Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

PKK tevgereke şoreşgerî ye – 2

PKK’ê Tevgera Kurd kir xwedî naverokeke demokratîk û sosyalîst, bi stratejiya şerê gel ê demdirêj ve girêda, kir ku li nava dinyayê bê naskirin, di serî de gelê Tirk li ser bingehê azadî û wekheviyê ji bo jiyana hevpar a bi gelên cîran re amade kir

Di vê pêvajoyê de ku li ser asta navneteweyî ji bo derxistina navê PKK’ê ji ‘lîsteyên rêxistinên terorê’ kampanya têne meşandin, me nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser pêvajoya destpêkê ya avabûna PKK’ê berhev kir. Beşa duyemîn a nirxandina Abdullah Ocalan wiha ye:

Piştî sala 1980’î dema firsenda ji nû ve rêxistiniyê û gavavêtina ber bi şerê şoreşgerî ya PKK’ê li Rojhilata Navîn çêbû, me careke din xwest vê bi tevahiya hêzên sosyalîst û demokratîk re bikin. Bi vê armancê, me gelek hevdîtin û civîn çêkirin. Me platforma Bereya Berxwedana Yekbûyî Ya Li Dijî Faşîzmê damezirand. Lê dema dor hat gavavêtinê, pirraniya van hêzan ya ku tesfiyekarên di nava me de wê paşê bikin, pêşî kirin û ketin ser rêya Ewropayê. Li wir naveroka şoreşgerî ya tevgera xwe pûç kirin. Vê meyla tesfiyekar bi xwe re gelek hêz kişandin Ewropayê û hewl da stratejiya şerê gel ê şoreşgerî ya PKK’ê tecrîd bike. Hêmanên erkdar ên PKK’ê li Ewropayê ji xwe re kirin destik û gelek zirar da.

PKK bû tevgereke enternasyonalîst û kurd li dinyayê da nasîn

Dîsa jî gelekî girîng e ku PKK’ê ev zemîn bi kar anî, ango weke partiyeke rastî ya enternasyonalîst tevgeriya. PKK’ê Tevgera Kurd kir xwedî naverokeke demokratîk û sosyalîst, bi stratejiya şerê gel ê demdirêj ve girêda, kir ku li nava dinyayê bê naskirin, di serî de gelê tirk li ser bingehê azadî û wekheviyê ji bo jiyana hevpar a bi gelên cîran re amade kir. Ev hemû encamên dilsoziya PKK’ê bi enternasyonalîzmê re ne.

PKK li dijî modernîteya kapîtalîst bû alternatîfa paradigmaya modernîteya demokratîk

PKK’ê xwe veguherand û bi vî awayî li dijî modernîteya kapîtalîst weke alternatîf paradîgma modernîteya demokratîk pêşde bir û di warê xetdanîna navbera wê û modernîteyên din de bi roleke girîng rabû. PKK li Rojhilata Navîn a piştî salên 1980’î, piştî Îsraîl û Rêxistina Rizgariya Filistînê weke sêyemîn hêza dînamîk cih girt. PKK weke hêzeke polîtîk, li Rojhilata Navîn, Ewropa û li qadên din xwedî hevgirtinên girîng e.

Ji bo tasfiyekirina min çalakiya herî berfireha a gladyo tevahiya NATO û sîstema sosyalîzma pêkhatî bi kar anî

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYE) weke serkêşê sereke yê tevgera Gladîo, ji serî ve hem di destdekdana darbeya faşîst a 12’yê Îlonê de û di tesfiyekirina tevahiya hêzên demokratîk û sosyalîst de, hem jî weke parçeyekî van tevgeran di tesfiyekirina Tevgera Kurd û PKK’ê de bi roleke çalak rabû. Destek da tevahiya operasyonên leşkeri yên piştî 1984’an hatin meşandin. Ji aliyê dîplomatîk û polîtîk ve dor teng kir, tecrîd kir. Ji bo tesfiyekirina min ango çalakiya herî berfireh a Gladiyoyê tevahiya NATO’yê û sîstema sosyalîzma pêkhatî bi kar anî. Di vê pêvajoyê de bi awayekî pir zelal derket holê û îspat bû ku di vê pêvajoya tasfiyeyê de hegemonya diyarker û bingehîn sîstema modernîteya kapîtalîst a bi pêşengiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ye.

PKK’ê tevî tasfiyeyên berbireh li ser bingehê helwestekî bi pîvan a xurt li ber modernîteya kapîtalîst rawestiya

PKK’ê tevî tasfiyeyên berfireh ên hem li derve û hem jî li hundir zanî li gorî şert û mercan tevbigere, veguherînên hewce bi hosteyî pêk bîne û li ser bingehê serketina polîtîk û helwesteke bêhtir bi pîvan bi modernîteya demokratîk a alternatîf li hemberî modernîteya kapîtalîst rawest e. Di veguherîna demokratîk û şoreşgerî ya Rojhilata Navîn de rola xwe ya li pêş a aktoriyê dewam kiriye.

Almanya serkêşî kir, PKK weke tevgereke ‘terorîst’ îlan kir; Tirkiye û PDK jî da gel xwe

Pêkanîn di çarçoveya Gladiyo de hatine kirin. Ji ber ku navenda pêkanînê Almanya bû, pêşî dewleta Almanyayê biryar da ku PKK’ê weke ‘terorîst’ îlan bike. Almanyayê, bi navenda Gladiyo ya NATO’yê, şaxên wê yên Tirkiye û hêzên ewlekariyê yên hundir ên tirk re PDK jî birin cem xwe û di çarçoveya plansaziyekê de êrîşên xwe zêde kirin. Almanya ji komara Tirkiyeyê bêhtir bi awayekî berfireh, bi plan û xasûkî bi tasfiyekirina PKK’ê re mijûl bûye.

Dilsozî û xwesteka gel a azadiyê kir ku planên tasfiyekaran a li Ewropayê pûç bibin

Lê tevî van hemûyan jî gelê kurd ê li Ewropayê bi xwestekên azadî û nasnameyê li dora tevgerê bi dilsozî civiya û vê jî têrê kir ku planên tesfiyeyê yên di ser Ewropayê re bên meşandin bi tevahî pûç bibin.

Ji bo PKK ji lepên tasfiyekaran derbixin hewcedarî bi veguherînek nû hebû

Me dixwest navê PKK’ê ji nava lepên tasfiyekaran derxin da ku weke sîlehekê bi kar neyînin. Organîzasyonên bi rengê KADEK û KONGRA GEL belkî bersiva vê hewcedariyê bidana. Ya ji vê jî girîngtir ew bû, em di nava veguherîneke cidî de bûn. Ev xwenûkirineke radîkal bû, ango di bin navekî nû de karîbû bêhtir serketî bibe. Di vê çarçoveyê de ji bo xwedîderketina bi şêwazekî herî rast li mîrateya dîrokî ya şerê şoreşgerî yê gel û PKK’ê, em weke amûrên demî li KADEK û KONGRA GEL fikirîn. Ji bo bi awayekî serketî bi rola xwe rabûna, diviyabû pêvajo bi xwe binirxanda û erkên xwe rast diyar bikirana û xwedî lê derketana.

Hewce bû pêvajoya li Îmraliyê weke fersendeke çareseriya siyasî binirxînin

Tevî ku şert bi tevahî ne alîkar bûn û PKK’ê bi tevahî berê meyla xwe dabû şer, dîsa jî ya min di cih de dît ew bû ku ez pêvajoya Îmraliyê weke firsendeke çareseriya siyasî binirxînim. Çareseriya demokratîk a muhtemel û aştiya em li bendê bûn, pêk nehatin. Sîstema hegemonîk naxwaze pirsgirêk çareser bibe. Heta pirsgirêka kurd çareser nebe, bivênevê wê welat timî bi mantiqê şerê hundir heye bi rêve bibin. Her tim wê gotinên ‘tehlûkeya derve û hundir’ û ‘yekparebûna welat a parçe nabe’ di dewreyê de bigirin û bi vî awayî rewşa şer dewam bikin.

Erkê PKK’ê ew e ku civaka kurd weke neteweya demokratîk ava bike

PKK nikare qîma xwe bi tenê bi bihurîna ji dewletparêziya netewe bîne; di heman demê de bi xweavakirina weke prototîpa hêmanên modernîteya demokratîk dikare bi rola pêşengiyê rabe. Di dema nasnameya nû ya PKK’ê de yek ji erkên wê yên sereke ew e, civaka kurd weke neteweya demokratîk ava bike.

Divê mirov bi tenê qîma xwe bi analîza kapîtalîzmê neyîne, şertê pêşî ew e, divê mirov teoriya modernîteya demokratîk û di vê teoriyê de hêmanên alternatîf ên modernîteyê zelal bike û têbikoşe.

Di dema nû de erka bingehîn a PKK’ê ji ya berê cuda ye. PKK’ê di dema komê de bi bandora îdeolojîk şer û çalakî dikir bingehê xwe û rê li ber tesîra polîtîk vedikir. Divê tevî vê di dema nû de bi nasnameya kurd a hatiye bidestxistin û bi xwesteka ji bo jiyana azad neteweya demokratîk ava bike. Herdu qonaxên pêşî ji bo avakirina neteweya demokratîk gelek nirx bi dest xist.

PKK di dema xwe ya herî polîtîk de ye

Asta polîtîk a PKK’ê li gorî berê di dema nû de têra xwe bi pêş ketiye. Ji ber ku kapasîteya polîtîk bêhtir bi ezmûn û tecrûbeyê tê bidestxistin, PKK di vî warî de li dinyayê yek ji partiyên sereke ye. Tevî ku modernîteya kapîtalîst di asta hegemonîk de dor lê girtiye û lê şidandiye jî tesfiye nabe û ev yek tecrûbeya polîtîk dide wê ango wê bi hêz dike. Polîtîkbûna civaka kurd û polîtîkbûna PKK’ê di zikhev de û bi awayekî hevdu bi hêz bikin pêk hatiye. Gelê kurd li dîroka xwe di dema xwe ya herî bi hêz a polîtîk de ye û mirov vê rastiyê ji bo PKK’ê jî bîne ziman di cih de ye. Li cem PKK’ê polîtîka hundir û derve di zikhev de pêk tên. Asta polîtîka pêk tê hem têkiliya wê bi dîrokê re hem jî têkiliya wê bi rastiya rojane û gerdûnî re hatiye danîn.

Çiqasî gotin û gavên PKK’ê hev girtin, di civakê de ewqasî hat qebûlkirin

Di bingehê polîtîka PKK’ê de biqasî hebûna îdeolojîk û sosyolojîk ango biqasî hebûna hêmanên zanistî, hêmanên exlaqî û etîk jî hene. PKK hê di dema derketina xwe ya holê de rastî eleqeyeke mezin hat. Ji ber ku di civaka kurd de valatiyeke mezin dagirtibû û bersiva pêdiviyeke mezin a heyatî dabû. Çiqasî gotin û gavên PKK’ê hevdu girtin, di civakê de jî ewqasî hat qebûlkirin.

PKK bi awayekî berbiçav û bi awayekî aktuel bi du pirsgirêkên bi qasî çiyan mezin rûbirû ye. Bêguman em behsa pirsgirêka şer û aştiyê dikin ku têkiliyeke xurt a diyalektîkî di navbera wan de heye. Neteweya demokratîk mafek e û di çareserkirina aştiyane ya pirsgirêka kurd de weke xwestek formula herî zêde nêzî çareseriyê ye û ya di asta herî jêr de ye. Lê statuya qirkirinê ya li ser kurd û Kurdistanê, xwe bi tu awayî naxweza nêzî formula çareseriya demokratîk aştiyane ya di nava yekparebûna dewleta netewe de bike. Ji ya xwe nayê xwarê û israr dike ku xwediyê hêz û mafê îmha û înkarê ye.

Dema çareserî nebe bi leşkerî, siyasî, çandî, civakî, aborî, dîplomasî û derûnî rêbazê qirkirinê dan destpêkirin

Di nava yekparebûna dewleta netewe de be jî ev helwest derfetê nade çareseriya aştiyane û demokratîk. Eger çareseriya aştiyane û demokratîk nebe, ev tê wê maneyê ku rêbazên berevajiyê vê dê bêne meşandin ango ji hemû aliyan ve; şerê qirkirinê bi rêbazên leşkerî, siyasî, civakî, çandî, ekonomîk, dîplomatîk û psîkolojîk ve bi awayekî yekpare wê bê meşandin. Jixwe ya li ser kar jî ev şerê qirkirina kurdan e. Ev şerê qirkirinê ji sedsalî zêdetir bi awayekî yekalî û bi gelek hevgirtiyan tê meşandin û armanca wî ew e, kurdan ji dîrokê bibe, koka wan biqelîne û bike civakeke ji azadiyê bêpar.

Ji bo çareseriyê ‘nexşerê ya’ pîvanê aştiyane û çareseriyê îfade dike amade kir

Li ser vî bingehî, di encama diyalogên bi dewletê re min ‘Nexşerê ya’ ji 160 rûpelan amade kir ku wê têra xwe pîvanên aştî û çareseriya hewce îfade dikirin. Divê PKK ji her alî ve li ser herdu pêvajoyan hûrûkûr bifikire. Ji van herdu pirsgirêkên bi qasî çiyan mezin, îhtîmala pêkhatina şer bêhtir xuya dike. Lewma divê mirov serê xwe li ser pirsgirêkên şer biêşîne.

Divê HPG xwe li gorî şerê mezin ê bajar û çiyayan amade bike

Piştî ezmûn û tecrûbeya sîh salan, divê pêşengtiya şer ango HPG erkdar be ku xwe bi tevahî li gorî şerekî bajar û çiyayan amade bike, bi şev û roj, hem zivistanê û hem havînê, li gund û li bajêr, li deşt û li çiyê, bi deh hezaran mirovî di heman pêlê de li her qadê ji bo şerê muhtemel e ku biqewime, bixe nava tevgerê, bimeşîne û kontrol bike. Qonaxa nû ya şer, çiqasî dijwar dibe bila bibe, bi tevahî pirsgirêkên derkevin holê divê bi biryardarî û hostetiyeke exlaqî, polîtîk û îdeolojîk ji her alî ve û di dema xwe de bersiva wan bê dayîn. Bi qasî ku mirov tevahiya şert û mercên derve û hundir binirxîne, divê mirov xwe li aliyên şer pêde biçe hemûyan di dema xwe de rabigire û bi berpirsiyariya ku wê bi kêra xwe bîne, tevbigere.

Ji niha û şûn ve yan dê her tişt bi aştî û çareseriyeke demokratîk çareser bibe, yan dê şereke dawî yê topyekûn nirxên xwe yên jiyanê çê bibe

Ji niha û pêve her tişt wê yan bi aştiyeke bi rûmet û çareseriyeke demokratîk, yan jî bi şerekî dawî yê topyekûn ve girêdayî manedar bibe û nirxa xwe ya jiyanê çêbibe. Jê wê wêdetir her tişt dê di bin piyan de biçe. Demên dîrokî, bi biryar û çalakiyên dîrokî derbas dibin. Jê pêve li ber bayê xeyal û derewan diçe.

Pêvajoya pêşiya me bi qasî şoreşa rûs û fransiyan xwedî girîng e

Tevahiya şert û mercan bûyerên muhtemel ên pêvajoya li pêşiya me bi qasî şoreşên mezin ên rûs û fransî yên di dîrokê de qewimîn girîng dikin. Çi bi şer pêk bê, çi jî bi aştiyê pêk bê, gelê kurd ne bi tenê ji bo xwe çareseriya pirsgirêka neteweyî demokratîk pêk tîne, gavekê diavêje ji bo tevahiya herêma Rojhilata Navîn û mirovatiyê maneyeke xwe ya mezin heye.

*Ji pirtûka Abdullah Ocalan a 5’an ‘Parastina Kurdên di nav Pencê Qirkirina Çandî de: Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Netewaya Demokratîk’ hatiye berhevkirin.

PKK tevgereke şoreşgerî ye – 1

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar