Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

‘Plana PDK’ê û dewleta tirk li Şengalê têk çû’

Hevserokê berê yê PADÊ Emer Saleh têkildarî operasyona li dijî şebekeya sîxurên MÎT û PDK’ê got, “Plana PDK’ê û dewleta tirk li Şengalê têk çû. Eger em pişt hêzên xwe yên ewlekariyê bigirin, wê dijmin tu carî bi ser nekeve.”

Di 24’ê çileyê de Yekîneyên Taybet ên YBŞ’ê û Hêzên Asayîşa Şengalê li dijî sîxurên MÎT û PDK’ê yên li herêmê tevdigerin û ji kuştina şoreşgerên pêşeng berpirsyar in, operasyonek hevpar li dar xistin û gelek sîxur hatin girtin. Hevserokê berê yê Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) Emer Saleh derbarê rêveçûn û encama operasyonê de nirxandin kir.

Saleh destnîşan kir ku, operasyona hevpar ji bo tevahiya ewlehiya gelê êzidî û bi taybet saziyên civakî yên sivîl gelek girîng e û got, “Dîlgirtina sîxuran bûye, dilxweşiya me hemûyan. Ji bo gelek kesan peyamek xurt bû. Êdî wê kesek bi hêsanî di nava civaka me de tevnegere. Operasyon hêj jî didome. Ji xwe hêviya me ji hêzên me yên ewlekariyê jî ev bû ku sîxurên nav me bigirin. Sîxurên hatine girtin, ji xwe sûcên ku kirine bi awayek aşkera vedibêjin. Girtina van sîxuran ji bo ewlehiya tevahiya civaka êzidî girîng bû, an wê berdêlên giran hatibana dayîn.”

‘Plana PDK’ê û dewleta tirk têk çû’

Saleh anî ziman ku, armanca PDK’ê û dewleta tirk ew e ku gelê êzidî bi hev bide kuştin û wiha berdewam kir, “Lê hêzên ewlehiyê li dijî plana PDK’ê û dewleta tirk destwerdaneke xurt kir. Planê wan hat têk birin.  Eger ev sîxur nehatibana girtin wê gelek xirabiya di nava civakê de kiribana û pêşengên me kiribana hedef. Em destxweşiyê li hêzên xwe yên ewlekariyê dikin ku rê li ber planên dewleta tirk û PDK`ê girtine.”

‘Eger em pişta hêzên xwe bin, dijmin wê têk biçe’

Saleh got rastiya her tiştî hat xuyakirin û wiha axivî: “PDK’ê gelek caran provakasyon kir ku li Şengalê aramî pêk neyê. Ji bo êzidî venegerin Şengalê serî li rêyên qirêj da. Îro rastiya wan bi awayek zelal aşkera bûye. Ji bo Şengal nebe Şengaleke Xweser serî li her rêya qirêj dan. Divê malbatên li Şengalê balê bidin zarokên xwe da ku neyên lîstikê neyaran. Eger em pişt hêzên xwe yên ewlekariyê bigirin, wê dijmin tu carî bi ser nekeve û wê nikaribe xirabiyê di nava civaka me de çêbike.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar