PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

Plan ji Tirkiyê çêkirin li PDK û hikumeta Iraqê

Cubeyar Şêx Silêman diyar kir ku lêkirina dîwar di navbera Şengal û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bendeke veşartî ya peymana 9'ê Cotmeha 2019'an e û got ku ev plan a Tirkiyeyê ye û hikumeta Iraqê û PDK'ê pêk tînin

Ji nîvê meha adarê ve artêşa Iraqê di navbera Şengal û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bi dirêjahiya 250 km dîwarekî lê dike. Derbarê mijarê de girînendeyê Karûbarên Êzidiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Cubeyr  Şêx Silêman ji ANHA`yê re axivî.

Cubeyr Silêman diyar  kir ku komployên li dijî Êzidiyan nehatine rawestandin û wiha got: “Di sala 2014’an de rê ji çeteyên DAIŞ’ê vekirin ku êrişî Şengalê bikin û piştre gelek komployên din hebûn. Armanc ji van komployan qirkirina civaka êzidî ye.”

Şêx Silêman anî ziman ku êrişkar û komploger Şengaleke bêyî êzidî dixwazin û wiha domand: “Naxwazin ku êzidiyên koçber vegerin Şengalê, berovajî vê yekê dixwazin Şegalê bêyî êzidî ji xwe re bihêlin da ku plana xwe yên dorpêçkirina Rojava ji aliyê Şengalê ve dewam bikin û Şengal û çiyayên wê yên stratejîk, erdîngarî û dîrokî ji bo xizmeta ajnîdeyên xwe bi kar bînin.”

 ‘Naxwazin fikrê rêveberiya xweser xurt bibe‘

Cubeyr Şêx Silêman destnîşan kir ku dema êrişên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Şengalê, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi Şengal û şêniyên wê re sekinî, koçberên Şengalê pêşwazî kir, alîkarî ji wan re peyda kir heta ku vegeriyan Şengalê, her wiha destek da damezirandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîka Şengalê.  Şêx Silêman bi domdarî got: “Dixwazin her du herêman ji hev qut bikin da ku fikrê Rêveberiya Xweser bi awayekî zêdetir li herêmê xurt nebe û bibe tecrubeyek ku gel û civakên din jî bixwazin wê pêk bînin.”

Plan a Tirkiyeyê ye

Girînendeyê Karûbarên Êzidiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cubeyr Şêx Silêman da zanîn ku lêkirina dîwar beşek ji peymana 9`ê Cotmeha 2020`an a derbarê Şengalê de ye ku hikumeta Kazimî û PDK`ê bi wesiyeta Tirkiyeyê îmze kir û wiha got: “Diyar e ku lêkirina dîwar jî bendeke veşartî ye ku nehatiye ragihandin. Dewleta Tirk ji vê planê ne dûr e lê plan dike û hikumeta Iraqê û PDK`ê pêk tînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar