Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

PKK: Sala 46’an a PKK’ê bikin sala azadiya fîzîkî ya Rêber Apo

Komîteya Rêveber a PKK'ê banga xurtkirin kampanya azadiyê ya ji bo Rêber Apo hatiye destpêkirin  bibin, li her kesî kir  û wiha got: " Bi sala 46'an re em van rastiyan hîn baş û bi kûrahî fêhm bikin, Paradîgmaya Azadiyê ya Apoyî hîn bi xurtî bipejirînin, hîn bi xurtî tevlî Kampanya Azadiyê ya Navneteweyî bibin û li her qadê bi rêbazên afirîner têbikoşin, kampanyayê teqez bi ser bixînin! Em sala 46'an a PKK'ê bikin sala azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka kurd!”

Komîteya Rêveber a PKK’ê bi wesîleya salvegera 45’an a damezrandina PKK’ê daxuyaniyek weşand û ev tişt parve kir: “Civaka kurd xwe bi îdeolojiya azadiyê ya Apoyî zane kir, bi rêxistin kir û dest bi şerê herî bi wate yê azadiyê yê dîrokê kir. Rêbertiya Apoyî li ser bingeha têkoşîneke bi vî rengî gerdûnî bû, Têkoşîna Azadiyê ya Kurd veguherî ronahiyekê ku rêya mirovahiya bindest ronî dike.”

Daxuyaniya Komîteya Rêveber a PKK’ê bi vî rengî ye:

“Em di salvegera 45’an a damezrandina pêşengê me yê azadiyê PKK’ê de ne. Weke tevger, gel û mirovahiya demokratîk li ser bingeha Kampanya Azadiyê ya Navneteweyî em hîn bi xurtî û bi biryardarî dest bi sala 46’an a têkoşînê dikin. Em di wê baweriyê de ne ku di sala 46’an a partiyê de di çarçoveya misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo de em ê destketiyên mezin bi dest bixin.

Li ser vê bingehê cejna partiyê, 27’ê Mijdarê Roja Damezrandinê li Rêber Apo, hevrêyan hemûyan, gelê me yê welatparêz û dostên xwe yên şoreşger-demokratîk pîroz dikin. Ji hevrê Hakî Karer heta bi şehîdên sala 45’an ku bi hevrê Leyla, Axîn, Rojhat û Erdal bûn sembol, em şehîdên xwe yên leheng hemûyan bi hurmet, hezkirin û minet bi bîr tînin. Di sala 46’an a PKK’ê de em ê li ser xeta Rêbertî û Şehîdan hîn bi xurtî şer bikin û hîn bi mezinahî bi ser bikevin.

Weke ku tê zanîn, Rêber Apo û PKK di nava berxwedaneke çalak de ranebûn û derfetên berxwedaneke bi vî rengî dewr wernegirtin. Berevajî; di dem û atmosfereke welê de rabûn ku raperînên klasîk hemû hatibûn têkbirin, dînamîkên li ser vê bingehê hatibûn eciqandin, gelê Kurd li ser bingeha qirkirina çandî li ber tunebûnê bû. Di rewşeke bi vî rengî de weke rizgariya neteweyî ya hemdem, weke tevgera demokrasî û azadiyê rabûn û bi pêş ketin. Avabûn û pêşketina xwe bi saya hewldanên afirîner ên Rêber Abdullah Ocalan, wêrekî û fedakariya mezin a gelê kurd a bi pêşengiya jin û ciwanan pêk anî. Lewma her kêliya xwe bi têkoşîneke mezin derbas bû, her saleke xwe li gorî salek berê bi berxwedan û şerekî hîn berfireh derbas bû, ji bilêvkirina çend gotinan heta bi afirandina jiyaneke azad her tiştên xwe li ser bingeha dayina şehîdan bi berdêlên mezin bi dest xist. Sala 45’an a damezrandinê ya fermî bû saleke bi vî rengî ya têkoşîn û destkeftiyan.

Her kes êdî bi vê vê rastiyê zane û qebûl dike ku gelê kurd bandora qirkirina çandî bi têkoşîna mezin a Rêber Apo û PKK’ê şikand; her tiştên bi navê hebûn û azadiyê bi saya têkoşîna Rêber Apo û PKK’ê bi dest xist. Bi têkoşîna nîv sedsalî re kurdîtiya kole ya li ber tunebûnê bû ji holê hate kirin, kurdîtiyeke azad hate afirandin ku di oxira azadiyê de her cûre berdêl da ber çavên xwe. Kurdistan êdî ne keleha paşverûtiyê bû, Kurdistan ji bo tevahiya mirovahiya bindest bû Keleha Têkoşîna Azadiyê. Civaka kurd xwe bi îdeolojiya azadiyê ya Apoyî zane kir, bi rêxistin kir û dest bi şerê herî bi wate yê azadiyê yê dîrokê kir. Rêbertiya Apoyî li ser bingeha têkoşîneke bi vî rengî gerdûnî bû, Têkoşîna Azadiyê ya Kurd veguherî ronahiyekê ku rêya mirovahiya bindest ronî dike.

Têkoşîna sala 45’an a PKK’ê ev bûyer û pêşketin hemû gihand asta herî bilind. Berxwedana gerîla ya dîrokî ku bi pêşengiya Zap, Avaşîn û Metînayê tê kirin, têkoşîna bi lehengî ya gelê me ya li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat, têkoşîna dostên me ya li her qadê derbên giran li faşîzma AKP-MHP’ê xist û ew gihand ber hilweşînê. Berxwedana şerê gel ê şoreşgerî yê topyekûn ku li dijî sîstema qirkirin, êşkence û tecrîda li Îmraliyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo destpê kir, gihîşt wê hêzê ku mohra xwe li siyaseta herêmî û navneteweyî bixe. Tevgera Azadiyê ya Jinê ya Kurdistanê ku li ser xeta Jin, Jiyan, Azadî destpê kir, bi têkoşîna xwe ya îdeolojîk û pratîkî hem li çar aliyên cîhanê bandor li jinan kir, hem jî sedsala 21’ê ji niha ve kir Sedsala Azadiya Jinê ya rasteqîn. Tevgera Ciwanên Kurd li dijî modernîteyha kapîtalîst pêşengî ji pêşketina tevgereke ciwanan a navneteweyî re kir ku xwedî li alternatîfa modernîteya demokratîk derdikeve û îradeyeke welê afirand ku paşeroja xwe bi destê xwe diafirîne.

Em vê berxwedana gerîla, gel, jin û ciwanan silav dikin ku di sala 45’an a PKK’ê de ji zindanan heta çiyê, ji çar parçeyên Kurdistanê heta çar aliyên cîhanê li her qadê li ser şopa Berxwedana Îmraliyê ya dîrokî bi rê ve çû. Em serketinê jê re dixwazin û şehîdên xwe yên leheng careke din bi rêzdarî bi bîr tînin. Em di wê baweriyê de ne ku ev Berxwedana Azadiyê ya ku li ser xeta fedaî tê kirin wê di sala 46’an de hîn xurt bibe, bi ser bikeve û li ser vê bingehê serketinê jê re dixwazin.

Em li ser bingeha kampanya ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re, Çareserî ji Pirsgirêka Kurd re’ ku 10’ê Cotmehê hate ragihandin dest bi sala 46’an a partiyê dikin. Kampanya Azadiyê ya Navneteweyî ji aliyê dostên me ve hate destpêkirin, gelê me û mirovahî jî xwedî lê derketin. Niha li her qadê û her roj çalakiyên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd têne lidarxistin. Gelê me û dostên me sala nû ya partiyê di nava van çalakiyan de pêşwazî dikin. Jin û ciwan pêşengiyê ji kampanyayeke çalakiyan a bi vî rengî re dikin ku di asta navneteweyî de tê lidarxistin. Ji her rengî, ji her zayendê, ji her neteweyê û ji her beşên civakê mirovên demokrat û azadîparêz tevlî kampanyayê dibin. Di asta navneteweyî de têkoşîneke nû ya demokrasî û azadiyê destpê kiriye. Ev têkoşîna mezin ku li dora azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û li ser bingeha pejirandina paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê bi rê ve diçe, di heman demê de nîşan dide ku ‘Tevgereke Demokrasiyê ya Navneteweyî’ destpê kiriye.

Diyar e ku sala 46’an a PKK’ê wê li ser bingeha vê kampanya azadiyê û çalakiyan derbas bibe. Ji gerîla heta bi jinan, ji ciwanan heta bi berxwedana gel, têkoşîn hemû wê di nava vê Kampanya Azadiyê ya Navneteweyî de bibin yek. Tevgera me, gelê me, dostên me wê li dijî dîktatoriya faşîst-qirker a Tayyîp Erdogan û Tifaqa Cûmhûr, li ser bingeha vê kampanyayê wê têbikoşin û bi ser bikevin. Bi têkoşîna sala 45’an re hîmên sîstema faşîst-qirker hatin hejandin û hevsengiya wê hate xerakirin. Bi têkoşîna sala 46’an re wê faşîzma AKP-MHP bê hilweşandin û ev pêvajo bê temamkirin. Li ser vê bingehê wê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka kurd bê misogerkirin. Di vê çarçoveyê de em bang li hevrêyên xwe, gelê xwe yê welatparêz û dostên xwe yên demokratîk dikin ku Kampanya Azadiyê ya Navneteweyî ya 10’ê Cotmehê destpê kir bi rengekî rast fêhm bikin, hevgirtî û xurt bin, bi şêweyên piralî û afirîner ên têkoşînê teqez bi ser bixînin.

Armanca me ya sala 46’an, biryardarî û îradeya me ya serketinê li ser vê bingehê ye. Li ser bingeha Kampanya Azadiyê ya Navneteweyî em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin, çareseriya pirsgirêka kurd pêk bînin, ku tu hêz, tu êrîşa dagirker û kujer, zilm û hîle wê nikaribe pêşî li vê yekê bigire. Gelê Kurdistanê wê tu carî destûrê nede ku mîna xelkê Xezeyê bibe qurbanê şer û berjewendiyên herêmî û navneteweyî. Li dijî lîberalîzma modernîteya kapîtalîst ku bi olperestî, neteweperestî, zayendîperestî û zanistiya pozîtîf şerê bi vî rengî diafirîne, li her qadê wê têkoşîneke xurt û bi bandor bê meşandin. Ji bo gel û bindest li ser xeta neteweya demokratîk û konfederalîzma demokratîk ku xwe dispêre xweseriya demokratîk, bêne zanekirin, birêxistinkirin û têkoşîna hevpar bê meşandin wê kar bê meşandin. Li ser vê bingehê wê xeta tifaqa stratejîk a bi têkoşînên demokrasiyê û azadiyê yên gelan û bindestan bê şopandin û sûd ji her cûre têkiliyên taktîkî bê wergirtin.

Aşkera ye ku di sala 46’an de jî rêya me vekirî ye, pêşiya me ronî ye. Diyar e ku li ku derê divê em çi, çawa bikin. Wê demê bi sala 46’an re em van rastiyan hîn baş û bi kûrahî fêhm bikin, Paradîgmaya Azadiyê ya Apoyî hîn bi xurtî bipejirînin, hîn bi xurtî tevlî Kampanya Azadiyê ya Navneteweyî bibin û li her qadê bi rêbazên afirîner têbikoşin, kampanyayê teqez bi ser bixînin! Em sala 46’an a PKK’ê bikin sala azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka kurd!

Li ser vê bingehê; em 27’ê Mijdarê Cejna Partiyê li Rêber Apo, hevrêyan hemûyan, gelê xwe û dostên xwe careke din ji dil pîroz dikin; bang li her kesî dikin ku Roja Damezrandina PKK’ê bi çalakiyên piralî û coşeke mezin, bi Kampanya Azadiyê ya Navneteweyî pîroz bikin!

Her wiha bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinê em her cûre û asta serweriya mêr şermezar dikin. Em di wê baweriyê de ne ku têkoşîna li dijî tundiya li jinê wê bê xurtkirin û Şoreşa Azadiyê ya Jinê hîn bêhtir bê xurtkirin. Li ser vê bingehê em dibêjin ku divê mêr jî tevî jinan beşdarî çalakiyan bibin û li ser bingeha Şoreşa Azadiyê ya Jinê hemû çalakiyan silav dikin, serkeftinê dixwazin!”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar