Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...
Salı - 9 Temmuz 2024

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

PKK’ê ji bo têkbirina komployê û misogeriya azadiyê bang kir

Komîteya Rêveber a PKK'ê bi wesîleya salvegera komploya 9'ê Cotmehê daxuyaniyek da û bang li hêzên komploger kir ku polîtîkayên xwe yên li dijî kurdan di ber çavan re derbas bikin û bang li gelê kurd jî kir ku komployê têk bibin û azadiyê misoger bikin

Navenda Nûçeyan |

Komîteya Rêveber a PKK’ê bi wesîleya salvegera komploya 9’ê Cotmehê daxuyanî da.

Daxuyaniya PKK’ê wiha ye:

“Em dikevin sala 24’an a komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1998’an ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û di şexsê wî de li hemberî îradeya kurdên azad hat kirin. Hêzên komploger 23 sal in her rê û rêbazê bi kar tînin û hewl didin Rêber Apo û hebûna kurdên azad tune bikin. Em jî weke gel û tevger, 23 sal in li dijî komployê bi pêşengiya Rêber Apo bi lehengî li ber xwe didin. Di vê berxwedanê de me zor û zehmetiyên mezin, êşên giran kişand lê belê destkeftiyên dîrokî jî bi dest xist. Di nava 23 salên berxwedanê de bi deh hezaran şehîdên leheng dan.

Bi wesîleya salvegereke nû, em berxwedana Îmraliyê ya dîrokî û berxwedêriya ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ a li dora Rêber Apo bû xeleka ji agir, silav dikin. Di şexsê hevrê Halît Oral û Aynûr Artan şehîdên leheng ên berxwedan li dijî komployê bi rêzdarî, bi hezkirin û bi minet bi bîr tînin. Bi navê gel û tevgerê, em dibêjin ku di sala 24’an a komployê de em ê hîn bi xurtî li ber xwe bidin û hîn bi mezinahî bi ser bikevin.

Weke ku tê zanîn, komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê êrîşeke qirêj a siyaset û zîhniyetekê bû ku ji bo qirkirina gelê kurd hat kirin. Bi îmhakirina Rêber Abdullah Ocalan û tasfiyekirina PKK’ê re dihate xwestin ku pêşî li çareseriya demokratîk-azadîparêz a pirsgirêka kurd bê girtin û bi vî rengî armanca ji bo qirkirina kurdan bê temamkirin. Di vê çarçoveyê de dijminê hebûna gelê kurd, dijminê çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd û dijminê jiyana azad û demokratîk bû. Dixwest ku li ser bingeha qirkirina kurdan di bin serweriya hêzên paşverû faşîst ên li Rojhilata Navîn û cîhanê de bimîne. Bêguman encamên van êrîşên qirêj ji bo kurdan û tevahiya gelên Rojhilata Navîn gelekî giran bûn. Lê belê berxwedana mezin a 23 salan a li dijî komployê nehişt ku komploger van armancên xwe pêk bînin.

Weke ku tê zanîn, komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ji aliyê rêveberiya DYE’yê ya wê demê ve hate plankirin û bicihanîn. Ji bo serxistina komployê dewletên NATO’yê hemû, paşverûtiya cîhanê û herêmê, hêzên kurd ên xayîn û noker hatin bikaranîn. Di çarçoveya Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de parçeyê herî girîng ê destwerdana DYE’yê ya li Rojhilata Navîn bû. Lê belê tu hêzên komploger nekarîn armanca xwe ya beşdariya li komployê bi temamî bi ser bixîne. Berxwedana lehengiya kurd a bi pêşengiya Rêber Apo ev armanc û hesab hemû ji hev xist.

Hêzên komploger, ji bo tasfiyekirina Rêber Apo û Tevgera Azadiyê ya Kurd 23 sal in serî li her rê û rêbazê didin, her cûre taktîk bi kar anîn. Ji îmhakirina bi rêbaza komplogerî heta bi darvekirinê, ji polîtîkaya rizandinê ya li Îmraliyê heta bi pêvajoyên sexte yên çareseriyê, ji êrîşên topyekûn heta bi şewitandin û hilweşandinê her cûre rê û rêbaz ceribandin. Lê belê gelê kurd ê bi pêşengiya Rêber Apo û hêzên demokratîk bi berxwedana rast û bi bandor ev rêbaz hemû pûç kirin û kirin ku komplo bi ser nekeve. Vê berxwedana 23 salan, rêbazên komploger, îmha, darvekirin, planên rizandinê yên li Îmraliyê û gelek planên bi rêya AKP’ê di nava 19 salan de hatin kirin, pûç kir. Di her qonaxê de êrîşên komploger hatin şikandin, hêviya azadiyê her tim hat xurtkirin. Hêzên komploger jî li pey hev tune bûn, têk çûn.

Em niha ketine sala 24’an a komploya navneteweyî û berxwedana ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ a li dijî komployê. Encamên giştî yên 23 salan li pêş çavan e. DYE ku biryar li ser komployê da û serkêşî jê re kir, li pêşberî pêşketinên li Kurdistanê û Rojhilata Navîn mat maye. Ji bo fêhm bike bê li ku şaşitî kiriye li pey hev lêpirsînan dike. Li vê derê em careke din bi rengekî aşkera bêjin ku DYE’yê şaşitiya herî mezin, neheqiya herî mezin bi êrîşa komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo û azadiya kurdan kir. DYE bi vî rengî pîvanên xwe yên bi navê ‘Pîvanên Wilsop’ê binpê kiriye. Lewma divê DYE şaşitiya xwe ya dîrokî sererast bike û deynê lêborîna ji kurdan bi cih bîne.

