Munzur Dersîm |
Dema ku mirov li dîrokê temaşe dike, dibîne ku gelek peyman li ser gelê kurd hatine xêzkirin. Bi van peymanan re jî gelek komkujî li ser gelê kurd hatine pêkanîn. Peymanên herî girîng jî, Qesrî Şirîn, Sewr, Sky-Pîcos û Lozan bûn.
Ji Peymana Qesrî Şîrîn a sala 1639`an a di navbera Safewî û Osmaniyan de ku cara yekem Kurdistan kir du parçe, heta peymana Lozanê û civîna garantorên Astanayê ya 1`ê tîrmeha 2020`an a di navbera neviyên Safewiyan Îran, Osmaniyên nû dewleta tirk, beşek DYE û Rûsyayê de, planên parçekirina Kurdistanê, komployên li dijî yekitiya kurdan û statuya kurdan dewam dike. Bi taybetî di van salên dawî de ku doza kurdan bûye rojeva cîhanê û êdî her kes behsa mafên kurdan dike, êrîşên bi vî awayî zêde bûne û helbet wê zêde bibin jî. Bi van êrîşan re niha bi destê hevkarê xwe PDK’ê qaşo (Partiyek Demokirasî Kurdistanê) li ser Şengal û Mexmûrê peymanên nû bidin xêzkirin.
Ez li vir vê pirsê ji me dikim. Gelo dema mirov li van peymanan temaşe dike û dixwîne çi tê bîra mirov? Dema ku em li van peymanan temaşe dikin, bê guman ne tenê qetilkirina gelê kurd tê bîra mirov di heman demê de sînorên ku gelê kurd ji çand,namûs, ziman, nasname, dîrok bi kurt û kurmancî ji her tiştê wî qut dike dide xêzkirin û tîne bîra mirov. Di cîhanê de dema netewek ji van kategoriyên xwe hat qut kirin êdî tune tê hesibandin. Ev hêzên hegemon ên ku van peymanan li ser gelê kurd û sînorên axa Kurdistanê didin xêzkirin û dixwazin serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn bidin pêkanîn tenê li pey qirkirina kurdan û berjewendiyên xwe ne.
Yek ji van hêzên hegemon jî dewleta tirk a faşîst ku niha li her cihî êrîşî destkeftiyên gelê kurd dike ye. Ji bo ku dewleta tirk desthilatdariya xwe bide dirêjkirin û domandin, li dewletên cîran hema bêje li her derê baragehên xwe dane ava kirin. Dewleta tirk salên dawî di warê leşkerî de li rojava, başûrê Kurdistanê û Lîbyayê gelek peymanên navneteweyî binpê kirin. Ji ber ku ev yek bi dilê qada navneteweyî bû û li hemberî vê neheqiya dewleta tirk bê helwest man.
Di van demên dawî ji ber ku di nav sînorên Tirkiyeyê de bêmafî di pêvajoya desthilatdariya Erdogan de di astek herî jor de pêk dihatin û piraniya van bêmafiyan jî li ser gelê kurd dihatin pêkanîn. Ji bo ku van bêmafiyan derbasî derveyî sînor bike bi hevkarên xwe re ketiye nav peymanên qirêj. Yek ji van herêmên ku peymanên qirêj li ser tên xêzkirin jî Şengal û Mexmûr e. Jixwe her tim ev her du herêm dibin gefa serokkomarê dewleta tirk Erdogan de ye. Ji ber van gefan çend caran bi balafirên şer êrîşî van herêman kirine û gelê sivîl qetil kiriye. Ev jî bi hinceta ku gêrîlayên PKK’ê li wan herêman hene dike hedef. Li aliyê din ji ber bêtifaqiya partiyên siyasî ya li herêmê û belavbûna leşkerî ji bo ku peymanên xwe pêk bînin şert û mercên tên xwestin ji bo pêkanînê ava kirine.
Gelo şert û mercên tên xwestin çi ne? Şert û mercên ku tên xwestin çawa ku li rojavayê Kurdistanê bi rêya ENKS’ê dewleta tirk bajarên kurdan Efrîn, Serêkanî û Girê Spî dagirkir û demografiya wê da guhertin, niha jî dixwaze bi rêya PDK’ê, partiyên siyasî yên li herêmê û gelê başûrê Kurdistanê bi rêya MÎT û sîxuran li hemberî Tevgera Azadiyê bi kar bîne û bi vê yekê Tevgera Azadiyê bide tasfiye kirin. Ji bo vê yekê şertê sereke yê dewleta tirk ew e ku Kerkûk, Musil û valakirina Mexmurê ye, ji bo ku demografiya xwe li ser wê xetê bide berdewam kirin û bi rojavayê Kurdistanê re bike yek û armanca xwe pêk bîne. Ev tenê hincetek a Erdogan e, ji ber ku xuya ye Erdogan dîsa bi hevkarên xwe DYE û PDK’ê li ser Şengal û Mexmûrê li pey peymanên qirêj in û dixwaze bi vê yek êrîşên rewa bide diyar kirin. Jixwe serlêdana roja çarşemê ya Nûnerê Taybet DYE’ê yê ji bo çareseriya pirsgirêkên Suriyeyê Jem Jefferî vê yekê radixe ber çavan ku peymanek nû li ser Şengal, Mexmûr û rojavayê Kurdistanê li holê ye.
Îdayên ku dibêjin, PKK li Şengal û Mexmûrê heye, gelo li Lîbya û Yemen jî PKK heye?
Wek ku Erdogan her carî li ser tora civakî gefan li gelê Şengal û Mexmûrê dixwe û dibêje, PKK li şengal û Mexmûrê heye divê PKK ji wan herêman bê derxistin dixwaze bingehê êrîşên xwe rewa bide diyar kirin. Ez jî dixwazim vê pirsê bikim. Gelo PKK li Lîbya, Yemen, Sudan, Arnevutlûk, Azerbaycan û Îdlîbê jî heye? Ger PKK li wan herêman tüne ye û PKK her tim ji bo te metirsîdar e çima Erdogan bi sedan baregehên xwe li vê herêman dane avakirin? Ev yek jî ji bo mirov gumanê dide çêkirin. Ji ber ku Erdogan di vê serdemê de li gel bi hezaran çeteyên ku ji aliyê wan ve hatine perwerdekirin li van dewletan temenê desthilatdariya xwe dide dirêj kirin. Em bi vê yekê dizanin ku armanca Erdogan ne PKK ye, armanca wî tenê qada xwe ya li ser erdê berfireh bike û desthilatdariya xwe dirêj bike. Jixwe pêwîstiya Erdogan bi ekonomiyê heye, ji ber ku ekonomiya Tirkiyeyê hatiye astek wisa ku Tirkiye ber bi tunebûnê ve bibe. Ev yek jî radixe ber çavan ka çiqasî têkçûna Erdogan nêz e.
Bi êrîşên dawî yên ser bi Şengalê û gefên li ser Mexmûrê re diyar dibe ku planek hevbeş ya DYE û Tirkiyeyê bi hevkariya PDK’ê li ser herêma Şengal û Mexmûrê heye. Di daxuyaniya rayedarên PDK û DYE’yê de jî xuya bû ku di pişt perdeyê de plananên nû tên amedekirin. Di heman demê de li pişt van peymanan jî Trump, Nêçîrvan Barzanî û Erdogan hene.