Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Pazartesi - 30 Eylül 2024

‘PKK pêşengê tevgera siyasî ya li dijî dagirkeriyê ye’

Çavdêrê Siyasî Piştevan Heme Salih diyar kir ku PKK pêşengiya tevgera siyasî ya li dijî dagirkeriya dike û got ku nabe hebûna PKK’ê ya li çiyayên Kurdistanê weke dagirkerî were pênasekirin

Navenda Nûçeyan |

Çavdêrê siyasî Piştevan Heme Salih têkildarî êrîşên dewleta tirk ên li ser xaka başûrê Kurdistanê û hewldanên dewleta tirk ên ji bo kurdan li hemberî hev bide şerkirin ji Ajansa Rojnewsê re axivî.

Salih diyar kir ku dagirkeriya dewleta tirk ên li başûrê Kurdistanê proseyek kûr û pirreng e û wiha got: “Di warê fikrî û zihnî de ji bo zemîn hatiye çêkirin ku destnîşan bikin ev êrîşa ne dagirkirina başûrê Kurdistanê ye. Ev yek jî ji aliyê medyaya kurd a serdest ve tê kirin ku karasatek mezin a neteweyî ye. Ev di demekê de ye ku ev dagirkerî bi kurahiyek zêde hatiye û gihîştiye wêrankirina jîngehê, têkdana zîhnî û hizrandina şexsê kurd. Eger rêveberiya siyasî ya li başûrê Kurdistanê bi hinceta ku bihêziya Tirkiyeyê û tirsa ji wê, balê nekêşe li ser aliyê siyasî, bila qet nebe, balê bikişîne ser karasta mirovî, dagirkerî, wêrankirina jîngeh û gundên Kurdistanê, şehîdkirina xelkê sivîl. Li hemberî van karasta bêdeng e û nagihîne raya navneteweyî.”

Li Başûr karesata mirovî

Çavdêrê Siyasî Piştevan Heme Salih diyar kir ku PKK pêşengiya tevgera siyasî ya li dijî dagirkeriya dike û hevkarîkirina dagirkeriyê û şerê navxweyî bi hinceta hebûna PKK’ê ya li ser xaka Başûr bi temamî berevajiya prensîbên neteweyî ye û wiha domand: “Li başûrê Kurdistanê karasatek mirovî diafirîne. Li şûna ku PKK’ê bi dagirker nav dikin, bila qet nebe êrîşên Tirkiyeyê û hatina leşkerên wê weke dagirker nav bike.”

Nabe PKK wek dagirker bê pênasekirin

Piştevan Heme Salih aşkera kir ku Tevgera Rizgarîxwaz a Gelê Kurd di qonaxa serxwebûn, şoreş û parastinê de ye û çiyayên Kurdistanê ji bo PKK’ê warê têkoşîna li hemberî Tirkiyeyê ye û got ku nabe hebûna PKK’ê ya li çiyayên Kurdistanê weke dagirkerî were pênasekirin.

Her wiha çavdêrê siyasî Piştevan Heme Salih destnîşan kir ku niha PDK tenê li pey berjewendiyên xwe yên aborî ne û berevajiya hemû prensîbên neteweyî û kasatên mirovî diafirîne.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar