Pêvajoya ji çar mehan a ji 9’ê Cotmeha 1998’an heta 15’ê Sibata 1999’an bi rengekî bêhempa derbas bûbû. Ji bilî hegemona cîhanê DYA, tu hêzê nikarîbû ev operasyona ji çar mehan di vê pêvajoyê de bikira. Rola hêzên şerê taybet ên tirk (Serokê vê hêzê jî general Engîn Alan bû) di vê pêvajoyê de bû ku tenê min bi balafirê bigihîne Îmraliyê, ew jî veguhastineke bi kontrol bû. Ev pêvajo pêvajoyek wisa bû ku operasyona herî girîng a dîroka NATO’yê hate kirin. Ev yek ewqasî aşkera bû ku li her cihê diçû, kesî helweseteke dijber nîşan nedida. Yên ku nîşan didan jî yekser dihatin bê bandorkirin. Rûsya Mezin jî bi rengekî aşkera hatibû bêbandorkirin. Helwesta yewnanan ji xwe têra vegotina her tiştî dikir.
Li Romayê tedbîrên li nava malê û derdora mala ku lê dimam dihate girtin, her tişt radixist pêş çavan. Tedbîrên awarte yên ji bo dîlgirtinê hatibûn wergirtin. Nedihiştin ku derkevim derve. Tîmên ewlekariyê yên taybet heta ber deriyê odeya min her der bîst û çar saetan kontrol dikirin. Hikumeta D’Alema hikumeteke çep demokrat bû. D’Alema bêtecrûbe bû, bi tena serê xwe nekarî biryarê bide. Li tevahiya Ewropayê geriya. Îngilistanê jê re got ku divê biryara xwe bi xwe bide; piştgirî ji wî re nehate dayin. Helwesta Brukselê ne zêde zelal bû. Dawiya dawî em radestî dadgeriyê hatin kirin. Di vê helwestê de bandora Gladiyoyê tê dîtin. Ji xwe Îtalya yek ji wan welatan bû ku Gladiyo herî zêde lê xurt bû. Berlûsconî hemû hêza xwe xistibû nava liv û tevgerê. Ew bi xwe zilamê Gladiyoyê bû. Ji ber ku zanîbûn Îtalya wê nikaribe min bixapîne neçar mabûm ku biçim. Bêguman Tirkiye di berdêla vê yekê de ji bo DYA û Îsraîlê bûbû welatê herî jê bawer. Pêvajo pêvajoya pêşkêşkirina Tirkiyeyê ji bo kapîtalîzma fînansî ya global bû.
Senaryoya dagirkirina Iraqê yekser bi teslîmgirtina min ve girêdayî bû. Dagirkerî bi operasyona li dijî min hatibû destpêkirin. Heman xusûs ji bo dagirkirina Efganistanê jî derbasdar e. Ya rast yek ji gavên diyarker ên bicihanîna Projeya Rojhilata Navîn a Mezin û gava wê ya destpêkê operasyona li dijî min bû. Ecevît belasebep negot, ‘Min kir nekir fêhm nekir ku çima Ocalan teslîm kirin’. Çawa ku Şerê Cîhanê yê Yekemîn bi kuştina Welîahdê Awûstûryayê bi destê neteweperestekî Sirp dest pê kir, ‘Şerê Cîhanê yê Sêyemîn’ jî bi operasyona li dijî min hatibû destpêkirin. Roja 15’ê Sibatê ne roja şînê ye; roja aqilgirtin û erkên xwe derxistina zanebûne ye, roja aşkerakirina komployê ye. Komploya ku dixwazin di şexsê min de pêş bixînin, gelek kûr e. Em aqlê selim nêzikbûn û bi zanistî tevgeriyan. Ez li vê derê, her roj di nav berxwedanekê de me. Bi sebir, dirayet û têgihiştibûneke bilind berxwedaneke mezin didim. Dirayet serkeftinê jî pêk tîne.
Ez dîroka Tirkiyeyê, bi awayê dîrokeke komployan digirim dest. Ez vê dîroka Komplo-Gladîo ya li Tirkiyeyê li çar deman beş dikim. Heta roja me, çar demên komplo-Gladîo pêk hatiye. Di demên destpêka Komarê de li hemberî kurdan her tim komplo çêkirine û di wê demê de polîtîka meşandine. Ev mijar her ku diçe ji bo min zelal dibe. Dema ku di sala 1925’an de li hemberî kurdan komplo pêş ketin, serokwezîrê wê demê Fethî Okyar gotiye ‘Ez destê xwe nakim xwîna kurdan’ û xwe vedikişîne. Paşê bi ekîbeke din ev komplo dewam kir. Di 15’ê sibatê de ji yekîneya ku ji Şêx Seîd re tê şandin du leşker didin kuştin û li hemberî kurdan komplo hat destpêkirin. Wê demê ekîbek, bi taybetî ev komplo pêş xistin û meşandin. Di serê vê ekîbê de pênc general hene. Li hemberî Şêx Seîd komplo pêş xistin. Li Menemenê heman ekîbê komplo çêkirin û li hemberî Komarê provakasyonek pêş xistin. Her wiha di dema ku ji bo Seyîd Riza neyê darvekirin wê bi Mustefa Kemal re hevdîtin bihata çêkirin, heman ekîbê, heman destî, bi lez û bez Seyîd Riza bi dar ve kirin, hevdîtina ku wê bi Mustafa Kemal re çêkiribana, bi vî awayî asteng kirin. Bi vî awayî li hemberî Seyîd Riza jî komplo wiha berdewam kirin. Ez di pirtûka xwe de bi heman awayî, behsa vê heman ekîba ku ev komplo pêş xistine, Mustafa Kemal bêbandor kirine, tenê hiştine dikim. Fevzî Çakmak û Înonu bi hin cihûyên entelektuel re li hev kirine û li hemberî kurdan komplo pêk anîn e. Mustafa Kemal anîne rewşeke bi awayekî di bin çav de girtî, ez vê diyar dikim.
Tirkiye di çarçoveya têkiliyên xwe yên bi YE’yê re, bi awayekî taktîkî nêzîkî mafên mirovan û demokrasiyê dibû. Di warê reforman de ne ji dil bû. Ew reformên ku ji bo wê divê teqez pêk baniya jî dikir mijara bazarê. Ji bo vê jî ew hêzên derbekar û komploger dema pêwîstî bi wan didît wekî çoyekî bi kar tanî. Her çendî derketibû holê ez bi komployekî bê bandor kirime jî, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di vê mijarê de biryareke rast neda û di vir de jî hevkariya wan a di vê mijarê de xaleke girîng e. Îngiltereyê di vê mijarê de jî pêşengî dikir. Endamê dadgeriya Îngiliz yê di DMME’yê de, der barê ne rast biryar dayînê de yanî der barê pêvajoya revandina min de dema nirxandinan dike, vê pêvajoyê li gorî hiqûqê pênase dike û di vê mijarê de gelekî bi israr tevdigere, gotinên xwe jî dide qebûlkirin. Yek jî polîtîkayên xwe yên kevneşopî yê der barê kurdan de, xwestin li ser tasfiyeya min û PKK’ê pêk bînin. Tu hiqûqeke bûrjûvaziyê ya der barê min de bi awayekî rast pêk neanîn. Hêj gelek dozên itirazê yên li DMME’yê dewam dikin hene.
Her çendî Tirkiye hiqûqa xwe ya der barê min de bi vekirî binpê kiribe jî, wê nerazîbûna DMME’yê ya di vê der barê de çi be bi meraqî tê şopandin. Di lihevkirina Ewropa-Tirkiyeyê de hin mijarên din jî hebûn. Bi berdêla meseleya min, PKK û kurdan de, ji bo Tirkiye bi dilê xwe tevbigere, di gelek pirsgirêkên bi Yewnanistan, Ermenistan û Qibrisê de tawîz dan. Tirkiyeyê di vê mijarê de gelek sozên cidî dan. Polîtîkayên Osmanî yên berê şopand. Di berdêla van de xwest zextên li ser PKK’ê zêde bikin, nehêlin bi vekirî xebatên xwe bimeşîne û kesên bi awayekê sînordar alîkariyan dikin jî wan bidin rawestandin. Ev donzdeh sal in ku polîtîkaya wan a xapandinê berdewam dike. Ji ber wê Tirkiyeyê hêvî dikir ku ez ê bi tevahî têk herim, wê PKK belav bibe û wê kurd bi tevahî winda bikin.
Pergala Îmraliyê ji aliyê pergala/cîhana kapîtalîst ve bi taybetî li dijî min hatiye amadekirin. Li vê pergalê cihê hiqûq û qanûnan nîne. Ji bo îradeyê qels bike, bi demê re birizîne û teslîm bigire hatiye amadekirin. Hem ji aliyê mercên girtîgehê ve hem jî ji ber revandina li derveyî hiqûqê, dikarim bêjim ku girtîgeha Îmraliyê weke Gûantanamo ya destpêkê (Proto Guantanamo) xistine dewrê. Ji destpêka vê pêvajoyê ve însiyatîf di destê DYA’yê de ye, Îngilistan û Îsraîlê roleke girîng lîstine.
Anîna min a li Îmraliyê ji hêla Tirkiyeyê ve wekî duyemîn serkeftina Sakaryayê hatibû hesapkirin. Bi taybetî komploger û derbekaran tasfiyekirina min û PKK’ê wekî Herba Yewnan a Duyemîn a Rojhilat nirxandibûn. Taybetmendiya rola kurd a hezar sal a di dîroka tirkan de diyarde bû hatibû ji bîrkirin, ji Yewnan û Ermeniyan zêdetir dijminekî xeter dihatin dîtin. Çawa hebe şerê ku çayirek sal bû dewam dikirin di hewaya serketinê de pîroz dikirin. Dema min lingê xwe avêt giravê, min ji kesên lêpirsînkar re ev tişt gotibû: ‘We ez negirtim û hêza we jî têra vê nake. Di dema dirêj de ev komplo wê pir zêde li dijî we de be û bi vê armance ez teslîmê we kirin’. Kesên lêpirsîn dimeşandin xwînsar û rasyonel nêzîk dibûn. Lê pêla şovenîst a ku sih sal bû avakiribûn, her kes ji helwesta rasyonel girtinê dûr dixist. Min helwesteke gelek nerm a ku vê yeke wekî derfeteke aştiyê binirxînim nîşanî wan dabû. Bawer im di gelek civînên ku di navbera xwe de girtibûn de, difikirîn ku ez ê her tiştî bêjim, PKK jî wê heman rewşê bijî, wê bi xwe belav bibe û wê raperîna 29’emîn jî bi dawî bibe. Gelekî baweriyê xwe bi vê yekê anîbûn.
Di serdema hikûmeta AKP’ê de pêvajoya Îmraliyê bi awayek xirab hate bikaranîn. Di berdêla ku AKP a îslamî de kurdan di bin kontrola xwe de bihêle, bi taybetî ji aliyê beşek ji artêşê ve mayîna di hikûmetê de guncaw hate dîtin. Ji ber vê yekê mehkûmkirina min û tasfiyekirina PKK’ê ji bo AKP’ê sedema hebûnê bû. Ji ber vê yekê her tişt bû qûrbaniya hesabên taktîkî yên rojane. Ji bo çareseriya aştî û demokrasiyê tu gav nehatin avêtin. Tehemûla me xirab hate bikaranîn. Di sala 2002-2004’an de tesfiyegera hêviyên xwe afirand û di vê de rolek pir neyînî lîst.
Ji bo xirakirina vê lîstikê, min pêvajoya Îmraliyê weke platformeke îdeal nirxand. Ji bo vê jî min bingehê xwe yê teorîk ku pêdivî pê hebû, bi hêz kir. Min şertên çareseriya siyasî û aştiyane bi tevahî argumanên pratîk û felsefî ceridandin. Ez li ser xweseriya çareseriya siyasî û demokratîk ponijîm. Ev xebatên zor bûn û ji bo wan diviyabû mirov bi sebir be, karîbûn girêkên kor ên komployê ji hev vekin û alternatîfên çareseriyê bicerîbînin Di vê mijarê de tu çareya min ji bilî baweriya min a bi min tunebû. Ya rastî, yên di pêvajoya komployê de cih girtibûn niyeta wan cuda bû. Di şexsê min de dixwestin PKK’ê û Tevgera Azadiyê biqedînin û tune bikin.
Cara ewil hêviyên ji bo aştî û demokrasiyê ku gav bên avêtin zêde bûn. Sebra min û parastina min a ji bo aştî û çareseriya demokratîk di vir de roleke mezin lîst. Êdî di dîroka tirkan de cihê kurdan dihat fêmkirin. Her wiha li gel hemû hewldanên tasfiyekirinê jî hate fêmkirin ku PKK û Tevgera Azadiya Kurd xwedî bingehek xurt e. Ev ne rewşeke nû bû, mijareke ku ji serdema Turgut Ozal û vir ve tê gotin. Lê cara yekem ber bi polîtîkayê ve diçû. Di derbarê ji nû ve birêxistinkirina têkiliyên tirk-kurd de fikrên min ên pir kevn hebûn. Cara yekem min behsa jiyana bi hev re nedikir. Lê ev jî rastiyek bû ku min di pêvajoya Îmraliyê de bi sebir û parêznameyên xwe herî zêde argumanên qayîl û saxlem pêşxist. Di van salên dawî de diyalogên ku me bi hin rayedarên dewletê re kir, ji bo dijberên darbe û komployê gelekî erênî bandor li bûyeran kir.
Di mijara pirsgirêka kurd de, rejîma komarê di vê dema niha de li ser rêyan e. Yan wê derbekar-komploger rêya şer bidomîne, yan jî wê bi aştiyeke bi rûmet û çareseriyeke demokratîk a watedar pêk were. Hem di nava civakê de hem jî di nava dewletê de di van her du rêyan de veqetîneke dijwar heye. Her çiqas şensê aştî û çareseriya demokratîk zêde bûbe jî, meyla darbekar-komploger ku hê jî di dîrokê de koka wê xurt e, bi tevahî dev ji rêbazên şerê taybet û tasfiyekirina topyekûn bernedaye. Her tişt wê bi serkeftina têkoşîna ku kurd bi rêya aştî û siyaseta demokratîk bimeşînin û bi têkoşîna hevpar a di navbera partiyan de diyar bibe.