Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Pazartesi - 30 Eylül 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

PKK û PDK ji bo gelê kurd tên çi wateyê?

Ev ristegotin pir caran ji zimanê rêveber û rayedarên PDK’ê tê bihîstin. Tu dibêjî qey ew otêl û îmaret û kampanyayên bîzinisên biyanî ku şîrêja hebûn û nebûna gelê Başûr dimije pir baş in. Qey ew peymana neftê ya ku bi dewleta dagirker a tirk re ji bo 50 salan wek xerac hat îmzekirin, dibe bombe û barûd û bi ser gel, xweza û berxwedaniya gelê kurd de dibare, berhemek pir baş e!

Tu dibêjî qey ev qas wêrankirina berhemdarî, kişt û kal û afirandariyê li Başûr bi vê bikarberiya di jêr pîşesaziya dewleta tirk û yên biyanî de berhemeke baş e!

Tu dibêjî qey bi vê hemû bêtifaqiya ku ji encama xweperistiya partiyeke binemaleyî û pêşxistina damara feodalî û paşverûtiyê di civakê de ev qasî wêranî xistiye stratejiya siyasî ya kurd û ev qas gurzên giran li yekgirtin û giyanê tevahiya gelê kurd diweşîne berhemek baş e!

Tu dibêjî qey di tevahiya dîroka vê binemalê de terorkirin û komkujiyên ev hemû kesayetên ronakbîr û siyasetvan û hişmendên vê civakê bi destê PDK’ê ku valatiyeke pir giran xistiye pêşketinên gelê me li Başûr berhemek baş e!

Xwendingeh, dibistan û zanîngehên li başûrê Kurdistanê ku bi zihniyeteke eşîrtî û binemaleyî li ser bingehên wekî nezankirin û tirsandin û wasteyî û paşxistin û kuştina hestê afirandariyê û kuştina îradeya serxwebûnê di zarokan de bi vê siyaseta milşoriya beramberî tirkên dagirker û avakirina nifşeke mirî û bêhişmendî û ji nirx û bihayên gelerî dûr, tu dibêjî qey xizmet û berhemek baş e!

Her çiqas bi siyaseteke komploger, bi merema lihevxistina gelê kurd, rê li ber statubûna vê nîvherêmê hat vekirin jî ji 2003’an heya niha dikaribû li hemberî dewletên Rojhilata Navîn bibûya hêzeke pir mezin. Lê berevajî wê ew şikdariya ku bi her awayî kurdan xwîn û berdêlek giran ji bo wê daye, hemû bi şermezariyên mezin, di 3’yê tebaxa 2014’an derketin holê. Di wê bûyerê de 12 hezar leşkerên kurd (pêşmerge) reviyan, lê 12 endamên tevgera şoreşgeriya kurd hatin û 500 hezar gelê sivîl ê Şengalê parastin. Lê wê demê ev bêîradetiya malbata Barzanî bû sedem ku bi hezaran keç û jinên kurd têkevin bazarên reş. Şikoya kurdên Başûr ji holê dan rakirin. Ji ber bêsiyasetî û bêvînîtiyê rê vekirin ku nîvê vê axê li ber çavên cîhanê bidin ber ba.

Vê yekê tirsa hemû dijminên gelê kurd şikand û baweriya ji gelê Başûr ji holê rakir. Êdî wisa kirin ku her kes bikaribe êrîşî kurdan bike. Civaka Başûr jî weke perwerdeya ji vê malbatê dîtiye, her tim ji revê re amade bû. Ji ber vê yekê tenê di çend salên borî de bi sed hezaran ciwan û malbatên kurd ji Başûr koçî welatên derve kirin.

Ya rast gerek e hişmendiyeke siyasî ya rayedarên Başûr hebe. Heta bizanin ku ger PKK nebûya wê çaxê ew jî qet tune bûn. Di sala 1979’an de dema desthilata Şahê Îranê hilweşiya û rejîma Xumeynî ket desthilatê, tevahiya belgeyên veşarî yên rêxistina îstîxbarata Amerîkayê, CIA ketin destê wan û hemû bi raya giştî re hatin parvekirin. Di beşeke van belgeyan de zaniyariya der barê PKK’ê de hat dîtin. Di belgeyê de ev agahî hat parvekirin “Li tevahiya Rojhilata Navîn ji derveyî hêza Apocî, tu hêzên din ên metirsîdar tune ye. Çepên tirk û çepên Îranê tenê navekî wan heye. Lê Apocî pir metirsîdar in. Divê li ser wan pir bê rawestandin”. Ev zanyarî belgeyeke pir aşkera ye ku Amerîkayê piştre nêzîkatiyeke çawa nîşanî PDK’ê da û rê li pêş hebûna statûya wê vekir.

Ji bo Tirkiye PDK’ê qebûl bike tenê sedemek hebû. Ew sedem jî ew bû: Diviya PDK li hemberî îradeya serbixwe ya tevgera azadîxwaz a gelê kurd bûya. Lê ev yek li gorî famkirin û daxwaza wan pêk nehat. Her ku dem borî tevgera azadiya gelê kurd bihêztir bû. Li aliyê din desthilata malbata Barzanî her ku çû bi desteka emperyalîzm û kapîtalîzmê û dewleta dagirker a Tirkiyeyê mezintir bû. Dijmin ev yek ji bo xwe wekî neçarî didît. Gelek caran bi xwe ev yek anîn ziman.

Digotin û hê jî dibêjin: “Ev şaşî ya me bû. Me destûr da ku statuya Başûr dirust bibe. Ji bo ku em bi rêya wan (PDK) tevgera şoreşgerî ya kurdan ji holê rakin. Lê hem navê wan ji holê rabû, hem jî me hêza wan li Başûr mezin kir.” Ji ber vê yekê Tirkiyeê ji xeynî malbata Barzanî tu carî rê neda îradeyeke din li Başûr pêş bikeve. Destûr neda ku tu carî rêxistinên çandî, tevgerên fikrî pîşesazî, kiştukalî û aboriya serbixwe li başûrê Kurdistanê serî hilde.

Sazî û rêxistinên pêş ketin jî bi saya Tevgera Azadiya Gelê Kurd pêş ketin. Bi sedan hezar laperên  nivîsên hişmendane û bi birêxistina hişmendane ya gencan û jinan û nivîskaran û mamostayên dînî û bi giştî civaka kurdî berxwedaneke xurt li hemberî her êrîş û qirkirinekê derket holê. Berhemeke wek xweseriya Rojava li holê ye: Mîna rojeke ronak a li Rojhilata Navîn, brûskên wê çavê hemû dijminên kurdan kor dike.

Ew jî bi belgevîdeoya mikurhatina çeteyên MÎT û ENKS’ê ku vê dawiyê, di 28’ê îlonê de, ji ekrana Ronahî TV hat weşandin, rûyê îxanetkariya PDK’ê pir aşkera bû. Aşkera bû ku planên wê ji bo gelê kurd û li hemberî takebirûska ronakiya ji bo kurdan ya li Rojava berz bûye, çi ne û çawa hewla jinavbirin û wêrankirina wê daye. PDK divê vê rastiyê baş bizanibe. Kengî ku PKK tune bibe, wê deme PDK hema dê nikaribe rojekê bijî. Ji ber vê yekê divê PDK qîmeta rastiya PKK’ê zanibe. Divê hurmetê nîşanî vê rastiyê bide. Divê zanibe ku Tevgera Şoreşger a Kurd misogeriya hebûna wan e. Kes ji wan baştir ji vê rastiyê haydar nîne.

Nûçeyên Têkildar