Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

PKK’ê Dr. Huseyîn Akdag bi rêzdarî bi bîr anî

Komîteya Piştevaniya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand ku gerîlayê PKK’ê Dr. Huseyîn Akdag ku di êrîşa hewayî ya dewleta tirk de ya li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê 5’ê Hezîrana 2021’ê şehîd bûye.

Daxuyanî bi sernavê “Şehîdên me pêşengên parçekirina qirkirina li gelê me ferzkirî ye” hat weşandin û wiha hat gotin:

“Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ku bi meşa Rêbertî ya bênavber a 50 salî re bi pêş ve çû, îro li Zap, Avaşîn û Metînayê bi berxwedana destanî ya gerîlayên me yên leheng derbasî qonaxeke nû bûye. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê di her şert û mercê de bersivê didin êrîşên dewleta tirk a faşist û dagirker. Arteşa tirk a dagirker û xayinên noker ku li hemberî gerîla xitimî ne, çekên kîmyewî jî di nav de bi her awayî êrîş dikin. Lê belê nikarin ji xeta berxwedanê derbas bibin, ku şehîdên me yên nemir bi canê xwe ava kirine. Rastiya şehadetê ya têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê heqîqeteke welê ye ku her canekî me yê bi rengekî bêdawî xwe digihînin xakê, deriyên li siberojên azad zêdetir dikin, daxwaz û armancên dewleta tirk a qirker dagirker û desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst di ber de dihêlin. Ji ber vê yekê bi rengekî hovane êrîşî her alî dikin, bombeyan li her bihosta xaka Kurdistanê dibarînin. Lê belê em pê bawer in ku li ser rêya şehîdên me yên leheng têkoşîna me wê teqez bi ser bikeve.

Rastiya şehadetê ya PKK’ê nîşaneya artêşeke ji ewladên herî bijarte yên gelê me ye. Mirov rastiya herî ferzane ya dîrokê, sekna herî pak a mirovbûyîna bi exlaq, asta herî tûj a wêrekî û îradeyê di nava rastiya PKK’ê de dibînin. Li dijî şêweyê jiyanê yê modernîteya kapîtalîst ku dirizîne, dejenereke dike, bêesil dihêle, yên ku li nava refên PKK’ê dicivin, dibin hêvî ji bo rizgariya nirxên mirovahiyê. Şehîd pêşengên têkoşîna ji bo parçekirina qirkirinê ye ku li gelê me tê ferzkirin. Em van rojên heyî deyndarê berxwedan û ruhê fedaî yê wan in. Em soza xwe dubare dikin ku her kêliya xwe di bin fermana wan de derbas bikin. Di salvegera şehadetê de ji ewladên bijarte yên Êlihê hevrê Huseyîn Akdag (Selman Bozkûr) bi rêz û minet bi bîr tînin, ji malbata Bozkûr a hêja û tevahiya gelê xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.

Xwe fedayê gelê xwe kir

Hevrêyê me Huseyîn Akdag di sala 1972’yan li navçeya Hezo ya Êlihê, li nava malbateke dilsozê nirxên xwe yên civakî û welat ji dayik bû. Hevrêyê me Huseyîn li Amedê mezin bû. Ji derdora malbata wî tevlibûn li nava refên têkoşîna azadiyê û şehîd hebûn. Di sala 1992’yan de ku bandora têkoşîna PKK’ê her roj mezin dibû, hevrêyê me Huseyîn li Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê dixwend. Hevrêyê me Huseyîn dema xwendekar bû têkilî bi têkoşîna azadiyê re danî, di sala 1992’yan li Amedê beşdarî nava refên têkoşînê bû. Heta sala 1995’an li karên eniyê bi rengekî serketî xebitî. Li metropolên Tirkiyeyê tev li nava karên rêxistinî bû, ji kêliya ku gava xwe avêt nava refên azadiyê û pê ve mîna derwêşekî xwe fedayê têkoşîna azadiyê ya gel kir, hewl da xwe bigihîne her cihî, her derfeteke biçûk bi kar bîne û xizmetê ji têkoşînê re bike. Sala 1996’an li qada Rêbertî tev li dewreyeke perwerdeyê bû. Têgihiştina kûr a ji bo têkoşîna hîn bi bandor, lêdana derbên giran li dijmin, belavkirina şerê rizgariyê li her devera Kurdistanê ji perwerdeya Rêber Apo wergirt. Hevrê Huseyîn li herêmên Zap, garê, Zagros, Xinêrê û gelek qadên başûrê Kurdistanê gerîlatî kir.

Bi eşq tev li her karî bû

Hevrêyê me Huseyîn ku bû yek ji endamên bijarte yên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê, bi pêşengiya xwe ya şareza ya li nava karên gel, ji bo pêkhatina şoreşê derfetên gelekî mezin afirand. Hevrêyê me Huseyîn bi dilnizmî û sekna xwe ya xurt a li nava jiyanê, bû hevrêyekî xeta azadiya jinan û têgihiştina xwe ya îdeolojiya Rêbertî bilind bû. Hevrêyê me Huseyîn li her qada lê bû, serxistina kar ji xwe re kir pîvan. Hevrêyê me yê hêja ku nêzîkatiya xwe ya berpirsyariyane gelekî bilind bû, bi eşqeke mezin li her qadê tev li karên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê bû, heta kêliya dawî jî bû ew milîtan ku karên mezin dikir. Felsefeya ‘pariyek, xirqeyek’ ku yek ji pîvanên bingehîn ên milîtanbûyîna fedayî ya Apoyî û îdeolojiya Rêbertî ye, li her qada jiyanê ji xwe re kir esas. Wesfên pêşengiyê yên PKK’ê di kesayetiya xwe de bi xurtî temsîl kir. Pîvanên milîtaniya Apoyî ku ji bilî serketinê rêyeke din nas nedikir, bi coşa bêdawî ya jiyana gerîla re kir yek û fedakarî û mîrateyeke mezin a berxwedanê li pey xwe hişt.

Berê wî li azadiyê bû

Bû yek ji wan hevrêyan ku rastiya perwerdeyê ya PKK’ê bi pîvana ‘bi xwe zanibe’ di pratîka xwe de şênber kir, li qadên têkoşînê bû hêz ji hevrêyên xwe re. Di nava rastiyeke têkoşînê ya bêrawestan de, bû hevrêyekî xurt, milîtanekî dilsoz, şervanekî li azadiyê asêbûyî. Hevrêyê me Huseyîn li Herêmên Parastinê yên Medyayê dema ku bi erka xwe radibû di 5’ê hezîrana 2021’ê de di êrîşa hewayî ya dewleta tirk a dagirker de tev li karwanê nemiran bû.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me yê şehîd Selman Bozkûr wiha ne:

Nasnav: Dr. Huseyîn Akdag

Nav paşnav: Selman Bozkûr

Cih û dema jidayikbûnê: Hezo, 21.12.1972

Navê dayikê: Bedriye

Navê bav: M. Cesîm

Cih û dema tevlîbûnê: Amed, 1992

Cih û dema şehadetê: Herêmên Parastinê yên Medyayê, 5’ê Hezîrana 2021″

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar