Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û dewleta tirk xwestin vê carê bi tirsandinê Şengalê vala bikin. Ji destpêka êrişên ser Şengalê ve, medya PDK’ê bi israr rastî berovajî dikir û dixwestin Şengalê vala bikin. Li gorî PDK’ê, kes li Şengalê nemabû lê rastiyê, lîstikên PDK’ê vala derxist.
Xelk pêl bi pêl vedigere mal û milkê xwe. Duh bi dehan malbatên xelkê Dugur a Şengalê carek din vegeriyan malên xwe. Malbatên xelkê Dugurê ku kel û pelên xwe li wesayîtan barkiribûn, piştî dîtin plan a PDK’ê ye û dixwazin Şengalê vala bikin, carek din kel û pelên xwe ji wesayîtan daxistin û li malên xwe bi cih bûn. Dayîkekê ji Dugurê diyar kir ku ew ti carî naxwazin li kampên Başûrê Kurdistanê bi cih bibin, ji ber wê jî ew ê dev ji malên xwe bernedin.