Rewşa Erdogan ne baş e. Çi gav biavêje lê vedigere. Ji krîza aborî jî diyar e ew ê di nêz de hilbijartinek pêşwext çêbe. Derdê herî mezin a Erdogan, pêşîlêgirtina ev hilbijartina pêşwext e.
Êdî aşkera ye. Ji bilî krîza aborî, krîza herî mezin dîktatoriya takekesî ye. Ev rewş diyar e hin AKP’yiyan jî ditirsîne. Hejmara wan niha kêm be jî ew AKP’yiyên ku bi tirsa Erdogan radibin rûdinin, dixwazin ji Erdogan xelas bibin. Li gorî agahiyên ji AKP’ê tên, heta dawiya vê salê çend parlamenter ew ê ji AKP’ê cûdabin û berê xwe bidin partiyên ji AKP’ê derketine an jî partiya Meral Akşener. Lê wisa tê gotin ku ew ê piranî berê xwe bidin, partiya Alî Babacan. Di kulîsan de niha herî kêm navê 5-6 parlamenteran derbas dibin. Dibe ku ev hejmar zêdetir be.
Erdogan li hember vê yekê, çareyan digere. Balkêş e, wezîfe daye Hakan Fîdan. MÎT, di bin serokatiya Hakan Fîdan de masayek taybet çêkiriye û ji wezîran heta parlamenteran hemû AKP’yiyan dişopîne. Telefonê wan guhdar dike. Li ku derê bi kî/kê re radibin rûdinin, her tim li pey wan e. Raporan jî her roj dişînin qesrê. Parlamenter û wezîr jî vê yekê dizanin û bi tedbîr tevdigerin.
MÎT her wiha ji bo serkeftina hilbijartinan, têkîliyên bi kurdan re jî tê de rê û olaxên din jî digere.
Erdogan, ne tenê wezîr û parlamenterên xwe dişopîne yan jî li pey têkîliyê bi kurdan re digere. Hin gavên amadekariya hilbijartinê jî diavêje. Eger nikaribe pêşî li hilbijartina pêşwext bigire, ango mecbûr bimîne –ku ew ê bimîne– ev car ew ê dest bi belavkirina ulufeyên hilbijartinê bike. Ew ê mûçeyên teqawîta û mûçeya herî kêm zêde bike. Ji bo mûçeya kedkarên wezareta perwerde û wezareta tenduristî, hin gavên nû werin avêtin. Ew ê di mûçeya polîs û leşkeran de zêdeyiyek çêbike. Ango ew ê pere belav bike.
Aşkera ye. Rewşa aboriya Tirkiyeyê rê nade vê yekê. Lê ji bo wê yekê jî hemû dewlet bi hev re ketine pey deynan. Ji welatên ereban bigire heta welatên Afrîkayê çi deriyên ku lênedane nema ye. Ev amadekarî, planek din e.
Plana dûmahî jî kontrola li ser hilbijartinê ye. Ji bo vê yekê jî amadekariya rewşa awarte dike. Naxwaze di rewşeke asayî de here hilbijartinê. Li sedeman digere. Dixwest şerê li dijî kurdan mezin bike. Berxwedana gerîlayên li başûrê Kurdistanê ev derfeta neda wan. Li dijî berxwedana gerîlayan têk çû. Her wiha ji bo êrîşek ser bi Rojava bibe, gelek amadekarî kir. Tê dîtin ku ev rê jî lê hat girtin. Niha wekî haletek, tenê şerê Ukrayna û Rûsya di destê wî de maye. Bi şev û roj dûa dike ku di navbera Rûsya û Ukraynayê de şerek derkeve. Eger şerek bi vî rengî derkeve ew ê vî şerî bike sedem. Lê bi gorî kulîsan çi sedemek nebîne ew ê ev car emnahiya hilbijartinê bike sedem û rewşa awarte îlan bike. Bi vî awayî ew ê zext û zor zêdetir bike. Girtin û zindanîkirinên nû destpê bikin. Roja hilbijartinê jî ew ê tetîkkêşên xwe bişîne ser sindoqan da ku carekî din bikaribe ji sindoqan derkeve.
Kin û kurt, bi tevî dewleta Erdogan, Erdogan bi xwe jî di krîzê de ye. Li pey gelek planan digere. Lê di her planê xwe de têk diçe. Her ku têk diçe, tirsa kesên li derdora wî zêde dibin, ev yek jî wî lawaztir dike.
Niha rewş ev e. Ew ê Erdogan têk biçe. Aşkera ye. Lê piştî Erdogan çi bibe, ew ne aşkera ye. Dewleta ku dixwaze statuya xwe biparêze, wisa xuya ye, wekî alternatîfek berê ve pêşî li CHP’ê vedike.
Her çi dikin bila bikin, bi kêfa xwe ne. Lê em dizanin gavên herî mezin di serî de pirsa kurd û demokrasiyê, çareserkirina hemû irsên sereke ne. Ji bo vê divê siyasetek nû were afirandin. Eger ev pêk neyê mumkun e ku Erdogan biguherînin lê ne mumkun e ku pêşeroja xwe biguherînin.
Rast e, têkçûna sîstema takekesî ya Erdogan qezenceke mezin e. Lê têkçûna wî tena serê xwe her tişt çareser nake, dawî li têkoşîna azadiyê nayne.