Pêvajoya neçareseriyê

Nîqaşên li ser pêvajoyeke muhtemel a çareseriyê di rojevê de ye. Yên ku ev nîqaş jî derxistine Erdogan û Bahçelî ne. Vaye du meh...

Hîskirin, fêmkirin û pêkanîn

Di bername-hevpeyvîneke me bi hev re çêkirî de Feylesofê Çiya Alî Haydar Kaytan, mînakeke balkêş dabû. “Dibêjin Îbnî Ruşt, li derekî rûniştî ye, Îbnî...

Pêvajoya neçareseriyê

Nîqaşên li ser pêvajoyeke muhtemel a çareseriyê di rojevê de ye. Yên ku ev nîqaş jî derxistine Erdogan û Bahçelî ne. Vaye du meh...

Hîskirin, fêmkirin û pêkanîn

Di bername-hevpeyvîneke me bi hev re çêkirî de Feylesofê Çiya Alî Haydar Kaytan, mînakeke balkêş dabû. “Dibêjin Îbnî Ruşt, li derekî rûniştî ye, Îbnî...
Cuma - 29 Kasım 2024

Pêvajoya neçareseriyê

Nîqaşên li ser pêvajoyeke muhtemel a çareseriyê di rojevê de ye. Yên ku ev nîqaş jî derxistine Erdogan û Bahçelî ne. Vaye du meh...

Hîskirin, fêmkirin û pêkanîn

Di bername-hevpeyvîneke me bi hev re çêkirî de Feylesofê Çiya Alî Haydar Kaytan, mînakeke balkêş dabû. “Dibêjin Îbnî Ruşt, li derekî rûniştî ye, Îbnî...

PKK wê di meşa serkeftinê de bi ser bikeve

Em di rojên salvegera damezrandina PKK’ê re derbas dibin. PKK di 27’ê mijdara 2024’an de sala 46’emîn li pey xwe hişt û sala nû ya têkoşînê pêşwazî dike. Pêngava dîrokî ya ku Rêber Apo di bihara 1973’an de da destpêkirin, ev 52 sal in bênavber didome.

Dixwaze 46 salan li pey xwe hiştibe û dixwaze 52 sal in di nava têkoşîneke bênavber de be, her du jî tiştên hevpar vedibêjin; ev jî têkoşîneke bêwestan e û di nava dîroka tê nivîsandin de netewe û civakî ya kurd teşe digire. Bi gotineke din, di nava şoreşê de her tim şoreş pêk tê, dîrok di her kêliyê de cih digire û bedelên mezin ên ku ji bo vê tê dayîn vedibêje.

Bêguman, şoreşên mezin hewce dike ku mirov ji bo wan bedelên mezin bide. Ne pêkan e ku mirov xwedî nerînek cûdatir be. Ji ber vê yekê dema ku gava yekem ber bi şoreşa Kurdistanê ve hat avêtin, xuya bû ku rêya ku bê meşandin wê dirêj be. Yên ku ev gava yekem avêtin, dizanîbûn ku ew ê ala têkoşînê birûmetî radestî hevalên xwe yên li pey wan bên bikin. Ji ber vê yekê wan têkoşîna ku wê ji nifşan derbasî nifşên din bibin dabûn ber çavên xwe. Rastiya têkoşîna Apoyî ku di sala xwe ya 52’an de ye, di cewherê xwe de rastiyeke wiha vedibêje.

Helbet divê di nava 52 salên dîroka Tevgera Apoyî de piştî 5 salên destpêkê weke dîroka wateya PKK’ê pênase dike bigire dest. Ji ber ku PKK xwedî taybetmendiya rastiya ku Tevgera Apoyî aniye roja îro ye. PKK di vê çarçoveyê de hem tê wateya bersivdayîna ji bo bîranîna rêberê me yê şehîd Hakî Karer û hem jî ji bo bicihanîna erk û berpirsyariyên daye ser milê pêngaveke dîrokî ye. Ji wê serdemê ve dest bi nivîsandina dîroka Tevgera Apoyî ya ku bi gel û welatê xwe ve girêdayî ye, kiriye.

Niha dema ku em 46’emîn salvegera heqîqeteke wiha li pey xwe dihêlin, em ketin salvegereke nû. Helbet ev yek di dil û mejiyê her PKK’î û kurdistanî de rê li ber heyecan, coş û bextewariya ku nayê vegotin, vedike. Helbet ev yek tirsê dixe dilê dijminên gelê Kurdistanê, yên xiyanetê li gelê xwe dikin, yên hevkarî û piştevaniya dijmin dikin û hêz didine wan. Ji ber vê yekê her salvegera PKK’ê tirsa dilê dewleta tirk a qirker, mêtinger, faşîst û hevkarên wê nû dibe. Vê yekê dijminatiya xwe ya li hemberî PKK’ê derdixin lûtkeyê û ji bo vê jî bi hev re dikevin pêşbaziyê.

Ger hûn bala xwe bidinê, di rojên ku PKK kete salvegereke nû de, dewleta tirk ji her alî ve êrîşên xwe zêdetir kir. Li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê lez dane êrîşên qirkirina siyasî. Piştî Colemêrgê, bi tayînkirina qeyûman li şaredariyên Esenyûrtê ya Stenbolê, Mêrdîn, Êlih, Xelfetî, Dêrsim û Pulurê re vîna gel jî xesp kir. “Rewşa awarte” ya ku di bin navê qedexeyan de bi awayekî veşartî pêk dianîn û asayî kirin. Di encamê de êşkence û girtinên girseyî dest pê kir. Herêmên Parastinê yên Medyayê, herêmên gerîla yên li Bakurê Kurdistanê, rojavayê Kurdistanê ji hewa û erdê ve hatin bombebarankirin û lez dan hewldanên îlhaqkirina herêmên başûrê Kurdistanê. R.T. Erdogan û Hakan Fîdan di bin navê “serdanên derve” de derî bi derî li parsê digerin.

Weke ku tê fêhmkirin dewleta tirk a mêtinger, qirker, faşîst ev êrîş û têkiliyên ku pêş dixin li gorî biryarên ku girtine û planên ku kirine pêk tîne. Armanca êrîşên wan çewisandina nasnameya kurd a ku ji bo wê berdêlên mezin hatine dayîn, pêşiya hebûna vejîna neteweyî ya kurd bigire û qirkirina li ser kurdan temam bike. Ji bo ku bigihêje armanca xwe, dixwaze Rêber Apo û PKK a ku ruh dayê û pê re bûye yek li pêşiya wan astenge, ji holê rake. Hebûna xwe, paşeroja xwe û hêviyên xwe bi tevahî bi “encamên” ku difikire wê ji van êrîşan bi dest bixe ve girê daye. Ji ber vê yekê dijminatiya li hemberî kurdan dexistiye lûtkeyê û tawîzên bêsînor dide hêzên ku diçin ber lingên wan. Lê dema vê yekê dike, li hemberî gelên Kurdistanê, hêzên şoreşger û demokratîk ên Tirkiyeyê serî li her cure zext, hîle, fêlbazî, komplo, komkujî, rêbazên şerê taybet-qirêj dide. Dewleta tirk a mêtinger, qirker, faşîst ku di van rojên ku PKK dikeve salvegereke nû ya damezrandinê de her ku diçe êrîşên xwe zêdetir dike.

Êdî dewleta tirk jî dibîne ku hatiye dawiya rê. Tevî her tiştî jî, şoreşa Kurdistanû ku xwe dispêre gerîla gel, Tirkiyeyê kiriye qada têkoşînê û şoreşger û demokratên Tirkiyeyê jî tê de cih girtine. Ev yek ji bo dewleta tirk tê vê wateyê. Asta ku Pêngava Azadiyê ya Gerdûnî bi dest xistiye bûye xeleka temamkirina vê yekê.

Di qada navneteweyî de qonaxa ku em hatinê karker, kedkar, dostên gelê kurd, rewşenbîr, demokrat, zanyar, zanist û hunermend xwedî li Rêber Apo û Şoreşa Kurdistanê derdikevin û ev yek ji aliyê hêzên navneteweyî ve bi baldarî tê şopandin. Xuyaye ku ev yek wê di têkiliyên navneteweyî de encamekê derxe holê. Dewleta tirk jî bi vê yekê dizane. Û dibîne ku ew ê di qada navneteweyî de tengav bibe.

47’emîn salvegera têkoşîna PKK’ê û sala duyemîn a Pênagava Azadiyê ya Gerdûnî ya bi dirûşma “Ji Rêber Apo re azadî ji pirsgirêka kurd re çareserî” bi geşedanên wiha pêşwazî dike. Helbet her rojên salvegera damezrandina PKK’ê di dîrokê de xwedî wateyekê ye. Dîsa her salvegera damezrandina PKK’ê gavavêtina nava têkoşînê û kîlîtbûna serkeftinê ye. Di van rojên ku salvegereke nû ya damezrandina PKK’ê tê pîrozkirin de bi tiştên ku hatine kirin û zêdekirin, bi heman esasî wê cihê xwe di dîrokê de bigire. Di vê çerçoveyê de wê ji yên din cûdatir be. Ev jî diyar dike ku PKK a ku di nava şoreşê de şoreşê dimeşîne, ketiye pêvajoyeke têkoşînê ya ku herî zêde nêzî serketinê ye. Pêwîst e bi vî awayî nêzî serdema nû ya têkoşînê ya ku em ketine bibin.

Dewleta tirk a mêtinger, qirker, faşîst, li geşedanên ku PKK’ê di nava 46 salên dawî de pêk aniye dinere û di ferqa ku wê di salvegera 47’an de çi pêk bîne de ye. Ev têgihîştin hişt ku li xwe mikur were ku tiştekî ew karibe bike nemaye, ne hêza wê û ne jî derfetên wê rê nade vê yekê. Di encama vê de hewl dide ku li gorî xwe hişmendiyeê di nava gel de biafirîne da ku qada lêgerînên xwe berfireh bike. Lê belê ji daxuyaniyên Devlet Bahçelî û geşedanên piştî tên jiyîn tê dîtin ku ew bi ser neketine. Lehengên Fedaî yên Azadiya Kurdistanê Rojger Hêlîn û Asya Elî ku li navenda dewleta tirk xistin, vê yekê bi awayekî vekirî raxistin ber çavan.

PKK’ê careke din nîşanî hem ji dost û hem jî ji dijminan da ku ew ê di sala 47’an de geşedanên hîn mezintir derxe holê. Li ser vê bingehê bi sala nû ya têkoşînê re Rêber APO silav kir û careke din îspat kir ku di şopandina rêya şehîdên nemir de bi biryar û bi israr e.

Nûçeyên Têkildar