Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

PKK: Ya ku her tim bi me dide qezenckirin xeta fedayîtiyê ye

Komîteya Rêveber a PKK’ê bi wesîleya salvegera şehadeta Zîlan û Diyar Xerîb (Helmet) daxuyanike nivîskî weşand û wiha got: “Zêdeyî çil salan me li ber xwe dan, bi deh hezaran şehîd dan û fedayiyên mîna hevrê Zîlan û Helmet afirand. Ji niha û pê ve jî em ê ji bo demokrasî û azadiyê li ser heman xetê li ber xwe bidin.”

Komîteya Rêveber a PKK’ê, bi wesîleya salvegera şehadeta Zîlan (Zeynep Kinaci) ku 30’ê Hezîrana 1996’an li Dêrsimê çalakiya fedayî li dar xist û salvegera şehadeta endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Helmet (Diyar Xerîb) daxuyaniyek weşand.

Daxuyaniya PKK’ê wiha ye:

“Pêşenga me ya fedayî, xwedawenda me ya azadiyê, rûmeta jin û gelê kurd hevrê Zîlan (Zeynep Kinaci) di salvegera 25’an a şehadeta wê de bi rêz, hezkirin û minet bi bîr tînin. Roja Fedayîtiyê ya 25’an di serî de li Rêber Apo, li hevrêyan hemûyan, hêzên xwe yên gerîla yên leheng, gelê xwe yê welatparêz û dostên xwe pîroz dikin. Her kesên ku li dijî siyaset û zîhniyeta faşîst-qirker li ser xeta Zîlan ji bo azadî û demokrasiyê têdikoşin silav dikin û serketinê ji wan re hêvî dikin. Weke tevger û gel, em ê di sala 26’an a fedayîtiyê de hîn bi xurtî şer bikin û bi rengekî mezin bi ser bikevin.

Beriya niha bi 25 salan di 30’ê Hezîrana 1996’an de hevrê Zîlan li navenda Dêrsimê bi çalakiya xwe ya fedayî derba herî giran a dîrokî li sîstema faşîst-qirker xist û bi hişmendiya xwe ya azadiyê çalakiya me gihand asta herî bilind. Bi wêrekî û fedakariya xwe, bi biryardarî û îradeya xwe, bi dilxwaziya xwe ya ji bo azadiyê û dilsoziya bi Rêbertî re xwe gihand jin, ciwan û tevahiya gelê me û kesayetên nû yên azad, civakeke demokratîk afirand. Bû sembola têkneçûyîn û afirîneriya taktîkê ya gerîla. Gerîlatiya jinan a li ser xeta fedayî û pêşengiya jinan a li têkoşîna azadiyê xurt kir. Xeta azadiya jinan û şoreşa jinan a azad afirand ku li Kurdistanê ava bû û li cîhanê belav bû. Afirîneriya rastî ya jinên azadbûyî ya li ser xeta Apoyî û hêza wê ya serketinê nîşanî her kesî da. Xweparastin û gerîlatiya jinan ku şûrê azadiyê ye, afirand.

Em li ser xeta fedayîtiyê ya Zîlan şer dikin û bi ser dikevin

Bi navê gel û tevgerê, çaryek sedsal e ku em li ser xeta fedayîtiyê ya Zîlan şer dikin û bi ser dikevin ku vê yekê xeta Lehengî û Rûmeta Neteweyî ya 14’ê Tîrmehê ya li zindanan gihand nava gerîla û têkoşîna azadiyê ya jinan. Ya ku me têgihiştî dike, bi rêxistin dike, ruh û wêrekiyê dide, dike ku têk neçe û her tim bi me dide qezenckirin, ev xeta fedayîtiyê ye. Ya ku êrîşên di asta komploya navneteweyî de hêzên mêtinger-qirker pûç kir, ev xeta fedayîtiyê ye. Ji bo me gel û tevgerê, çavkaniya me ya herî mezin a hêzê, ev xet e ku di rastiya Zîlan de şênber bûye.

Di serî de li Metîna, Zap û Avaşînê, li Heftanîn û Xakurkê, li tevahiya çiyayên Kurdistanê û metropolên Tirkiyeyê li her qadê ev şerê ji bo demokrasî û azadiyê li ser vê xetê tê meşandin. Ya ku her roj derbên giran lê dide û faşîzma AKP-MHP’ê li binê erdê dixe, ev xet e. Li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat, gel û dostên me li dijî dagirkeriya dewleta tirk û hevkariya pê re, li ser vê xetê çalakiyan dikin. Pêşengiya jinan a li her qadê, asta wê ya têk naçe, bi vê xetê tê afirandin. Şervaniya HPG û YJA Starê ya bi Zîlanbûyî, dibe pêşengiya rasteqîn, nav û sonda serketinê. Hevrê Zîlan 25 sal in di nava têkoşîneke wiha ya lehengiyê de heye û ji niha û pê ve jî wê her tim bi vî rengî hebe!

Rastiya hevrê Helmet maf, edalet û heqîqetê temsil dike

Bi navê gel û tevgerê, em di salvegera duyemîn a şehadeta lehengê xelkê me yê başûrê Kurdistanê, endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê û Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Helmet (Diyar Xerîb) de ne. Di salvegera duyemîn a şehadeta wî de, em hevrê Helmet ê ku her timî ronakbîr bû bi rêz, hezkirin û minet bi bîr tînin, soza xwe dubare dikin ku armanca wî bi ser bixînin û xwedî li bîranîna wî derkevin. Di serî de xelkê me yê başûrê Kurdistanê em bang li tevahiya gelê xwe yê welatparêz, hêzên siyasî, rewşenbîr û hunermendan dikin ku rastiya hevrê Helmet rast fêhm bike û xwedî lê derkevin.

Rastiya hevrê Helmet bi rastî jî ronakbîriyeke mezin e; maf, edalet û heqîqetê temsîl dike. Nîşanî me didin ku welatparêziya kurd, demokratbûn û şoreşgeriya rasteqîn divê çawa be. Nîşanî me da ku li dijî dewleta tirk a mêtinger-qirker divê her mirovekî kurd çawa helwestê nîşan bide. Raxist pêş çavan ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yên faşîzma AKP-MHP’ê ya li ser başûrê Kurdistanê divê helwesteke çawa bê nîşandan, divê çi bê kirin.

Li dijî her cûre helwestên nokerî û xiyanetê yên xumamîkirin û berevajîkirinê, rastiya hevrê Helmet timî me ronî dike; datîne pêşiya me ku helwesta demokratîk û neteweyî ya rastî divê çawa be. Bi rastiya xwe ku parçebûna Kurdistanê qebûl nedikir, dagirkerî û mêtingerî nas nedikir, li dijî qirkirina li çar parçeyên Kurdistanê têkoşîn ji xwe re dikir esas û yekitiya neteweyî-demokratîk di ser her tiştî re didît, rêya me tim ronî dike.

Em di wê baweriyê de ne ku di salvegera duyemîn a şehadeta wî de rastiya hevrê Helmet dê li başûrê Kurdistanê hîn bêhtir bê nîqaşkirin, bê fêhmkirin û xwedî lê bê derketin. Di serî de jin û ciwan, wê tevahiya gelê me vê rastiyê ji xwe re bike esas. Di vê çarçoveyê de wê helwestên hevkariyê re bêhtir bê teşhîrkirin, li dijî dagirkeriya AKP-MHP’ê helwesteke hîn zelal û aşkera bê nîşandan, li dijî her cûre dagirkerî û hevkariyê wê hîn bêhtir bibe yek û têkoşîneke xurtir bê meşandin. Helwesta ku bi kêrî gelê me û mirovahiyê tê, ev helwest e. Ev helwest û têkoşîn wê hebûna me ya neteweyî, wê paşeroja me ya azad misoger bike.

Li ser vê bingehê di serî de PDK em bang li partî û rêxistinan hemûyan dikin ku li dijî dagirkerî û qirkeriyê, helwesta xwe ji bo yekitiya neteweyî û têkoşîna azadiyê deynin. Di serî de DYE û Almanya em hêzên derve hemûyan vedixwînin ku dest ji helwesta xwe ya parçekirina yekitiya kurdan berdin û ji bo yekitiya neteweyî û azadiyê helwestê diyar bikin. Di serî de gelên cîran em bang li gelan hemûyan û mirovahiyê dikin ku cîhaneke demokratîk biafirînin.

Bi navê tevgera PKK’ê û gelê kurd em her tim alîgirê yekitiya demokratîk-neteweyî ya kurdan e, di pirsgirêka kurd de alîgirê çareseriya demokratîk a biratiya gelan e. Em bang li hêzên siyasî hemûyan dikin ku vê rastiyê bibînin û hurmetê nîşanî vê yekê bidin. Li ser vê bingehê zêdeyî çil salan me li ber xwe dan, bi deh hezaran şehîd dan û fedayiyên mîna hevrê Zîlan û Helmet afirand. Ji niha û pê ve jî em ê ji bo demokrasî û azadiyê li ser heman xetê li ber xwe bidin. Di vê çarçoveyê de em bang li jin û ciwanan, gel û dostên xwe dikin ku li dora pêngavên serketinê yên gerîlayên me yên leheng bicivin, pêngava me ya ‘Dem dema azadiyê ye’ bi ser bixînin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tê meşandin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar