Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...
Cumartesi - 14 Eylül 2024

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Planên AKP-MHP-PDK’ê yên ji li ser Kerkûkê têk çûn

Rojnameger Aras Îbrahîm diyar kir ku serkeftina YNK’ê ya li Kerkûkê dê bandorê li herêmê û êrîşên dewleta tirk bike û wiha got: “PDK niha jî hewl dide li gel tirkmen û erebên şoven li dijî encaman îtîraz bike. Planên Tirkiyeyê yên li ser herêmê têk çûn.”

Dewleta tirk a dagirker bi hevkariya PDK’ê hewl da Kerkûkê radestî tikmenên faşîst û erebên şovenîst bikin. Encûmena Parêzgeha Kerkûkê ji bo diyarkirina waliyê Kerkûkê di 10’ê tebaxê de li paytexta Iraqê Bexdayê bi beşdariya 9 encûmenan civiya. Di divînê de endamê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê yê YNK’î Rêbwar Teha weke waliyê nû yê Kerkûkê hate hilbijartin. 2 endamên PDK’ê, endamekê Eniya Tirkmenan û hinek ji endamên Eniya Ereb tev li civînê nebûn. Bi diyarbûna walî re kurd daketin qadan û serkêftina YNK’ê pîroz kirin.

Dewleta tirk a ku li ser Kerkûkê xwedî gelek planan bû, hewl dida bi alîkariya PDK’ê mudaxileyî diyarkirina walî bike. Armanca Tirkiyeyê ew bû ku walîtiyê ji destê kurdan derxîne û rêveberiyeke ku planên wê bikare cîbicî bike bide avakirin. Lê hewldana wê têk çû. Rojnameger Aras Îbrahîm ku li herêmê rojnamegeriyê dike û rewşê ji nêz ve dişopînê, geşedanên dawî yên li Kerkûkê nirxand.

Îbrahîm anî ziman ku Tirkiyeyê ji bo cîbicîkirina planên xwe yên “Mîsak-î Mîllî” dest li hilbijartinên Kerkûkê werda û ji bo vê jî PDK bi kar anî. Îbrahîm, bi domdarî wiha got: “Di hilbijartinên Iraqê de di serî de dewleta tirk, bala her kesî li Kerkûkê bû. Bi salan e Tirkiye ji bo Kerkûkê tevî ‘Mîsak-î Mîlliyê’ bike dixebite. Di dema êrişên çeteyên DAIŞ’ê de jî di vê çarçoveyê de kar kir. PDK’ê di hilbijartinê de li rex dagirkeran cih girt. Lê lihevkirina PDK, Eniya Tirkmen, hinek hêzên sune û şovenîst ên ereb nekarin rê li ber serkeftina YNK’ê bigirin. Her tim li gorî daxwazên dewleta tirk a dagirker tevgeriyan lê hemû planên wan têk çûn.”

Bi domdarî Îbrahîm destnîşan kir ku bala hemû welatên ewropî û hezên hegemon li ser Kerkûkê ye û wiha pê de çû: “Em dibînin ku planên dûv û dirêj ên welatên ewropî, DYA û Brîtanyayê ji bo Kerkûkê hene. Bi taybet ji bo petrolê tim di nava wan de xirecirek heye. Ji ber rewşa jeopolîtîk, Kerkûk tim balê dikişîne. Kurdan nexwestin li Kerkûkê heman encama Mûsilê dubare bibe. Lihevkirinê hêz û peymanên herêmî bi ser ket. Kerkûk xwedî li vîna xwe derket. Helbet ev serkeftin a partî û hêzên kurdî yên weke Tevgera Azadî û hinek hêzên din jî bû. Piştî vê serketinê dê dengvedanên nû derkevin. Bi taybet dewleta tirk a dagirker dê çi bike nayê zanîn.”

Di berdewamê de Îbrahîm hevkariya PDK’ê ya bi Eniya Tirkmen re bi bîr xist û ev nirxandin kir: “Encamên hilbijartinê dê bandorê li Kerkûk û herêmên binîqaş bike. Ev hilbijartin piştî zextên yekcar ê Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ya ji bo hemû aliyên herêmî ku demek diyarkirî hatibû nîşandan pêk hat. PDK a bi salan dijayetiya Rêkan Cibûrî û hêzên erebên sûne jovenîst dikir ku Xemîs Xencer nûnertiya wê dikir, ji bo vê firsendê jî ji destê kurdan derxîne, li ser daxwaza Tirkiyeyê ev kes kirin mêvanê mala xwe. Ev rûyeke din ê xiyaneta PDK’ê ye. Ya ku PDK dike tenê wêrankirina mala kurdan e. PDK niha jî hewl dide li gel tirkmen û erebên şoven li dijî encaman îtîraz bike. Sûdanî dê piştgiriyeke baş bide Kerkûkê lê siyaseta Brîtanyayê ya li herêmê û hatina şîrketeke wê ya petrolê û hebûna hêzên DYA’yê, bi xwe re rewşeke hem aram hem ne aram tîne.”

Rojnameger Îbrahîm got ku encamên hilbijartinê dê bandorê li êrişên dewleta tirk jî bike û sedema wê wiha vegot: “Ji ber ku Tikiyeyê ne dixwest li Kerkûkê YNK bi ser keve. Tirkiye çawa ji bo Silêmaniyeyê dibêje ‘piştevaniya PKK’ê dike’, ji bo Kerkûkê jî di nava heman hewldanên êrişê de ye. Tê texmînkirin ku bi destê PDK û tirkmenan êriş bike. Dibe ku çeteyên DAIŞ’ê jî bi kar bîne da ku aramiya herêmê xera bike. Bi vê yekê dê bixwaze nîşan bide ku YNK nikare bajar birêve bibe.”

Îbrahîm, axaftina xwe wiha qedand: “Serkeftina YNK’ê dê aramiyê bîne herêmê. Gelek qadên siyasî û îdarî ji destê kurdan hatibûn derxistin. Herêm gav bi gav dihat valakirin û ereb lê bicih dikirin. Bi taybet jî Rêkan Cibûrî bi îmzekirina belgeyan mal û zeviyên kurdan da ereban. Lê ev texrîbat dikare bên sererastkirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar