Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Platforma Demokrasî ya Wanê banga ‘gav bavêje’ li hikumetê kir

Platforma Demokrasî ya ji 26 rêxistinên demokratîk û civakên sivîl pêk tê, ji bo grevên birçîbûnê banga “gav bavêje” li hikumetê kir

Li Wanê Platforma Demokrasî ya ji 26 rêxistinên demokratîk û civakên sivîl pêk tê, derbarê grevên birçîbûnê yên dewam dikin de civîna çepemeniyê li dar xist. Civîn li Odeya Bijîşkên Wanê hat lidarxistin, malbatên Botan Tîmûr, Sînan Salhan û Serfiraz Demîrel ên di greva birçîbûnê dene, tevli bûn.

Endamê Desteya Rêveber a Odeya Bijîşkên Colemêrg-Wanê Azîz Demîr, li ser navê platformê daxuyanî da û wiha axivî: “Li girtîgehan hatina xebera ji her mirinekê hikûmet û saziyên navneteweyî berpirsyar in.”

Azîz diyar kir ku grevên birçîbûnê hatine asta herî xeter û wiha got: “Li Tirkiyeyê di dehan girtîgehan de bi hezaran girtî greva birçîbûnê didomînin. Ev çalakiya gihaştiye asta herî xetere. Derbasbûyina her rojekê rewşa çalakvanan ne baştir dibe. Em ji vê rewşê bi fikar in. Daxwaza girtiyan di cih de ye. Em wekî civakeke Tirkiyeyê em nikarin li dijî vê qêrîna di bin çar diwaran de bilind dibe xwe bêdeng bikin û li benda mirinan bin. Heta niha 8 kesan ji bo heman daxwazê dawî li jiyana xwe aniye. Em  mirinan naxwazin û dixwazin hikûmet li dijî vê çalakiyê gav biavêje. Li girtîgehan hatina xebera ji her mirinekê hikûmet û saziyên navnetewî berpirsyar in.”

Êrîş ne ji rêzê ye

Demîr bal kişand ser êrîşa ku li ber girtîgeha Gebzeyê li dijî dayikan pêk hatî û axaftina xwe wiha domand: ”Ji bo ku dengê zarokên xwe bidin bihîstin, dayîk li ber girtîgehê çalakiya rûniştinê pêk anîye û di wê encamê de bi êrîş û lêdana polîsan re rû bi rû mane. Ev êrîş li dijî wîjdan û hiquqê ye. Em van êrîşan qebûl nakin. Ger ku pêşiya van neyê girtin hêzên ewlehiyê dê êrîşên bi vî awayî zêde bikin. Ev êrîş ne ji rêzê ye. Divê ew kesên ku ev êrîş pêk anîn bên cezakirin û tiştê pêwîst çi be pêk bînin.”

Banga hikumet gav bavêje

Demîr herî dawî bang li hikûmetê kir ku daxwazên girtiyan bînin cih û wiha got:” Divê hikûmet pêşiya civateke demokratîk ava bike û li gorî qanûnan tev bigere. Ji bo ku mafên girtiya yên tendûristiyê pêk bê divê heyetan ava bikin û ji bo ku daxwazên wan bên cih derfet bên afirandin. Bi vê berpirsyariyê em bang li hikûmetê dikin ku li pêşberî pirsgirêkan bibin çareserî û bi lez gav biavêje.” WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar