Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

PKK û îdeolojiya dewletdariya netewe

UKOCU û APOCÎ bibûn navên me yên pêşî. Ji ber ku nav li me dihatin kirin em pê kêfxweş û serbilind dibûn. Çawa ku nav li zarokekî tê kirin. Lê me bi xwe ev nav li xwe nekiribûn. Bi tenê dema em kom bûn me karîbû em ji xwe re bibêjin Şoreşgerên Kurdistanê. Piştî komê bi pênc salan me diwêrîbû navê rastî li xwe bikin. Rêwîtiya gelekî bi heyecan û mîna ya dînan li Enqerê di Newroza sala 1973’an de li keviyên Bendava Çûbûkê dest pê kir di 27’ê Mijdara 1978’an de li gundê Fîsê yê Amedê bi navê PKK’ê bi encam bû û bi vî awayî me xwe weke kesên namûsa xwe rizgarkirî dihesiband. Ma ji vê mezintir hedef hebû? Ma ne rêxistina modern a çîna moder hatibû avakirin.

Di pêvajoya derketina holê ya PKK’ê de rewşa wê ya îdeolojîk a ne zelal û şîlo, bi giştî ji ber rewşa sosyalîzma zanistî, kêmasî û şaşiyên wê yên me diyarkirî bû. Îdeolojiya dewletdar a netewe tevî îdeolojiya civakparêz a demokratîk di zikhev de tevlîhev û biserhevkirî li cem hev bûn. Bi tevahî partiyên kominîst û karker ên mînak hatibûn girtin ji şaşî û kêmasiyên sosyalîzma pêkhatî para xwe girtibûn. Di qonaxa damezrandinê de em ne xwediyê wê hêz û qabîliyetê bûn, îdeolojiya dewletdar û îdeolojiya civakparêz ji hev bikin. Herçî mînakeke me jê ders bigirta jî tunebû, herwisa em xwediyê kapasîteyeke teorîk û daneheveke zanînê nebûn ku pê karibin ezmûna dîrokî rast şîrove bikin. Li gorî teoriya biserhevkirî ya rizgariya neteweyî di pratîkê de girêdayî têgîna ‘Kurdistana Mêtingeh’ tiştên bihata kirin diyar bûn. Li gorî şerê rizgariya neteweyî yê demdirêj armanc dewleteke neteweyî bû. Li Efrîkayê hema bêje her roj şerên rizgariya neteweyî yên dubare dibûn bi îlankirina dewleteke serbixwe bi encam dibûn. Van mînakan di çareseriya pirsgirêka neteweyî ya Kurd de bêyî ku pêdivî bi teorî yan jî pratîkeke din hebe, riya tevgera Kurd biketiyayê raber dikir. Bêyî ku me serê xwe li ser teoriyên giştî yên rizgariyê biêşanda, qîma me dihat ku em bi tenê pratîkên rizgariyên neteweyî lêbikolin. Wekî din, bi îcazeta me ji hosteyên mezin Lenîn û Stalîn digirt bi tevahî qûtê teorîk û qalibên pratîk ên pêdiviya me bi wan hebû pêşkêş dikirin. Lewma ya li ser milê me dima ew bû, em bi lez çarçoveya îdeolojîk a kombûnê temam bikin û wê bikin malê girseyê. Me jî ev kir.

‘Me ezmûneke serkeftî di rewşa berbiçav a Kurdistanê de pêşde dibir’

Eger mirov dema 1973-1976’an weke dema koma teng diyar bike, mirov dikare salên navbera 1976-1978’an jî weke salên girsebûnê bi nav bike. Em bi awayekî serketî ji herdu deman bihurîne. Pirsgirêk ew bû ku wê piştre çi û çawa bihata kirin. Piştî koma ciwanan û belavbûna li nava girseyan, gelo wê gava partîbûnê bihata avêtin an jî wê rêxistina çalakiyên eskerî bihata sazkirin. Bi bersivadana vê pirsê, wê pêvajoya piştî van qonaxan diyar bibûya. Me bi partîbûnê hewl da bersiv bidin vê pirsa teknîkî xuya dikir. Ma ne Şoreşa Wiyetnamê di vê mijarê de mînakeke têra xwe xweş pêşkêş dikir. Jixwe çalakî jî pêk dihatin. Li cem Çepgirên Tirkiyeyê ezmûnên mîna rêxistiniyên bere û artêşê hebûn. Bi awayekî çalakî bi yekîtiyên rizgariya neteweyî jî dikarîbûn pêk bihatana. Li gorî ruh û giyanê demê jî bûyerên bi vî rengî di cih de bûn. Me ezmûneke serkeftî di rewşa berbiçav a Kurdistanê de pêşde dibir. Ji bereya dij-şoreşê, me dengê lingên darbeya eskerî ya 12’ê Îlonê dibihîstin. Komkujiyên li Mereş, Çorum, Bahçelîevler û kuştina gelek ciwanên şoreşger û rewşenbîran nîşan didan ku ji bilî derketina derveyî welêt rizgarî ne pêkan e. Ji ezmûna 12’ê Adara 1971’ê têra xwe ders hatibûn girtin. Me dîtibû, kengî kadroyên pêşeng têne tinekirin, rêxistin bi hêsanî careke din nikarin pişta xwe rast bikin. Me di 2’ê Tîrmeha 1979’an de, gavavêt nava Rojhilata Navîn û ev jî li gorî ruhê têkoşîna demdirêj di cih de bû. Li gorî şerê gel ê demdirêj û ji bo desteka dîplomatîk, me gaveke di cih de û di dema wê de avêtibû. Dema darbeya eskerî ya 12’ê Îlona 1980’î pêk hat, bi tevahî komên çepgir derbên stratejîk xwarin, lê PKK’ê dest bi pêvajoyeke nû û bi hêvî dikir. Aşkere ye ku ev gavên serketî yên taktîkî bûn.

Gavên stratejîk û taktîk ên serkeftî dihatin avêtin

Em dema ji nû ve salên 1970-80’î binirxînin, em bi hêsanî dikarin bibêjin, pirsgirêka Kurd cara pêşî ye ku ji mijara rojname, kovar û komeleyê derdikeve û bi karekterê çînî xwe digihîne rêxistinkirina partiyeke pêşeng a modern û bi vê rêxistiniyê re di zikhev de xwe digihîne avahiyeke çalakiyê. Li vir a girîng ne ew e ku partî rêxistineke bi hêz be û kapasîteya wê ya çalakiyê hebe. Ji ber ku rêxistinên din ên Kurd bi van xisletan hebûn. Partiyên mîna PDK û TKSP’ê ji mêj ve hebûn. Tişta nû ew bû ku cara pêşî rêxistinî û çalakî di zikhev de pêk dihatin. Ev ji aliyê rastiya civaka kurd û cografya Kurdistanê ve dihat wê maneyê ku ev serîrakirineke nû bû, hem jî şer û serîrakirineke bi partiya pêşeng û bi rêxistinî bû. Bi kêmanî di teoriyê de hatibû qebûlkirin ku karekterê şer demdirêj e, û ji qonaxên stratejîk pêk tê. Hem li gorî rastiya neteweyî hem jî li gorî rastiya navneteweyî ya wê demê di cih de be, û li gorî wê jî gavên stratejîk û taktîk ên serkeftî dihatin avêtin. Lê herçiqasî rastî û îradeyê bi awayê xuya dikir xwe nîşan bidana jî fikar û kêmasiyên mezin ji kûr ve dihatin hiskirin.

Çepgiriya tirk ji ber sedemên hundir û derve xetimî bûn

Darbeya eskerî ya 12’ê Îlonê pêk hatiye û rûyê mîlîtarîst ê dewletê bi hemû rastiya xwe berbiçav bûye. Civak mîna gihiştibe mêrê xwe yê rastî û hiyarerşîk xwe rehet his dikir. Di rabihuriya nêz de kirinê li Kurdistanê diyar bûn. Kirinên di çarçoveya înkar û tinekirinê de bi hemû şîddeta xwe li ser kar bûn. Faşîzma mîlîtarîst a ji aliyê NATO’yê ve hatibû erêkirin, wê ti cureyê zordestî, şîddet, êşkence û komkujî nemana ku nekiribana. Kengî mijar dibû rastiya kurd û Kurdistanê, qirkirinên bi temamî ji dîrokê û cografyayê rakirin diketin rojevê. Felaketên mezin ên bi serê ermenî, rûm, suryan û di dema nêz de berxwedanên kurdan hatibûn hînê birînên wan teze bûn û nehatibûn jibîrkirin. Ev sedema fikarên mezin bûn. Kêmasiyên bingehîn jî ew bûn ku li hundir û derve hêzên ewle û têkûz ên xwesipartinê tunebûn. Ji dublokbûna kapîtalîzm û sosyalîzmê zêde hêvî tinebû. Bêhna revîzyonîzmê xwe berdabû her derê. Çepgiriya tirk ji ber sedemên hundir û derve xetimî bû û derba stratejîk xwaribû. Lewma di pêvajoya nû ya li pêşiya PKK’ê de gelek tiştên nediyar hebûn.

PKK li Rojhilata Navîn weke sêyemîn hêza dînamîk cih girt

PKK’ê Tevgera Kurd kir xwedî naverokeke demokratîk û sosyalîst, bi stratejiya şerê gel ê demdirêj ve girê da, kir ku li nava dinyayê bê naskirin, di serî de gelê tirk li ser bingehê azadî û wekheviyê ji bo jiyana hevpar a bi gelên cîran re amade kir. Ev hemû encamên dilsoziya PKK’ê bi enternasyonalîzmê re ne. Dema sîstema sosyalîst ji hev de ket PKK tîk li ser piyan ma û ev jî ji dilsoziya wê ya bi sosyalîzma zanistî re nîşan dide. PKK mîna tevgerên din ên rizgariya neteweyî ber bi milliyetgiriya teng ve neçû. Ji destpêkê ve jêhat ku ji şîlobûna îdeolojîk bibihure. Li dijî hêmanên dewletdariya netewe û îndustriyel ên modernîteya kapîtalîst ku mohra xwe li sosyalîzma zanistî û pêkhatî dan, têkoşîneke serketî meşand. PKK’ê xwe veguherand û bi vî awayî li dijî modernîteya kapîtalîst weke alternatîf paradîgma modernîteya demokratîk pêşde bir û di warê xetdanîna navbera wê û modernîteyên din de bi roleke girîng rabû. PKK li Rojhilata Navîn a piştî salên 1980’î, piştî Îsraîl û Rêxistina Rizgariya Filistînê weke sêyemîn hêza dînamîk cih girt.

PKK weke hêzeke polîtîk, li Rojhilata Navîn, Ewrûpa û li qadên din xwedî hevgirtinên girîng e. PKK’ê piştî salên 1980’î herêma herî germ û dijar a Rojhilata Navîn ji xwe re weke baregeh hilbijart û ev bi xisletên wê yên şoreşger re têkildar in. Ji bo ji têkoşîna şoreşgerî qut nebe rola vê qadê xwedî girîngiyeke stratejîk e. Rola ji bo Ewrûpayê timî di asta taktîk de hat hiştin. Ev helwesteke rast bû û di heman demê de cewherê hevgirtina tevgerên rizgariya neteweyî yên dînamekeke girîng a serdemê bûn, pêk dianî. Di çarçoveya Sûriye, Libnan, Filistîn û Îsraîlê de têkiliyên rizgarîxwaziyê yên neteweyî pêşxistin tê wê maneyê ku têkilî bi rastiya herî germ, zindî û berfireh a dinyayê re tê danîn. Li derdora bîst salan di çarçoveya van têkiliyan bi xwe de bûyerên pêk hatin, ne bi tenê nasnameya Kurd û tevgera azadiyê li nava herêmê da naskirin; li nava dinyayê jî da naskirin û ew gihand statuyeke stratejîk. Jixwe têkiliyên behsa wan têne kirin îro jî cewherê xwe diparêzin. Ji ber bûyerên PKK’ê rê li ber wan vekir, Îsraîlê bi bloka li dijberî hevgirtiyê xwe Tirkiyê berê xwe da polîtîkayên dostaniyê. Têkiliyên îro yên tirk-sûrî-Libnan-Filistîn ji bo Îsraîlê ji tehlûkeya PKK’ê mezintir rê li ber encamên giran vekiriye. Ev jî îspat dike ku PKK çiqasî hêzeke dînamîk a girîng e. Herçiqasî di rewşeke dijber de bin jî têkiliyên di navbera van hêzan hemûyan de li gorî tehlîla dawî ber bi bayê dînamîzma PKK’ê dikevin û dînamîzma PKK’ê rê dide ber wan. Heman dînamîzm di têkiliyên tirk-Îran û têkiliyên sêalî û dualî yên tirk-Iraq-DYA de jî bi heman rolê radibe.

‘Em li Rojhilata Navîn şoreşger man’

Eger dînamîzma PKK’ê nebûya, têkiliyê di vî alî de wê bi vî awayî pêk nehatibûna. Têkiliyên em behsa wan dikin, bi saya tevgera dîplomatîk a li dora PKK’ê tê ristin çêdibin. Cewherê sosyalîst, demokratîk û şoreşger ê PKK’ê têkiliyên bi vî rengî yên desthlatdariyê ber bi blokbûnên bi vî awayî ve dahf dide. Heman xusûs ji bo têkiliyên Komara Tirkiyê bi Ewropayê re di cih de ne. Eger Komara Tirkiyê îro bi Yekîtiya Ewrûpayê re gihiştibe muzakereyên hevpartiyê, ev bûyerên di çarçoveya pirsgirêka kurd û PKK’ê de ne. Di serî de Almanya, nêzîkatiyên welatên Ewropayê ji bo PKK’ê ew bû ku pêşî nerm nêzîk bibin û mîna li Dev-Yol û rêxistin din ên xwedî potansiyela şoreşgerî kirin, xwestin bigirin nava xwe û bi rêbazên hêza nerm asîmîle bikin. Ev şêweyên têkiliyê demeke dirêj dewam kirin. Lê ji ber ku em ji ser a xwe nehatin xwarê ango em li Rojhilata Navîn şoreşger man, vê kir ku welatên behsa wan têne kirin rêbaza xwe biguherin. Pêşî hikûmetên welatan yek bi yek, paşê li ser navê Yekîtiya Ewrûpayê PKK weke ‘terorîst’ îlan kirin û rêbaza lidervehiştinê şopandin. Armanca herdu polîtîkayan astengkirina çareseriya pirsgirêka kurd bi awayekî şoreşger, demokratîk û sosyalîst bû. Li şûna vê, ‘azadî û mafên ferdî’ yên bi mafên mirovan hatibûn bi sînorkirin hatin ferzkirin. Mîna ku mafên ferdî yên bêyî mafên civakî û kolektîf pêkan bin, bûn xwedî helwesteke durû. Dema bi Komara Tirkiyeyê re bazar dikirin dixwestin herdu aliyan ango hem PKK’ê û hem jî Komara Tirkiyê bi vê rêbazê bi xwe ve girê bidin. Li pey têkiliyên hegemonîk bûn. Ji çareseriyên demokratîk û civakî reviyan. Li gorî vê rêbazê, hewl dan ku bi kesayet û rêxistinên naveroka wan a şoreşgerî, demokratîk û sosyalîst pûç kiribûn, piştî tesfiyekirina PKK’ê wê wan weke hêmanên xwe yên polîtîk di nava kurdan û Tirkiyeyê de bi cih bikirana. Weke hêzên mîsyonê rolên diyar amade kirin. Tevahiya sîh salan (bi Gladîo’ya NATO re) ji vê bernameya tesfiyeyê li benda serketinê man, ji ber ku ji bo vê sermayeyeke mezin razandibûn.

PKK û Tevgera Azadiyê ya Kurd tesfiye nebûn

Çawa ku li gelemperiya dinyayê dibe, piştî dijşoreşa Tirkiye û Kurdistanê xwestin di nûkirinê de rola pêşeng bidin wan. Bi israr PKK weke ‘terorîst’ îlan kirin û ev ne ji bo destekdana Komara Tirkiyê bû, ev ji bo berjewendiyên wan bi xwe bû. Ev planê kurd-PKK ku Yekitiya Ewropayê bi hostetiyeke mezin amade kir û xist pratîkê, ji pîlanê tesfiyekirina tirk-Kibrisê gelekî bêhtir girîng e, lê bêhtir kûr û bi dizî hatiye meşandin. Bi Komara Tirkiyeyê re bazarên girîng hatine kirin û hînê jî têne kirin. Ji aliyê têkiliyên kurd û tirk ve bi qasî Peymana Sykes-Picot ve girîng e. Komara Tirkiyê li rêyên çareseriyê yên bêyî PKK’ê û kurdan digere, qaşo demokrasî û mafên mirovan ên yekalî ferz dike û ev encamên van hevdîtinên bi dizî û xasûkî ne. Ji ber ku PKK û Tevgera Azadiyê ya Kurd tesfiye nebûn, ev hevdîtin veguherîn têkiliyên rûtîn û pûç ên mîna têkiliyên Îsraîl-Filistînê. Mîna lîstikên di dema Şerê Cîhanê yê Yekemîn de li ser kurdan (Sosyalîstên tirk û ummetgirên îslamî jî di navê de) careke din ceribandin. Piştî ku berjewendiyên xwe misoger kirin, ne bi tenê çavên xwe li pêvajoya qirkirina kurdan girtin; li ser navê modernîzma laîk heta dawiyê destek dan faşîzma tirkê spî. Dekûdolab û lîstikên bi heman rengî li ser rûm, ermen û suryaniyan jî hatin lîstin û tevgerên tesfiyekirinê meşandin.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê weke serkêşê sereke yê tevgera Gladîo, ji serî ve hem di destdekdana darbeya faşîst a 12’ê Îlonê de û di tesfiyekirina tevahî hêzên demokratîk û sosyalîst de, hem jî weke parçeyekî van tevgeran di tesfiyekirina Tevgera Kurd û PKK’ê de bi roleke çalak rabû. Destek da bi tevahî operasyonên eskerî yên piştî 1984’an hatin meşandin. Ji aliyê dîplomatîk û polîtîk ve dor teng kir, tecrîd kir. Ji bo tesfiyekirina Serokê PKK’ê Abdullah Ocalan ango çalakiya herî berfireh a Gladîo tevahiya NATO’yê û sîstema sosyalîzma pêkhatî bi kar anî. Tirkiyê berda ser Sûriyê. Jixwe Îsraîl jî bi xwe hêza amadekar a vê polîtîkayê û bi hostetî pêkhênerê wê bû. Di vê çarçoveyê de Sûriyeyê demeke dirêj li hemberî tevgerên tesfiyekirinê li ber xwe da. Lê di dawiya dawî de ew jî Rûsya jî li gorî berjewendiyên dewleta netewe bi sîstema serdest re li ser hin peymanên bi dizî li hev kirin. Di vê pêvajoyê de bi awayekî pir zelal derket holê û îspat bû ku di vê pêvajoya tesfiyeyê de hegemonya diyarker û bingehîn sîstema modernîteya kapîtalîst a bi pêşengiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ye. PKK’ê tevî tesfiyeyên berfireh ên hem li derve û hem jî li hundir zanî li gorî şert û mercan tevbigere, veguherînên hewce bi hosteyî pêk bîne û li ser bingehê serkeftina polîtîk û helwesteke bêhtir bi pîvan bi modernîteya demokratîk a alternatîf li hemberî modernîteya kapîtalîst rawestiyaye. Di veguherîna demokratîk û şoreşgerî ya Rojhilata Navîn de rola xwe ya li pêş a aktoriyê dewam kiriye.

Nûçeyên Têkildar