Rêveberiya Husnu Mubarek a li Misrê û Rêveberiya PASOK’ê ya li Yewnanistanê ku bi rengekî çalak di komployê de hatin bikaranîn, niha li holê nînin. Heta Rêveberiya Boris Yeltsin aqûbeta hevkarên vê komployê li holê ye. Bêguman, dawiya rabûna li ber rastiya mirovahiyê ya dîrokî ya ji bo berjewendiyên erzan, têkçûn e. Aşkera ye ku rêveberiyên heyî yên hemû welatên di komployê de hatin bikaranîn ji bo lêborînê deyndarê kurdan e û divê şaşitiyên xwe sererast bikin.

Rewşa dewleta tirk û rêveberiya AKP’ê ku gardiyanê komployê ne, li holê ye. Bulent Ecevît ku yek ji du kesên bi îdîaya serxistina komployê li Tirkiyeyê xwe da pêş, aqûbeta wî li holê ye. Ne komplo fêhm kir ne jî encama têkçûnê têgihîşt. Bi rengekî giran berdêla têkçûnê da û ji holê rabû. Kesayetiya Tayyîp Erdogan ku bi sûdwergirtina ji vê yekê li ber xwe dide, rewşa ku tê de ye li pêş çavan e. Xwe dispêre Devlet Bahçelî, Hakan Fîdan, Suleyman Soylû û Hûlûsî Akar ku endamên gladyoya super in, hewl dide xwe li ser pêyan bihêle. Lê belê aşkera ye ku li pêşberî berxwedana azadiyê ya kurdan ew jî ji hev dikeve û têk diçe. Tayyîp Erdogan bi xwe re Tirkiye jî aniye ber têkçûnê. Diyar e ku bi têkçûna mutleq a komployê re wê siyaset û zîhniyeta faşîst-qirker a li Tirkiyeyê jî tune bibe.

Bêguman hêza herî ketî ya komploya navneteweyî nokerî-xiyaneta kurdan e. Di şexsê PDK’ê de aşkera bûye ku ev rewş gihîştiye kîjan astê. Bi hêzên faşîst-qirker ên dijminê kurdan ên sondxwarî re bûne yek û fîşekê berdide hêzên azadiyê yên kurd, wan qetil dikin. Aşkera ye ku ev yek tê çi wateyê. Careke din diyar bûye ku têkoşîna li dijî siyaset û zîhniyeta faşîst-qirker ji têkoşîna li dijî nokerî-xiyanetê ne cudatir e. Li ser vê bingehê, di şexsê şehîdên Xelîfanê de em şehîdên leheng ên berxwedana li dijî dagirkeriyê yên Heftanîn, Metîna, Zap, Avaşîn, Zagros û Xakurkê bi rêz û minet bi bîr tînin. Bang li gelê xwe dikin ku li ser xeta şehîdên leheng hîn bi xurtî li hev bicivin û bi xurtî bimeşin.

Di nava berxwedana 23 salan a li dijî komploya navneteweyî de aşkera ye ku Rêber Apo çawa pêşketinên mezin ên dîrokî afirandiye. Bûyîna Rêbertî ya Sêyemîn di nava vê berxwedanê de pêk anî û Rêber Apo weke rêberê bindestan hemûyan bû rêberekî gerdûnî. Teoriya Modernîteya Demokratîk vê rastiyê vedibêje. Encamên pratîkî yên vê pêşketina dîrokî li Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cîhanê wê dema bê hîn bi zelalî û berfireh aşkera bibe.

Gelê me jî daxwaz û hişmendiya jiyana azad di nava berxwedana 23 salan a li dijî komployê xurt kiriye. Hêzên me yên gerîla ku pêşengên leheng ên gelê me ne, di nava vê pêvajoyê de gelek caran ispat kiriye ku têk naçe û serketî ye. Şoreşa Azadiyê ya Jinan ku garantiya serketinê û pêşenga têkoşîna me ya azadiyê ye, pêşketina xwe ya herî mezin û bi wate di nava vê berxwedana 23 salan de pêk anî. Ciwanên kurd her tim bûn hêza bingehîn a têkoşîna 23 salan a li dijî komployê. Têkoşîna 23 salan a li dijî komployê pêşketinên girîng û bi wate yên dîrokî afirand, mîna Şoreşa Azadiyê ya Rojava.

Mîna ku Rêber Apo timî dibêje, karê me yê 23 salan eynika karê me yê sala 24’an e. Aşkera ye ku têkoşîna herî bi wate û mezin a li dijî komploya 9’ê Cotmehê, têkoşîna herî mezin a li dijî versiyona vê komployê ya salên 2019 û 2020’î yên li Girê Spî, Serêkaniyê û Şengalê dê di sala 24’an de bê meşandin. Pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi rê ve diçe, wê li her qadê bê xurtkirin û bi vî rengî sîstema îşkenceyê û tecrîdê ya Îmraliyê bê hilweşandin û komplo teqez bê têkbirin. Bi rê û rêbazên afirîner stratejiya me ya şerê gel ê şoreşgerî dê bi ser bê xistin.

Li ser vê bingehê em bang li hêzên komploger hemûyan dikin ku polîtîkayên xwe yên heyî yên li dijî kurdan ji nû ve di ber çavan re derbas bikin; bang li hevrêyên xwe yên partiyê, gelê xwe yê welatparêz û dostên xwe yên demokratîk dikin ku li pêşberî rastiya komployê xwe nû bikin û di sala 24’an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têkoşînê li her qadê hîn bi bandor bimeşînin, komployê têk bibin û azadiyê misoger bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar