Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...
Çarşamba - 28 Ağustos 2024

Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

PKK sembola wêrekiyê ye

Gerîlayên HPG û YJA Starê têkildarî salvegera 44'an a damezirandina PKK'ê axivîn û destnîşan kirin ku PKK hem ji bo gelê kurd hem jî ji bo gelên cîhanê sembola wêrekiyê ye

Gerîlayên HPG û YJA Starê bi wesîleya salvegera sala 44’an a damezirandina PKK’ê ji Ajansa ANF’ê re axivîn û qala girîngiya PKK’ê û armanca xwe ya vê salê ya li ser bingeha serketinê vegotin.

Gerîlaya YJA Starê Jiyanda Laşer diyar kir ku 27’ê Mijdarê encama berxwedaneke mezin e û wiha got: “Di şexsê hevalên Kemal, Mazlûm û Sarayan de mirov vê berxwedana mezin dibînin. PKK mîrateya van hevalan e û îro jî ev mîrate li Avaşînê di berxwedana hevalên leheng de dewam dike. Hevala Sara û hevala Besê çawa ku ji serdemeke dîrokî re pêşengî kirin, li Avaşînê jî hevala Sarya û hevala Diyanayan li ser şopa wan dîrokeke şer afirandin. Hevalên Cûmalî, Mahîr, Çavrê li Werxelê berxwedaneke mezin kirin. Li Girê Sor hevala Zinarîn û hevalê Botan xwediyê mîrateya ruhê PKK’ê bûn. Van hevalan ruhê Apogerî careke din bi berxwedana xwe şênber kirin. Eger ruhê Apoyî hebe binketin nîne. Me di şerê xwe ev bi şênberî dît.”

PKK ziman, guh û çavên gel e

Gerîla Jiyanda di dewama axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “PKK ji bo gelê kurd û gelên cîhanê sembola wêrekiyê ye. Bi avabûna PKK’ê re gelekî bêziman bû xwedî ziman. Gelekî bêguh ku rastiya xwe nedibihîst bû xwedî guh û gelekî rastiya xwe nedidît bû xwedî çav.

Têkoşîna PKK’ê ne ji rêzê ye. Heta gihaştiye vê astê gelek şehîdên mezin da. Li her qada têkoşînê ev berdêl hatin dayîn. PKK bi têkoşîneke mezin ava bû û ev têkoşîn hem li çiyê hem jî li zindanan dewam dike. Îdîaya PKK’ê ew e ku di vê salê de xwe bigihîne lûtkeyê.”

Dem dema rizgarbûnê ye

Gerîlayê HPG’ê Herekol Amed jî bal kişand ser berxwedan û têkoşîna heyî û wiha axivî: “Têkoşîna PKK’ê di sala 44’an de dewam dike. PKK îfadeya vejîna gelê kurd e. Kurdan bi vê vejînê re êdî xwe ispat kirine, hebûna xwe danîne holê. Dem dema rizgariya gelê kurd e.”

Amed li ser xisleta tolhildanê ya PKK’ê da zanîn ku Rêbertî bi damezrandina partiyê re tola Hakî Karer hilanî û bi artêşbûna gerîla tola îşkenceya li zindanên Amedê yên li Mazlûm û Kemalan hat kirin hilanî.

Têkildarî berxwedan û têkoşîna heyî ya gerîla jî ev tişt anî ziman :” Îro jî gerîla li hemberî hêza NATO’yê ya duyemîn li qadên xwe şerekî mezin dewam dike. Ev têkoşîn wê ji gelê kurd re serketinê bîne. Li başûrê Kurdistanê bi ruhê heval Rêberan û Serhedan artêşa NATO’yê hat şikestin. Ev pir li ber çavan e, me di destpêkê de li Zendûrayê dît ku artêşa tirk binax bûye. Dijmin li ku hat şikestin li wir dest bi şerê dijî exlaqê kir û çekên kîmyewî bi kar anî.

Bila dewleta tirk jî hêzên NATO’yê hemû jî zanibin ku ev şer xilas nebûye. Wê ev şer geştir û gurtir li çar parçeyên Kurdistanê bidome. Wê encamên pir mezin bi xwe re bîne.”

PKK li her derê ye

Gerîla Zenda Amed destnîşan kir ku PKK ji roja destpêkê ve tevgereke gelekî bi bandor e û diyar kir ku di têkoşîna dijî dagirkeriyê de her tim şerekî mezin kiriye û ev nirxandin kir: “Gelê kurd û gerîlayên ku niha di çeperan de têdikoşin, xwe dispêrin têkoşîna Kemal, Heqî û Mazlûman. PKK cihê moral û coşê ye, di heman demê de cihê hêzbûyînê ye. Em salvegera partiyê destpêkê li Rêber Apo û gelê xwe û hevalan pîroz dikin.”

Li ser têkoşîna li qadên gerîla dewam dike jî gerîla Zenda wiha got: “Li dijî her cûre rêbazên şerê qirêj jî PKK li ser pêyan e û têkoşîna xwe dewam dike. Dewlet tirk nikare bi hêza me û hêza me tu caran têk neçe. PKK ne tenê li çiyê, lê li her derê ye. Têkoşîna me dê her tim dewam bike.”

Em bi hêz û moral in

Gerîlayeke din a YJA Starê Dîcle Rojava jî li ser salvegera PKK’ê  û têkoşîna heyî ya gerîlayan ev tişt vegot: “Em di destpêkê de salvegera partiyê pîroz dikin. Bi taybetî vê rojê li hevalên xwe yên di çeperan de pîroz dikin. Di rojeke wiha de hêz û moralê me di cih de ye.

Şerekî pir mezin heye. Ev di asta fedayîbûnê de dewam dike. Dijmin bila baş zanibe ku çekên di destê wan de nikare hêza gerîla têk bibe. Keda li ser me hatiye dayîn keda Rêbertî ye. Dijmin nikare vê kedê têk bibe û tê de sistahiyê çêbike. Li her derê gerîla heye, gerîla gel e, gel jî li her derê ye. Ji ber vê jî gerîla tu carî nakeve.”

Kurdistan dê ji dagirkeran re bibe goristan

Her wiha gerîla Dîcle li ser sala 44’an a PKK’ê û armancên xwe wiha pênase kir: “Îdîa û armanca me ew e ku dijmin bi çi rêbazê were bila were em ê lê bidin. Dijmin dixwaze bi hêsanî li ser axa Kurdistanê bi cih bibe lê em ê rê nedin vê yekê. Qadên ku dijmin dixwaze lê bi cih bibe em ê li dijmin bikin goristan. Em ê nehêlin ku dijmin bi hêsanî gavan biavêje, nehêlin bi hêsanî li axa Kurdistanê bimîne. Li ser vê bingehê em ê têkoşîneke xurt bi îradeyeke mezin û fedayîbûna herî rast, bi ruhê Zîlanan, bi ruhê Bêrîtanan, bi ruhê Egîdan, bi ruhê Kemalan bimeşînin, şer bikin û bi ser bikevin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar