Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘PKK’ê jinbûn û kurdbûnê bi cîhanê da nasîn’

Endama Koordînasyona Komelên Jinên Ciwan Jiyan Koçer destnîşan kir ku PKK’ê ji bo ciwan û jinên ciwan hêza tolhildanê ye û got “Îro erka demê ew e ku li dora PKK’ê li hev kom bibin.”

Endama Koordînasyona Komelên Jinên Ciwan Jiyan Koçer bi wesîleya salvegera 44’emîn a damezrandina PKK’ê axivî û got: “PKK’ê ji bo ciwan û jinên ciwan bû hêza tolhildanê ku bikaribin li hemberî dijmin têbikoşin. Ji ber vê PKK’ê ji bo ciwan û jinan nasname ye.”

Jiyan Koçer salvegera damezrandina PKK’ê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li şehîdên şoreşê, malbatên şehîdan û ciwanên Kurdistanê pîroz kir û wiha got: “Di şexsê heval Rûken, Sara, Baz û heval Helbest de hemû şehîdên pêvajoya şerê gelê şoreşgerî bibîrtînin. PKK’ê ji bo gelê kurd bû çavkaniya jiyan, berxwedan, şer û têkoşînê. Erk û berpirsyariya me ya ku em hîn bêhtir PKK’ê fêhm bikin. Ji ber vê yekê PKK ji bo ciwan û jinan nasnameya wan pênase dike. PKK’ê cardin rastiya jinbûn û kurdbûnê li civakê û cîhanê dide nasîn. PKK bû hêza kombûyina hemû ciwanên Kurdistanê û hêza jinên berxwedêr û serhildêr cardin nû kir. Jin xwe di nav PKK’ê de nas kirin. Îro li çiyayên Kurdistanê bi pêşengtiya jinan û ciwanan berxwedanek di asta herî jor de tê meşandin. Li hemberî dijminê hov û barbar ku dixwaze îro welatê me dagir bike, ciwan û jinên kurd li ber xwe didin.”

‘PKK jinûve jiyan e, ruhê tolhildanê ye’

Jiyan Koçer da zanîn ku ciwan û jinên ciwan îro bi ruhê Rêbertî û PKK’ê li hemberî êrîşên hovane ên dijmin li ber xwe didin û wiha got: “Qirkirin îro li ser gelê kurd tê ferzkirin. Ji bo ku em vê qirkirinê bidawî bikin, erk û berpirsiyartiyên demê li pêşiya me ne. Eger em îro bikaribin di tunelên şer de di bin êrîşên herî hovane de li ber xwe bidin, ev bi ruhê Rêbertî, PKK’ê û ruhê jina azad e. Me têkoşîn û berxwedan bi PKK’ê re fêm kir û em ê bi PKK’ê re bidomînin.”

‘PKK bûye wargeha jinan’

Jiyan Koçer işaret bi êrîşên dagirkeriyê kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “PKK’ê bûyîn jinûve jiyan e, ruhê tolhildanê ye. Dijmin ev 100 sal in topyekûn dagirkeriyê li ser gelê kurd dide meşandin. Ruhê gelê kurd, ruhê ciwan û ruhê jinan dagirkeriyê, parçe parçe kirin. Lewma PKK’ê ji bo gelê kurd roja vejînê ye. PKK’ê li hemberî teslîmbûn û xiyanetê ye. PKK’ê li me da fêmkirin ku rastiya jiyanê bi jinan pêkan e. Ji bo vê jî bûye wargeha hemû jinan. Îro li her çar aliyên cîhanê jin berê xwe didin PKK’ê û xwe di nav de pênase dikin. Ji ber ku PKK bûye cihê tolhildana jinan. Hişmendiya AKP’ê ya faşîst li Kurdistanê bi rojanê jinên ciwan qir dikin û dikujin, em ê li vê derê bi ruhê PKK’ê tola wan rakin. Ji bo vê PKK cihê kombûyin û serîrakirina ciwanan e. Her wiha ji her kesê re bûye çavkaniya moral, hêvî û hêz. Em vê ruhê îro li Rojhilatê Kurdistanê jî dibînin. Zêdetirî 3 meh in li rojhilatê Kurdistanê bi pêşengtiya jin û ciwanan li hemberî rejîma faşîst, qirker û baviksalar a Îranê serî radikin. Li hemberî kuştin, tacîz û tecawîzê serî rakirin. Di şexsê Jîna Emînî de îro ciwan û jinên kurd pêşengtiya vê dikin. Eger ku îro dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li kolanên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê deng vedide, ev ruhê PKK’ê ye.”

Jiyan Koçer diyar kir ku pêwîste her kes li her çar parçeyên Kurdistanê û bi taybetî li Bakur û Rojhilatê Kurdistanê bi ruhê PKK’ê li hemberî dagirkeriyê têbikoşin û ev bang kir: “Ez bang li hemû ciwanan dikim, îro erka demê li dora PKK’ê kombûyin e.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar