Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

PKK: Tam bû ‘Newroza Rêbertî’

Komîteya Rêveber a PKK'ê têkildarî Newroza îsal daxuyaniyek da û wiha got:, "Ev Newroz bi maneya rastîn tam bû Newroza serfiraziyê. Tam bû 'Newroza Rêbertî'. Gelê me û dostên me aşkere danîn holê ku ew ê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo heta dawiyê têbikoşin."

Têkilî pîrozbahiya Newrozê ku hefteya bihurî bi rengekî bêhempa hate pîrozkirin û vîn, daxwaza azadiyê ya gelê Kurd careke din danî holê, Komîteya Rêveber a PKK’ê daxuyaniyeke niviskî da. Komîteya Rêveber a PKK’ê Newroza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hêzên gerîla, gelê welatparêz û dostên demokrat careke din pîroz kir û destnîşan kir ku Tevgerê û gel Newroza herî mezin, bêhempa û bimane ya dîrokê jiyane.

Komîteya Rêveber a PKK’ê di nirxandina xwe de bi berdewamî wiha got: ”Ji heft salî bigirin heta bi heftê saliyan gelê me û dostên me bêyî ku bibêjin herî û berf û baran e rabûne serhildanê û li dora Rêber Abdullah Ocalan hatin cem hev. Ji Botanê heta bi Serhedê, ji Zagrosan heta bi Dersim, Amed, Stenbol, Edene û Îzmîrê, ji Qamişlo heta bi Reqa, Kerkûk Qandîl, Hewraman û Merîwanê, ji Ewropayê heta bi Esya, Efrîka, Emerîkayê li çar parçeyên Kurdistanê û li çar hêlên cîhanê bi dehan milyon mirov herikîn kolanan û qadên Newrozan tije kirin û azadiya fizîkî ya  Rêber Apo xwestin. Pergala êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê parçe kirin, Rêber Apo gihandin bi milyonan. Em her kesê ku xwe berdane meydanan û azadiya fizîkî ya Rêber Apo xwestine slav dikin. Di têkoşîna azadî û demokrasiyê de ya ku wê di sala pêncihî ya Newrozê de ku bi Rêber Apo û PKK’ê re hatiye jiyîn, serketinê dixwazin. Pir aşkere ye ku ti tişt ji ber xwe ve nabe. Her tişt bi têkoşîna fedayî ya partiya me û hêzên gerîlayên me yên leheng dibe. Gelê me û dostên me ku bi pêşengiya jin û ciwanan, bi dehan milyon mirovên ku meydan tije kirin û azadiya fizîkî ya Rêber Apo xwestin, helwest û vîna xwe danîne holê.”

Serfiraziya sala 50 ji niha ve misoger bûye

Komîteya Rêveber a PKK’ê ev tişt anî ziman: “Bersiva hewce dane yên ku digotin, ‘Me gerîla çewisand û PKK tasfiye kir’. Êdî ne pêkan e ku pergala êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê zêdetir bidomînin. Her wiha opurtunîstên ku bi gotina, ‘gel şikestiye, nikare têkoşînê ragire’ hewl didan ku rastiya xwe veşêrin, ên bedbîn jî bersiva xwe standine. Êdî ne pêkan e weke berê derkevin pêşberî gel û propagandaya bi destekdayina îxanetê serê mirov tevlîhev bikin. Me peyama ku gelê me û dostê me di Newrozê de dayî stand û me fêhm kir. Di dema pêş de em ê peywirên xwe yên pêşengiyê bi rengekî xurtir bi cih bînin, em ê peywira perwerdekirin, rêxistin û sewqkirinê ya gelê xwe bi rengekî bêhtir serketî bi cih bînin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin, bi rengekî pir xurt dikevin ”Sala 50’î ya Rêbertî û Partiyê” û hate gotin, ”Ji aliyê din ve serfiraziya sala pêncihî ve ji niha ve hatiye misogerkirin. Ji bilî komeke xayin, bi dehan milyon mirovên ji gelê me û dostên e kuçe û meydanan tije kirin, danîne holê ku ew li azadiya fizîkî ya Rêber Apo û li jiyana azad asê bûne.”

Komîteya Rêveber a PKK’ê bi gotina,  ji niha û pê de divê mirov her rojê bike Newroz, ‘Her roj Newroz her cih berxwedan’ divê mirov têbikoşe û ev bang kir: “Çawa ku 8’ê Adarê bi Newrozê gihandin, wê Newrozê jî bi ‘Roja Lehengiyê’ re bigihînin û ji wir bi domdarî bigihin 4’ê Nîsanê, 1’ê Gulanê û Meha Şehîdan, Sala Pêncihî ya Rêbertî û Partiyê bikin sala têkoşîna herî xurt û sala herî mezin a serfiraziyê. Helbet bandora Newroza ku hatî jiyîn wê bi vê re sînordar nemîne. Pîrozbahiya 2022’an, Newroz ji Kurdistanê wêdetir çûye, kiriye Newroza yekîtî, berxwedan û cejna azadiyê ya hemû gelan. Ji ber vê jî bêguman wê tesîra xwe bi salê re sînordar nemîne, wê li dehan sal û sedsala pêşiya me berbelav bibe. Tesîreke wiha bike ku bîreweriya azadiyê û berxwedana gelê me wê bi çewisandiyên din re bibe yek û biratiyê bîne. Di serî de jin û ciwan, karker û kedkar lêzimiya vê peyamê di pratîkê de bi cih bînin. Bi vê bingehê, em ‘Roja Lehengiyê ya Netewîey’ di serî de li Rêber Apo, li hemû hevrêyan, gelê me, dostên me pîroz dikin, em bang dikin tevahiya Hefteya Lehengiyê, ruh û berxwedana Newrozê bidomînin. Em Fermandarê xwe yê Nemir û Lehengê xwe yê Neteweyî hevrê Mahsûm Korkmaz, di salvegera 36’an a şehîdbûnê de bi hurmet, hezkirin û minet bi bîr tînin. Em careke din sond dixwin ku armanca wî bibin serî û bîranîna wî bidin jiyîn.”

Ciwan divê bibin Egîdên dema niha

Têklildarî ciwanan de jî Komîteyê wiha got: “Weke ku tê zanîn roja me ya lehengiya dîrokî 21’ê Adarê û roja şehîdbûna hevrê Egîd, Lehengê me yê Neteweyî 28’ê Adarê weke ‘Hefteya Lehengiya Neteweyî’ digihije hev. Ango roja me ya berxwedanê Newroz û roja me ya serfiraziyê li heftiyekê berbelav dibe. Ev Newroz bi maneya rastî bû Newroza serfiraziyê. Tam bi rengê ‘Newroza Rêbertiyê’ hate jiyîn. Gelê me û dostê me, danîn holê ku ew ê ji bo azadiya fizikî ya Rêber Apo heta dawiyê têbikoşin. Xasma jî jin û ciwanan nîşan dan ku ew li vê armancê asê bûne. Niha jî wê ‘Roja me ya Lehengiya Neteweyî’ jî bi berxwedana dîrokî pêşwazî bikin û bi dema piştre bikin yek. Wê xwe bikin weke Egîdên dema niha û têkoşîna me ya azadiyê li ser xeta serfiraziyê geş bikin. Her wiha sala Pêncihî ya Komkujiya 30’ê Adara 1972’an e. Bi vê çarçoweyê em Şehîdên Kizildereyê, ji Rêberê Şoreşa Tirkiyê Mahîr Çayan û hevalên wî di salvegera şehîdbûna wan de bi hurmet û minet bi bîr tînin. Me bîranîna wan di pêncî salî de li nav berxwedana PKK’ê da jiyîn û niha jî bi çarçoweya berxwedana HBDH’ê didin jiyîn.  Li ser hîmê serfiraziya têkoşîna me ya şoreşa yekbûyî em armanc dikin ku armanca wan bi ser bixin.”

Hefteya Lehengıya Neteweyî diıvê dibe Newroz

PKK’ê herî dawî ev tişt ragihand: “Her wiha 1’ê Nîsanê dibe salvegera 14’an a şehadeta Endama Komîteya Jinûve Avakirinê ya PKK’ê hevrê Nûda Karker, endamê Komîteya Navendî Ferhat Dersim û hêza propagandayê ya hevrê Halîl Dag. Di şexsê hevrê Nûda, Ferhat û Halîl de ku şopdarên Mazlûm Dogan in, em hemû şehîdên xwe bi rêzdarî, hezkirin û minet bi bîr tînin, em sond dixwin ku armanca wan bibin serî û bîranîna wan bidin jiyîn. Em bang li hemû gelê xwe yê welatparêz, dostên xwe yên demokrat dikin li ser xeta Rêbertî û Şehîdan bi biryardarî û serketinî bimeşin û Roja me ya Lehengiya Neteweyî bikin Newroz.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar