Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Plana rûxandinê/hilişandinê

Ji bo ku êrîşkariya dewleta tirk a vê dema dawî ya dijwar û qirker baştir were zanîn, divê dîroka vê plana ku ji Plana Sri Lanka jî sûd girtiye, bi kurtayî be jî careke din li ber çavan were raxistin.

Ev plana malxerab, di sala 2014 de, ji aliye MÎT û Musteşariya Ewlekariyê ve tê amade kirin û pêşkêşî Desteya Ewlekariya Milî (MGK)yê tê kirin.

Ev plana qirkirinê (rûxandin/hilişandinê), di 30.10.2014 de, ji aliye Desteya Ewlekariya Milî ve tê pejirandin û ji despêka sala 2015 û pêde dikeve meriyetê û heta îro jî, berfirehitir û dijwartir dewam dike.

Çend xalên balkêş ên vê Plana Rûxandinê wisane:

Ev plan, wê ji aliyê Navenda Arteşa Giştî ve were meşandin. Lê parezgerê (waliyên) bajaran, tên erkdar kirin û fermandariya hemû hêzên jendermeyan û polîsên taybet dikeve destên wan. Cihên ku pêwistî pê dîtin, hêzên arteşê û helikopter û firokeyên cengê jî dixin nava tevgêra êrîşan. Dikarin her cih û waran dorpêç bikin an naçarî koçberiyê bikin û nehêlin careke din vegerin warên xwe. Bi kurtayî, êdî xwedanê destûra her cure kiryaran e. Ewqas xwedî erk û destûra berfireh in ku dikarin her cure şêwazên tirsê û komkujiyên hezarkesî  çêbikin, koçberiyên bi sedhezaran pêk bînin û hwd.

Ji bo vê planê xurtir bide meşandin, bi Ergenekonan re lihevhatin; gelek ji wan ên ku kujer û erdnîgariya Kurdistanê baş nas dikirin, dîsa vegerandin ser kar û di vê plana qirker de dan xebitandin û didin xebitandin.

Her wiha, rê li ber çapemenî û weşanê Tevgêra Azadiyê digrin, mînak; MedNuçe, Stêrk TV, Newroz TV, Ronahî TV, MMC TV, Ozgur Gun TV, IMC TV – DIHA, Ozgur Gundem û hwd. Berovajî, hemû desthilatiya çapemenî û medyayê didin destê Anadolu Ajansi û TRTê.

Di çarçova vê planê de, li ser encama şikestina hilbijartinên 7’ê hezîranê, di 24.7.2015 de aliyê leşkerî yê vê planê kete meriyetê û komkujiyên Amedê, Pirsûsê, Enqerê û hwd.despêkir. Di encama van êrîşên qirker de, tola binketina hilbijartinên 7’ê hezîranê, bi serketina hilbijartina 1ê mijdarê standin.

Serokwezîrê wê wextê Ahmet Davutoglu, li xwe mikûr hat û got; “van çalakîna (komkujîna) bi kêrî me (AKP) hatin û dengê me yên hilbijartinê pirtir kirin” û hwd.

Her wiha li ser bingeha vê planê, êrîşên xwe yên xwînxwar, li ser bajar û navçe û gundên Kurdistanê berfirehtir kir. Him ji wan kiryarên xwe yên dîrokî, him ji modela Sri Lankayê jî dersên xwe yên zilmê xurtir kirin û li ser vê bingehê, ew êrîşên hov û xedar ên Sûrê, Şernexê, Cizîrê, Nisêbînê û hwd.pêkanîn.

Bêgûman di çarçova heman planê de, armancên êrîşên xwe berfirehtir û dijwartir kirin; êrîşên li ser Başûr-Qadên Parastina Medya, Mexmûr, Şingal û yên li ser Rojava hemû niha jî li ber çavan e.

Bêgûman, divê ev Plan û Pêvajoya Çareseriyê bi hevre were şîrove kirin. Jiber ku bi hev ve girêdayîne. Her wiha lewma têkildariya vê Planê û Plana Sri Lankayê jî bi hev re hate destnîşan kirin.

Ji ber ku armanca bingehîn a herdû dewletan û planên wan her yek e; mîna hev in. Armanca her duyan jî, bi komployê; Tevgêrên Azadiyê (Pilingên Tamîlan û PKKê) bi rûxînin/hilşînin!

Tê zanîn ku projeya Pêvajoya Çareseriyê ji aliyê Rêber APO ve hatibû despê kirin û meşandin. Lewma armanca sereke jî êrîşkirina li ser Imraliyê bû û li wira sîstema tecrîdê dirêjtir û dijwartir kir. Jixwe ev Plan nuha jî dewam dike,

Lê weke wan xwest, ev Plan û Projeya wan ne meşiya û hilbet negihişt armanca xwe.

Him Rêber APO him Tevgêra Azadiya Kurdistanê rê neda wan! Lewma him Plan dewam dike, him jî li dijî vê Planê, berxwedana lehengî û efsanewî, bi pêşengiya Rêber APO ve, him bi giştî ya gelê Kurdistanê û him bi taybetî ya Tevgêra Azadiya Kurdistanê dewam dike.

Di encamê de, armanca bingehîn ji vê plana bêbext û bêûjdan, heman aqûbeta anîn serê Pilingên Tamîlan û Şoreşa gelê Tamîlan, bînin serê Pêvajoya Çareseriyê, Rêber APO û Şoreşa Kurdistanê.

Lê ev mirazê wan di qirika wan de ma. Nuha ji bo ku ne fetisin û hilneweşin rêveberiya diktator a AKP-MHPê, ketine nava hewldanên lezgînî, lê weke ajala birîndar diperpite û rohniya rêya rizgariyê ji wan re diyar nake!

Xwedê zane, aqûbeta malbata RAJAPAKSA ya desthilata Sri Lankayê, li pêşiya malbata R.T.Erdogan û koma tirşikxwurên wî ye!

15.6.2022

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar