Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

PKK’ê têkildarî Komkujiya Parîsê daxuyaniyek nivîskî weşand

Komîteya Rêveber a PKK'ê têkildarî salvegera Komkujiya Parîsê daxuyaniyek nivîskî da û wiha got: “Di sala 9’emîn de li dijî komkujiya Parîsê em ê têkoşînê bi pêngava xwe ya berxwedanê 'Dema Azadiyê' re bikin yek, li çar parçeyên Kurdistanê, li hemû Rojhilata Navîn û cîhanê bi rengekî xurtir geş bikin.”

Komîteya Rêveber a PKK’ê têkilî salvegera komkujiya 9’ê Çile ya 2013’an a Parîsê ku yek ji damezirandinê ya PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera Parîsê ya KNK’ê Fîdan Dogan (Rojbîn), endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylamez (Ronahî) hatibûn qetilkirin, daxuyanî da.

Daxuyaniya Komîteya Rêveber a PKK’ê ya derbarê 9’ê Çileyê de wiha ye: “Em ketine sala 8’an ku yek ji damezirandêra partiya me PKK Sara (Sakîne Cansiz) û milîtanên hêja yên partiya me Rojbîn (Fîdan Dogan) û Ronahî (Leyla Şaylemez) 9’ê Çileya 2013’an li paytexta Fransayê Parîsê ji hêla rêxistina îstîxbarî ya tirk MÎT’ê ve bi rengekî alçaxî hatin qetilkirin. Em dikevin sala 9’an a yek ji êrîşa herî bi hovîtî ya sala 21’an. Bi vê bingehê em şehîdên xwe yên Parîsê Sara, Rojbîn û Ronahî bi hurmet, hezkirin û mînetê bi bîr tînin, di sala 9’an de em tevger û gel careke din diyar dikin ji kujerên faşîst bi rengekî xurt hesab bipirsin û bi rengekî mezintir bi ser bikevin.

Parîs komkujiyeke AKP’ê bû

Weke ku tê zanîn komkujiya 9’ê Çileya 2013’an komkujiyeke AKP’ê bû. Piştî komkujiyeke din a AKP’ê Roboskî bi 13 mehan pêk hatiye. Biryara komkujiyê hikûmeta AKP’ê ya bi Seroktiya Tayyîp Erdogan daye, komkujî ji hêla rêxistina îstîxbarî MÎT’ê ya bi seroktiya qutiya tarî ya Tayyîp Erdogan Hakan Fîdan ve hatiye plankirin û bicihanîn. Di komkujiyê de tetîkkêş Omer Guney hatibû bikaranîn. Omer Guney ku xwe weke ‘şoreşger’ nîşan dayî û ketî nav Tevgera me ya Azadiyê li Parîsê sê jinên kurd ên şoreşger bi plankirî bi demanceyê qetil kir. Piştî komkujiyê tekîkkêş Omer Guney hat girtin, rêveberên AKP’ê Tayyîp Erdogan, Huseyîn Çelîk û M. Alî Şahîn jî bi daxuyaniyên ku dane li ser xwe girtine wan biryar li ser komkujiyê dane.

Ev hemû ji hêla Dozgeriya Fransayê ve hatiye aşkerekirin û li gel ku di îdîanameyê de hatiye nivisîn jî, beriya ku dadgeh dest pê bike bi  bîst rojan hatiye aşkerekirin ku kujer Omer Guney li girtîgeha ku lê dima miriye, daraza li edliyeya Fransayê ya komkujiya Parîsê ya 9’ê Çileya 2013’an nehatiye kirin û doz hatiye xistin. Bi vî rengî daraza Fransayê ji hikûmeta Tayyîp Erdogan a kujer hesab nepirsiye û hewcehiyên dadmendiyê nehatiye bicihanîn. Daraza Fransayê bi vî rengî xwe kiriye hevkarê sûc. Ji vê jî wêdetir Omer Guney mir, an hat kuştin, an jî bi gotina ”mir” ji girtîgehê hat derxistin û birin devereke din, ji ber ku darizandin nehat kirin, yek ji van zelal nebû û weke pirsekê man.

Di salvegera 9’emîn a komkujiya 9’ê Çileya 2013’an ku yek ji komkujiya herî hov a dîrokî ye, rewşa hiqûqî ya li ser bûyerê wiha ye. Ji ber ku komkujî nehatiya darizandin û sûcdar nehatine cezakirin nîqaşên li ser rûdanê didomin, hema hema di her salvegerê de, her roj rûdana komkujiyê didome. Li ser vê bingehê di şexsê komkujiya Parîsê de gule li gelê kurd ê azadîxwaz, li jinên kurd, li mirovahiya azad û demokrat tê reşandin. Heta ku pergala TC’ê ya kujer, mêtinger-qirker hebe ev rewş dê bidome.

Hevrê Sara hê bi ciwantî tev li têkoşîna azadiyê bûye û li her qadê têkoşiyaye

Hevrê Sara ku li Parîsê hat qetilkirin, li Dêrsimê ku dewleta komara Tirkiyeyê di navbera 1937-1938’an hatî qirkirin jidayik bûye û hê bi ciwantî Rêber Abdullah Ocalan nas kiriye, tev li têkoşîna azadiya Kurdistanê bûye, jineke şoreşger û welatparêz e. Li dijî darbeya faşîst-leşkerî ya 12’ê 1980’yî li zindana Amedê li gel Mezlûm, Kemal û Xeyriyan milîtanake wiha ye ku pêşengî li berxwedana azadiyê kiriye. Yek ji damezirandêra PKK’ê û endama Komîteya PKK’ê ye, pêşenga Tevgera Jinên Azad a Kurdistanê û rêxistinkarê wê ye. Li Botan û Behdînanê gerîlatî kiriye, li hemû qadên Tevgera Azadiya Kurditanê û Têkoşîna Azadiya Jinan bi her astê bi peywirê rabûye û bi cih aniye. Têkoşîna îdeolojîk, siyasî, rêxistinî û leşkerî bi rê ve biriye û kariye ku xwe bike milîtaneke fedayî ya Apoyî ya şoreşger.

Li ser şopa hevrê Sara hevrê Rojbîn û Ronahî jî li Ewropayê tev li têkoşîna azadiyê bûne, xwe li ser xeta Apoyî perwerde kirine û bûne milîtanên xurt û serkeftî yên şoreşger. Bi xebatên serkeftî yên ku li her qadê kirin, bûne milîtanên pêşeng ên ciwan û jinên kurd.

9’ê Çileyê gule li biratiya gelan, mirovahiya azad hatiye reşandin

Ji ber vê guleya ku 9’ê Çileya 2013’an a li hevrê Sara, Rojbîn û Ronahî hatî reşandin li Rêberê Gelê Kurd, li gelê kurd û li Tevgera Azadiyê hatiye reşandin. Ev gule bi esasî guleyên faşîst-qirker in ku li çareseriya demokratîk a pirsa kurdan hatine reşandin. 9’ê Çileyê di şexsê hevrê Sara, Rojbîn û Ronahî de bi esasî gule li azadiya jinan hatiye reşandin, bi astengkirina Tevgera Azadiya Jinan hatiye xwestin ku hişmendiya serwer a mêr û siyaset were domandin. 9’ê Çileya 2013’an li Parîsê gule li biratiya gelan, li mirovahiya azad hatiye reşandin.

Em Tevgera Azadiya Kurdistanê û gelê kurd, hemû jin û tevgerên şoreşger û demokratîk ev heşt sal in li dijî hişmendî û siyaseta ku komkujiya Parîsê derxistî holê me têkoşîneke mezin da û bi astengekî girîng me kir ku ki kujerên faşîst hesab were pirsîn. Di nav têkoşîna dijî komkujiya Parîsê de me hemû jinên ku ji bo azadiyê têdikoşin, hemû hêzên şoreşger-demokratîk ên cîhanê me hêza wan kir yek. Me şehîdên xwe yên komkujiya Parîsê hevrê Sara, Rojbîn û Ronahî kirin sembola têkoşîna azadiya Kurdistanê û sembolên Şoreşa Jinên Azad û bi cîhanê dane naskirin. Bi vê bingehê me dewleta TC’ê ya ku dijminê kurdan, jinan û gel e, dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê bi hemû cîhanê da nasandin.

Niha di sala 9’emîn de têkoşîna dijî komkujiya Parîsê bi pêngava me ya berxwedanê ‘Dema Azadiyê ye’ bikin yek, li çar parçeyên Kurdistanê, li hemû Rojhilata Navîn û li çar hêlên cîhanê em ê geştir bikin. Bi şikandina tecrîda Îmraliyê, hilweşandina faşîzma AKP-MHP’ê, li dijî dagirkeriya TC’ê li her qadê bi berxwedanê em ê ji faşîstên komkujên Parîsê bi rengekî xurtir hesab bipirsin. Em ê şehîdên xwe yên komkujiya Parîsê hevrê Sara, Rojbîn û Ronahî di azadiya Rêber Apo, di Kurdistana Azad, Tirkiyeya demokratîk û Rojhilata Navîn a demokratîk de bidin jiyîn. Em tevger, gel û dostên me li ser xeta Apoyî li ser şopa şehîdên me yên leheng ji bo azadiyê em ê bi rengekî xurtir li ber xwe bidin û hê mezintir bi ser bikevin.

Bi vê bingehê di serî de jin û ciwan em bang li gelê xwe yê welatparêz, dostên xwe yên şoreşger, demokrat dikin ku di salvegera 8’emîn a komkujiya Parîsê de bi rengekî xurtir û girseyî bi çalakiyan protesto bikin, li her qadê bi rengekî xurt tev li çalakiyên protestoyî bibin, di sala 9’emîn de li dijî komkujiya Parîsê û dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê ku komkujiyên wiha derdixîn holê, li ser xeta serfiraziyê ya Pêngava Berxwedanê ya Dema Azadiyê ye geş bikin û bi çalakiyên zengîn bimeşînin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar