ve girêdayî ne. Nizanim Tirkiye dike, Iraq dike, Elî dike, Velî dike. Mesele ne ev e. Nav diguherin, herêm jî diguhere, lê armanc jî hevpar e, yên hatine qetilkirin jî hevpar in. Divê em vê bibînin. Li ser vê bingehê divê em van komkujiyan binirxînin. 35 sal in têkoşîneke mezin a tolhildanê heye. Tevahiya berxwedana gerîla ya ji aliyê PKK’ê ve hat meşandin di rastî de tolhildana qirkirina Helebceyê ye. Em ê vê heta serkeftinê bidomînin.
Bi berxwedanê wê faşizm can bide
Rastiya darbeya 12’ê Adara 1971’an heye. Ya rastî darbeya 12’ê Îlonê li wir hat amadekirin. Dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê ya niha bû lûtkeya vê pêvajoyê. Em dikarin ji vê re bibêjin pêvajoya dîktatoriya leşkerî ya faşîst. Dibêjin Komara Duyemîn jî. Lûtkeya wê faşîzma AKP-MHP’ê ya îro ye. Bi darbeya leşkerî ya faşîst a 12’ê Îlona 1980’an ev pêvajo bi awayekî rêxistinkirî dest pê kir. Cûntaya Kenan Evren e. Ya ku ew amade kir jî derbeya 12’ê Adara 1971’ê bû.
Ev derbe girîng bû. Darbeyek bû ku ji bo tevgera şoreşa demokratîk a ku li Tirkiyeyê pêşketibû bifetisîne, têkoşîna rizgarî û azadiyê ya gelan bifetisîne, pêşî li demokratîkbûna Komarê bigire û komarê veguhere dîktatoriya leşkerî ya faşîst a olîgarşîk. Pêvajoya piştî wê ev yek bi awayek zelal hate dîtin. Bi êrîşan şoreşger bi awayekî hovane qetil kirin, înfaz kirin, îşkence li wan kirin. Ji behra reş heta Nurhaqan li gelek deveran ew qetilkirin.
Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan, ji bo bi tevahî pêvajoya ku bi darbeya leşkerî ya faşîst hatiye destpêkirin, li dijî her cure bertekan têbikoşe û armancên şoreşa demokratîk ên şoreşgerên 1971’an pêk bîne, hate avakirin. Armanca avakirinê ev bû. Armanca ragihandina wê ya 12’ê Adarê jî wiha ye. Divê em vê baş fêm bikin. Ji ber vê yekê ruhê Kizildereyê, ruhê 6’ê Gulanê û ruhê 18’ê Gulanê di HBDH’ê de dijîn. Bi wî ruhî ev Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya mezin hate destpêkirin. Bi rastî jî meşa şoreşê ya yekbûyî ya ku 50 sal berê ji aliyê şoreşgeran ve hatibû destpêkirin, bi vî rengî rêxistinkirî û plansaztir kir. Em dikarin bi vî rengî îfade bikin.
Ji ber vê yekê bêguman em berxwedana şoreşgerî ya ku li dijî rejîma faşîst a leşkerî ya 12’ê Îlonê hate pêşxistin, silav dikin. Em wî ruhî silav dikin. Em wan berxwedêran bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînin. Rê li ber me vekirin, rê nîşan dan. Em berxwedana ku ji bo bîranîna wan û têkbirina darbeya 12’ê Îlonê û hemû dîktatoriyên leşkerî yên faşîst, qirker û qetlîamker ên piştî wê hatin pêşxistin, silav dikin. Helbet di vî warî de derketineke pîroz e.
7 sal li ser avabûna HBDH’ê re derbas bû. Kete sala xwe ya heştemîn. Ez salvegera HBDH’ê ya heftemîn pîroz dikim. Ez sala we ya heştan silav dikim. Di van 7 salên dawî de li dijî faşîzma AKP-MHP’ê têkoşîna herî bi bandor, berfireh û encamgir Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan da. Pêşengiya berxwedana li dijî faşîzmê kir. Bi qehremanî ev yek kir. Kes nikare vê înkar bike. Ji Rojava heta behra reş, ji Herêmên Parastinê yên Medyayê heta Stenbolê her herêm veguherandiye qada berxwedanê. Milîsên HBDH’ê û gerîlayên li çiyê bi rastî derbeyên giran li faşîzma AKP-MHP’ê xistin. Zemîna wan hejand û ew ber bi hilweşandinê ve birin. Bi vî awayî, ew ket sala xwe ya heştan bi hêztir û bi bandortir. Em dikarin vê bi zelalî bibêjin. Di sala heştemîn de ew ê vê têkoşîna pêşeng di her alî de xurtir bimeşîne. Ji bo vê hêza wê heye û amadekariyên wê jî hene. Wê hewl bide encamên têkoşîneke bi vî rengî bi hilbijartinan veguherîne siyasetê. Ji bo bidestxistina encamên siyasî jî dê hewl bide. Mirov dikare vê bi rehetî bîne ziman.
Deriyê tevgera şoreşa yekgirtî vekiriye
Tecrubeyeke pir girîng e. Ev tişta ku pêk hat, kesî bawer nedikir ku wê têkilî û tifaqeke wisa pêk were. Ev gelekî girîng e. Dibe ku qelsî û kêmasî hebe. Em van tiştan dinirxînin. Em bi rexne û xwerexneyê derbas dikin. Em PKK bi xwerexneyî nêzî her cure qelsî û kêmasiyan dibin. Heval û hogirên me jî heman nêzikatiyê nîşan didin. Dibe ku hinek pirsgirêk hene. Em nîqaş dikin, em wan çareser dikin. Lê ya bingehîn ew e ku em bi têkoşîna cewherî re, bi şoreşê bawer bin, azad, wekhev bijîn, ev tişt hêza çareseriyê dide me. Li cem me hevrêtiyeke wisa ava bû. Me hev baştir nas kir. Gelek hêz derveyî nav tevgera şoreşa yekgirtî man, me bang kir û em li benda wan jî bûn. Hê jî dikarin werin tevlê bibin. Em dîsa bang dikin. Ji ber vê yekê deriyê me ji her kesî re vekirî ye. Hat îspatkirin ku ev ne tiştekî wisa hêsan, qels û li ser berjewendiyan hatina avakirin. Di têkoşîneke mezin a 7 salan de her kesî ev yek dît. Ji ber vê yekê yekîtiya li vir, avakirina hêzeke mezin a şoreşger, ji bo serkeftinê baş û pêwîst e. Ew me ber bi serkeftinê ve dibe û armancên me pêk tîne. Ji ber vê yekê, em li benda tevlêbûnên nû ne. Em bi her kesî re ji nîqaşê re vekirî ne. Di sala 8’an de jî em hemû rêxistinên HBDH’ê em diyar dikin ku em ê têkoşîna şoreşa yekbûyî li her qadê bi bandortir û xurtir pêş bixin. Em heta dawiyê li ser vê biryarê ne. Bi vê biryardariyê em Newroza hemû dostên xwe pîroz dikin. Ez diyar dikim ku em ê bi hemû hêza xwe têbikoşin û bi têkoşîna ku wê di 1’ê Gulanê de pêş bikeve em ê sala heştemîn bikin sala serkeftina berxwedana şoreşa demokratîk a antîfaşîst.
‘Kes li benda dewleta faşist nemîne û qedera xwe bigre destê xwe’
Berî niha bi dayîkeke welatparêz digot, heke wisa bidome wê kevir li serê me bibare. Bi rastî jî ger rêveberiya Tayyîp Erdogan û Devlet Bahçelî zû neyên hilweşandin, dibe ku kevir bi ser Tirkiye û Kurdistanê de bibarin. Hatiye rewşeke wiha. Êdî ne mimkûn e ku mirov tiştên ku diqewimin bi tiştên xwezayî re rave bike û wan wekî karesatên xwezayî bibîne. Tişta diqewime xwezayî ye, tişta ku hatiye avakirin jî karesat e. Bajarvaniya ku AKP’ê di 21 salan de li ser esasê rantê kiriye, rê li ber vî tiştî vekiriye. Derket holê ku ev talaneke çawa ye û ji bo mirovan karesatên çawa ava kiriye. Derket holê ku bajarvanî çi ye. Erd diheje qiyamet radibe, baran dibare dibe lehî û dîsa dibe qir û qiyamet. Dîktatoriya faşîst a AKP û MHP’ê ev tişt afirandiye. Ev avakarê karesatê ye. Nexwe rizgariya vê karesatê tê wateya rizgariya ji vê dîktatoriyê. Ev tişt bi zelalî derket holê. Ya duduyan, derket holê ku ev bajarîbûn, bajarîbûna bi rantê, îstîsmar û talankirinê, bi rastî jî karesateke mezin e. Pêwîst e li ser vê rastiyê were sekinandin. Rêber Apo di parêznameyên xwe de li ser vî tiştî sekinî. Diyar kir ku ev bajarîbûn karesat û penceşêr e. Gelek sal berê nivîsand û got ku ev ne bajarîbûn e, zextê li ser xwezayê dike, mirov bi karesatan re rû bi rû dibîne, niha jî em van tiştan dijîn. Ev tişt Rêber Apo diyar kiriye, gişt rast derketin. Lê encamek nehate derxistin, divê em ji vî tiştî encamekê derxînin. Bi kêmanî divê kesên li ser xeta Rêber Apo, welatparêz, şoreşger, demokrat vê rastiyê bibînin. Divê em li dijî bajar û bajarvaniya wisa derkevin. Mirov tên xapandin lê rastî li holê ye, rê li ber her cure karesatê veke. A rast jiyan bi xwe jî ne wisa afirîner e.
Divê ev bajarîbûn jî têkeve ber lêpirsînan. Ez nabêjim bila bajar tunebe, lê bajarên bi vî rengî nabe, jiyaneke bi vî rengî nabe. Ji ber vê yekê em berpirsiyariya jiyana xwe bigirin ser xwe. Em nebêjin bila her tiştê jiyana me dewlet û desthilatdariya faşîst diyar bike. Ji wan re hate hiştin. Wan ev tişt afirandin. Wê demê divê pêşî lê were girtin. Divê tecrube were stendin. Mirov vî tiştî bi êş û xemgînî dibêje. Bi rastî jî erdhejê rewşeke wisa giran derxist holê. Niha jî lehî rabû, êşê li ser êşê zêde dike. Em bi êşa gelê xwe yê mexdûrên erdhej û lehiyê re ne. Tevgera me berê jî bangî gelê me kiribû, niha jî em ji bo hevgirtin û alîkariya erdhejzedeyan bang dikin. Divê berê tevdîrên lezgîn were stendin lê dibê sedema vê rewşê jî bi kûrahî were nîqaşkirin û tevdîr werin stendin. Em nîqaşeke wisa bidin destpêkirin, bila her kes ji vî tiştî re vekirî be, em nekevin nav rewşeke ku ji êşan gazinan dike û ji dewletê tiştekî dixwazin. Em jiyana xwe rast ava bikin, qedera xwe têxin destê xwe, em qedera xwe ji hêzên faşîst, mêtinger û talanker re nehêlin. Ev rastî derket holê. Li ser vî esasî em careke din bibêjin bila derbasbûyî be û em bi êşa gelê xwe re ne.