Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Plangeriya 15’ê Sibatê!

Senaryoya plangeriya 15’ê Sibatê çi bû, afirênerê vê fikrê kî û kî bûn, ji aliyê kê û kê ve ev senaryo hat çêkirin, aktorên ji destpêkê û heta niha kî nin? Pirsa bingehîn a ji bo aliyên yekê ev e. Pirsa bingehîn a ji bo aliyê duduya jî heye.

Beriya ku ez li ser bersiva her du pirsan şîroveyê bikim, divê ez di destpêkê de şaşiyekê sererast bikim. Navê vê plangeriyê, heta niha jî bi piranî şaş tê gotin û dibêjin: Komploya Navneteweyî! Ev şaş e. A rast ev e: Komploya Navdewletî ye.

Jixwe hema bi vê sererastkirinê re bersiva pirsa yekemîn jî derdikeve holê. Fikir û hizir û senaryo hemû ji aliyê hêzên hegemon ên dewletên cîhanê ve hatin afirandin û amadekirin. Bêguman serkêşî di destê DYA’yê de bû û hîn jî ev dewam dike. Li pey wê mirov dikare gelek dewletan rêz bike; Brîtanya, Îsraîl, Misir, Urdun, hinek dewletên Ewropayê û hwd.

Di pratîzekirina komployê de, dewletên din yek bi yek ketin nava perde û piyesên vê senaryoya rûreş a mirovahiyê. Bêguman serkêşê vê pratîzekirinê jî yan jî bi gotineke din serkêşê vê govenda qirkirinê jî dewleta tirk kişand û heta niha jî dewam dike. Li pey wê yewnan, rûs, hinek dewletên ewropî û hwd.

Armanca bingehîn a hêzên hegemon ji vê komployê ev bû; serdema sîstema netew-dewlet ber bi dawiyê ve diçû, êdî nikaribû wekî tê xwestin bimeşe, divê êdî li gorî vê serdema nû sîstemek nû, dîzaynek nû ji bo berjewendên wan were çêkirin!

Kelem û astengiya herî mezin û bingehîn a li pêşiya projeya wan a vê serdemê jî; Rêber Apo bû!

Bi vê ya jî, jixwe em derbasî bersiva aliyê duyemîn jî bûn. Aliyê vê komploya yekemîn çawa wek hat gotin hêzên hegemon bûn û hîn jî ew in, aliyê duyemîn jî Rêber Apo û hêzên xwedî felsefeya wî û bîrdoziya wî bûn û hîn jî ew in. Belê ev aliyê duyemîn hinekî berfirehtir û bi hêztir bûye, cudahiya her du aliyan û her du deman bi cewherî û kurtasî mirov dikare wisa destnîşan bike.

Di vê pêvajoya Komploya Navdewletî de mijarek gelek balkêş û sereke heye. Lê ev mijar pir bi zelalî û şênber nakeve rojevê; hinek bi zanebûn, hinek jî bi nezanî dibin xwediyê vê xemsariyê.

Ev mijar jî wisa ye: Aktorên aliyên vê komployê, ji destpêkê heta niha, wek kes û kesayetî yek Rêber Apo ye û yê duyemîn jî Recep Tayyîb Erdogan e!

Ma ne balkêş e ku hema piştî dîlgirtina Rêber Apo, di demeke kurt de R.T.Erdogan ji partiya Necmeddîn Erbakan veqetandin, jê re partiya AKP’ê ava kirin, çend mehan ew xistin hepsê, hem populer û hem jî hinek perwerde kirin û derxistin. Hîn nebûbû serokê partiyê, birin Washingtonê weke serokê dewletê pêşwazî kirin û heta îro dewam dike! Divê destbirakê wî rêveberiya Başûr jî neyê jibîrkirin!

Lê belê her çendîn ev komplo ji hemû aliyan ve baş û bi berfirehî nehatibe naskirin jî, mirov dikare bêje bi diyalektîka xwe ya xwezayî hinek bi serkeftî meşiya. Aliyê Rêber Apo bi giranî, bi çend pêleyan xurttir, li pey felsefeya Rêberê xwe meşiyan û hema hema di asta pêkanîna şoreşê de gihiştin deskeftiyan û hîn jî ev meş dewam dike. Ew kelemê Rêber Apo, her di rêya projeyên wan ên qirêj de tûjtir bûye û lastîkên maşîneyên wan parçe parçe dike.

Aktorê aliyê din ê komployê R.Erdogan, weke yê çongên wî bêderman ma bin û qudûm-şikestî, kulek dimeşe, êdî mahkûmê ketinê ye. Bi çûyîna Riza Zarab re çawa kaniya zêrên wî miçiqî, hewara wî ya dawî Maduro bû, lê ez bawer dikim 23.9 ton zêrê Maduro jî nikare wî ji ketinê rizgar bike.

Dibe ku ev hilbijartina 31’ê adarê bibe dawiya dîktatoriya wî û êdî hilbijardineke din nebîne!

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar