Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Plana A B C a kurdan: Berxwedan e!

Dewleta tirk a mêtinger û qirker ku her gavê ji bo dagikerî û qirkirina kurdan dikeve nava hewldanên şer û gefên êrîşan, di demên dawî de dûvê xwe gez dike. Dîktator Erdogan ê ji bo her gavê dermanê xewê dide civaka tirk û radizîne piştre li ber deriyê wan bi dahol û zirnê weke hirçên li ser dikê direqise. Dike qîr û hewar; ‘min got, ez pêk tînim. Kes nikare li pêşiya tirkan û biryarên wan bisekine.’

Demên dawî mîna gotinên mezinan a dibêje; ‘Mirîşkê çav li betê kir, qûn li xwe teqand’, dîsa ‘Mirîşk hêk dike, teb li qûna dîkil dikeve’. Berdêlên giran kurdan dane û destkeftiyên bi wan berdêlan hatine girtin dixwazin biparêzin, ev li zora Erdogan diçe. Ji bo wê Erdogan jî car bi Rûsyayê re, car bi Îranê re û car bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê re li ser rewşa Rojava ku di bin navê ‘ewlehiya sînor’ de li ser hev civîn pêk dianîn. Digot; ‘Ez guh nadim kesê, ez çi bêjim wê wilo be’ dihewtand. Lê me teva dît ku weke wî digot nebû. Lê dîsa weke bêşerman li ser ekranên TV’iyan, hemû TV di carek de rûyê wî yê reş dida, got; ‘Dawiya dawî me bi ya xwe kir, em ji ya xwe nevegerîn û em ê li ser sînorê bakur û rojhilatê Sûriyeyê herêma ewle bi qasî 35 kîlometreyan herêmeke bi ewle çêbikin.’ Derket holê ku şivek li nav guhên wî yên dirêj dane, ne bi ya wî û ne jî ya kalikê wî bû.

Dema dîtin ku bi ya wan nebû, ji aliyê gelek derdor û hêzan ve halê ketî nav çiqasî tengijîne vê carê behsa planên A, B, C kirin. Jixwe generalê wan ê teqawît bûye jî, li xwe mikur hat ku ne tişta ku wan li Minbicê xwestî pêk hatiye û ne jî niha ya ku dixwazin derbasî aliyê din ê Firatê bibin! Vê kir ku ‘plana A’ ber bi avê biçe. Plana wan a A di çemê Firatê de xeniqî.

Niha qaşo ‘plana B û C’ di dewreyê de ne. Tew planên dijminan diyar in, çi A be, çi B û çi jî C be.. Planên dewleta tirk ên dîktator Erdogan û faşîst Bahçelî ya A ‘Dagirkerî’ B ‘Mêtingerî’ C jî ‘Qirkirin’e. Halê hazir niha her sê plan xistine dewreyê û dixwazin encamê bigirin. Bi berxwedan û israra jiyana bi hev re ya gelê bakur û rojhilatê Sûriyeyê li gel hemû pêkhateyan, ‘plana A’ ya Erdogan weke dil dixwest nebû. Niha ‘plana B’ jî bi êrîşên derveyî sînor û dîsa desteserkirina vîna gel ango şaredariyên HDP’ê re derket holê. Ev tişteke ku gelê kurd lê bimîne heyirî nebû; jixwe tim di rojevê de bû. Piştî dîtin ku ya dixwest neçû serî, yek bi yek kîsên xwe vekirin, dosyayên genî yên plan li ser dariştîn derxistin. Niha jî mêtingerî û hovîtî di dewreyê de ye.

Plana C jî dema ku planên A û B gav bi gav ser ket, jixwe encama plana A û B, C teman dike. Halê hazir niha hemû hewldan ew e ku ‘plana C’ bixe meriyetê û dawî li hebûn û vîna kurdan bîne. Bi fîzîkî nekarî dawî li kurdan bîne, niha jî dixwaze bi ‘plana A,B,C’yê hêdî hêdî vîn, rûmet û hebûna kurdan ji dest bigire û bi qirkirina spî tune bike. Lê ji bo vê divê di serî de Erdogan û Bahçelî, hêj pir zêde biçin dîroka kalikên xwe bixwînin bê ka cihên bi sere wan derbas kirî û li ber çavên wan re borî bibîne, binêre gelekan xwe kirin xweşmêr û meydan xwendibûn, lê hemû dûvê xwe xistin nava lingê xwe û ji ya xwe hatin xwar.

Li dijî van hemû kiryar û ji derveyî planên A,B,C heta êrîşên qirker ên dijminên kurdan tenê yek plana kurdan heye ew jî berxwedan e. Bi gotineke din plana A, B, C a kurdan her ‘Berxwendan  e’, wê her ‘Berxwedan’ be. Berxwdana ku îro li dijî dagirkerî, mêtingerî û qirkirinê tê kirin, di asta herî jor de ye û divê vegere raperînên topyekûn ên li dijî dagirkeriyê. Berxwedan îro li dijî desteserkirina şaredariyan divê bibe hinceta ku gel bi şev û roj ranezê li qadan be û kolanan li dijmin teng bike!

Carekî din hate dîtin ku ‘aqilê selîm’ ê dewletê şer e, dagikerî ye. Bersiva peyama Rêber Apo bi vê rêbazê da. Ji bo wê ye divê di serî de ciwan, jin, gel û hemû hêzên demokrat û aştî xwaz hêzê ji sembola berxwedana Amedê, dayika Aklîme Hanas bigirin û dakevin qadan. Dayika Aklîme dibêje; “Ez ne diz im, dest danaynim ser tu mafê kesekî, lê mafê min hate desteserkirin. Heta mirinê ez ê li vir bim. Daxwaza mafê xwe dikim.” Ev tenê têrê dike ku mirov li ber faşîzmê rabe. Ji ber ku ya îro tê kirin, ne tenê dagirkirina şaredariyên HDP’ê ne. Ev dagirkeriya vîn û rûmetê ye. Ji bo vîn û rûmetê mirov dijî û dimire. Îro dixwazin me bê rûmet bikin. Bê rûmet bimirin. Ji bo wê ye ku em bimirin jî bila ne bê rûmet bila bi rûmet be.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar