Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

PKK’ê şehîdên meha Gulanê bi bîr anî

PKK’ê Şehîdên Meha Gulanê bi bîr anî û ev tişt got: “Gerîla û gelê Kurd yê ku xwe li ser xeta şehîdan perwerde dike, bi pêşengiya berxwedanên Zap û Avaşînê her rojê bike rojeke ku destanên qehremaniyê tê nivîsandin û wê faşîzma AKP û MHP’ê teqez hilweşîne.”

Komîteya Rêveber a PKK’ê bi wesîleya Meha Gulanê ya Şehîdan daxuyaniyek da û diyar kir ku ew li eniyên şer şehîdên nû dide û ciwanên Kurd di serî de divê gel van fermandarên wêrek baş fêm bikin, rast xwedî li wan derkevin û di bin fermandariya wan a manewî de li her dera ku pêngava şerê gel a şoreşgerî tê kirin divê xeta serfiraziyê were geşkirin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin: “Em Tevgera Azadiya Kurdistanê û gelê Kurd di nav berxwedana dîrokî ya gerîlayên qehreman li Zap û Avaşînê dikin, dikevin Meha Gulanê ya Şehîdan a 46’emîn. Li eniyên şer em şehîdên nû didin. Jin û mêrên gelên Kurd ên herî wêrek Zap û Avaşîn di serî de li her çar parçeyê Kurdistanê li hemberî dijminê qirker û faşîst bi qehremanî li ber xwe didin. Êdî ew dem hatiye ku faşîzma AKP û MHP’ê were hilweşandin û pergala êşkenceyê ya Îmraliyê were şikandin. Li ser vî esasî em hemû kesên ku ji bo Kurdistana Azad û Tirkiyeya Demokratîk têdikoşin silav dikin û serkeftinê ji wan re dixwazin. Di şexsê Agir û Şaristan de em şehîdên qehreman ên berxwedana Zap û Avaşînê bi rêz û hurmet bi bîr tînin.

Gelekî zelal e ku faşîzma AKP û MHP’ê bêyî ku bibêje meha Remezanê ye û rojî ye çeteyên xwe yên faşîst dişîne ser gel û tevgera me. Ji 17’ê Nîsanê û vir ve li ser Zap û Avaşînê planeke êrişa dagirker da destpêkirin. DYE û PDK di serî de gelek hêzan piştgirî dan vê êrişa dagirker. Ji bo ku ji petrol û gaza xwezayî zêdetir pereyan qezenc bikin, rijandina xwîna ciwanan ji xwe re wekî tiştekî normal dibînin. Niha jî bêyî ku bibêje cejn û îbadet e, êrişên xwe yên dagirker didomîne. Cejna ku divê di nav coşê de were pîrozkirin ji bo gelên Kurd û Tirkiyeyê dike jahr. Tenê bi vî awayî desthilatdarî dixwaze temenê xwe dirêj bike û wekî vampîran jiyana xwe li ser mijandina xwînê ava kiriye.

Vampîrtî jî wê nikaribe faşîzma AKP û MHP’ê rizgar bike

Divê ev tişt baş were zanîn vampîrtî jî û Dehaqtî jî êdî nikare faşîzma AKP û MHP’ê rizgar bike. Gerîla û gelê Kurd li ser xeta fedaî ya Apo û li ser şopa şehîdên qehreman li ber xwe dide, bi piştgiriya hêzên şoreşger û demokratîk wê feraset û siyaseta qirker û mêtinger di dîrokê têxe bin axê. Gerîla û gelê Kurd yê ku xwe li ser xeta şehîdan perwerde dike, bi pêşengiya berxwedanên Zap û Avaşînê her rojê bike rojeke ku destanên qehremaniyê tê nivîsandin û wê faşîzma AKP û MHP’ê teqez hilweşîne. Wê her roja Sala Pêncîyemîn a Avabûna Apoyî bike Newroz û qada berxwedanê û pêngava Dem Dema Azadiyê ye ya ku xwe hedefa wê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye wê bigihîne serfiraziyê.

Li hemberî îxanetê têkoşîna li ser xeta Karasûngûr

Bêguman wê vî tiştî bi saya hêza ku ji şehîdên me yên qehreman ên ku di meha Gulanê de şehîd bûne, wê bike. Têketina meha Gulanê li ser esasê 1’ê Gulanê bi heybet e. 39 sal berê di 2’ê Gulanê de jî endamê yekemînê Komîteya Navendî ya PKK’ê û yekemîn Berpirsê Leşkerî Mehmet Karasûngûr û milîtanê me yê partiyê Îbrahîm Bîlgîn li Qendîlê şehîd bûbûn. Dîsa dibe salvegera şehadeta hevalên me yên fermandarên qada Amedê Azad Sîser û Çekdar Amed. Di salvegera şehadeta wan de em heval Mehmet Karasûngûr, Îbrahîm Bîlgîn, Azad Sîser û Çekdar Amed bi rêz û hurmet bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê bîranîna wan bidin jiyîn. Em di serî de bang li ciwanên Kurd û gel dikin ku van fermandarên wêrek baş fêm bikin, rast xwedî li wan derkevin û di bin fermandariya wan a manewî de divê li her dera ku pêngava şerê gel a şoreşgerî tê kirin divê xeta serfiraziyê were geşkirin.

Divê em ji bîr nekin heval Mehmet Karasûngûr fermandarê nemir ê Berxwedanên Hîlwan û Sîweregê bû. Berxwedanên piştre li ser tecrubeyên xurt ên Berxwedana Hîlwan û Sîweregê ava bû. Heke li Hîlwan û Sîweregê ev berxwedan pêk nehata ew ê PKK jî tunebûya û wê Kurdbûna azad a niha jî pêk nehata. Wê şoreşa neteweya demokratîk, şoreşa azadiya jinan, rêxistinkirina gel û gerîla jî pêk nehata.

Wê heval Mehmet Karasûngûr tevî fermandarê gerîlayê nemir Mahsûm Korkmaz jî li Rojhilat û Başûr jî nikaribûya amadekariyên gerîlatiyê bikira. Tevî heval Îbrahîm Bîlgîn dema ku xwest yekîtiya neteweyî ya gelê Kurd ava bike, şehîd bû. Heke ne ji wan amadekariyên pratîk bûya wê Pêngava Gerîlayan a 15’ê Tebaxê û geşedana çil salan a gerîlayên azadiya Kurdistanê pêk nehata.

Heval Karasûngûr gelekî dixwest yekîtiya neteweyî pêk were îro em dibînin encamên pêknehatina yekîtiya neteweyî çawa ye. Li pêş çavan e ku nokerî û îxanet a ku li ser hebûna neteweyî ya gelê Kurd bûye gurekî xwînmij di warê dîrokî de rê li ber çi vekiriye. Nexwe divê li hemberî nokerî û îxanetê li ser xeta Karasûngûr têkoşîn were kirin û ji bo afirandina yekîtiya neteweyî ya Kurdan jî divê mirov wekî Karasûngûr kedê bide.

Hevrêyên me Azad û Çekdar hîn jî rê nîşan didin

Fermandarên Qada Amedê hevrê Azad Sîser û Çekdar Amed ku em di salvegera şeşemîn a şehadeta wan de ne, li dijî êrişên tunekirinê yên faşîzma AKP-MHP’ê ya li ser bingeha ‘plana çalakiyê ya têkbirinê’, yekemîn berxwedana mezin nîşan dan û li ser vê bingehê hîn jî rê nîşan didin. Eger wê demê ne ji berxwedanên lehengî yên li Amedê û derveyî wê bûya, îro li Zap û Avaşînê li dijî faşîzma AKP-MHP’ê berxwedana lehengî nedihate meşandin. Wê demê hevrê Azad û Çekdar bi pratîka xwe hîn jî rê nîşan didin, pêşiya me tevger û gel ronî dikin. Di serî de jin û ciwan em bang li tevahiya gelê xwe yê Amedê dikin ku van fermandarên leheng rast fêhm bikin, bi xurtî xwedî li wan derkevin û ber bi berxwedana serketinê ya dîrokî ve bimeşe.

Gelê me yê welatparêz û gelên Tirkiyeyê! 6’ê Gulanê ya bê, salvegera pêncîemîn a şehadeta rêberên şoreşger Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan û Huseyîn Înan e ku ji aliyê rêveberiya faşîst a 12’ê Adarê li Enqere-Mamakê hatin darvekirin. Beriya her tiştî em van her sê şoreşgerên ku sembola wêrekî, îrade û baweriyê ne, Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan û Huseyîn Înan di salvegera pêncîemîn a şehadeta wan de bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku armancên wan bi ser bixînin. Serketina berxwedana gerîla ya mezin a ku em li Zap û Avaşînê dimeşînin, diyarî van pêşengên gerîla yên Tirkiye û Kurdistanê dikin.

Baş tê zanîn ku beriya pêncî salî Tirkiye di serdemeke diyarker a dîrokî de bû û îro jî ev pêvajo dewam dike. Ev têkoşîna mezin a ku îro ber bi dawiyê ve diçe wê demê derkete holê. Yên ku li ser bingeha darbeya leşkerî ya 12’ê Adara 1971’ê xwestin Tirkiyeyê veguherînin dîktatoriya leşkerî-faşîst, dîktatoriya îro ya AKP-MHP a qirker-faşîst afirandin. Yên ku bi pêşengiya Denîz Gezmîş, Mahîr Çayan û Îbrahîm Kaypakkaya xwestin Tirkiyeya Demokratîk ava bikin, li ser bingeha berxwedana lehengî meşa serketinê ya tevgera şoreşê ya yekbûyî, berxwedana gel û gerîla afirandin. Li ser vê bingehê, hesabpirsîneke dîrokî heye di şexsê AKP-MHP’ê de siyaset û mejiyê faşîst-qirker tê avêtin.

Çirûska denîzan venemirî

Diyar e ku pêncî salên derbasbûyî vala derbas nebûye. Diyar e ku çirûska ku Denîz, Yûsûf û Huseyîn pê xist venemirî; berevajî veguherî agirê şoreşgerî û di destê gerîla de ku şûrê azadî û edaletê ne, bû hêza ku zaliman hemûyan têk dibe. Ev hêz niha bi berxwedana li Zap û Avaşînê dîrokê dinivîsîne û Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan û Huseyîn Înan ên beriya pêncî salî çirûska destpêkê vêxistin, di berxwedana heyî ya dîrokî de têne bîranîn. Tevgera Apoyî ku beriya pêncî salî ala vê berxwedanê hilda, îro bi hemû hêzên demokratîk û şoreşger ên Tirkiyeyê û di bin ala HBDH’ê de hewl dide Kurdistana Azad û Tirkiyeya Demokratîk ava bike.

Li ser vê bingehê em pêşengên şoreşa Tirkiyeyê Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan û Huseyîn Înan careke din bi hurmet bi bîr tînin; bang li hêzên demokratîk û şoreşger, karker û kedkar, jin û ciwanên Tirkiyeyê dikin ku berxwedana şoreşê ya beriya pêncî salî destpê kir rast fêhm bikin, di şexsê şehîdên leheng ên vê pêvajoya dîrokî Denîz, Yûsûf û Huseyîn de xwedî li vê pêvajoya dîrokî derkevin, li dijî êrişkariya faşîst a AKP-MHP’ê ku hewl dide tevahiya Kurdistanê dagir bike li her qada Tirkiyeyê berxwedana antîfaşîst xurt bikin û dawî li faşîzma AKP-MHP’ê bînin.

Em hemû şehîdên xwe yên leheng ên meha Gulanê bi rêzdarî û bi minet bi bîr tînin. Bîranîna şehîdên me yên leheng pêşengên têkoşîna me ya azadiyê ye!”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar