Platforma Jinan a Dêrsimê, têkildarî windakirina xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulistan Dokû ya ji 5’ê Çileyê û vir ve windaye û agahî jê nayê wergirtin, li avahiya Platforma Şaxan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) ya Dêrsimê civîna çapemeniyê li dar xist.
Li ser navê Platformê Dilşat Yeşîl axivî û diyar kir ku polîtîkayên taciz, tecawiz û tundiya li dijî jinan bi awayekî sîstematîk didome û wiha got: “Dokû hatiye windakirin heya niha di lêpirsîna wê de tu geşadan çênebûne. Em weke jin ji roja Gulistan Dokû windabûye heta niha xwest ku lêpirsîna Zeinal Abarakov bi awayekî bi bandor were kirin. Lê mixabin weke her bûyerê li gor xwesteka xwe tevgeriyan.”
Yeşîl da zanîn ku wê li dijî hemû zextên li ser jinan têkoşîna xwe bidomînin û bang li jinan hemû kir ku di 5’ê Çileyê salvegera yekemîn a windakirina Gulistan Dokû de li qadan bin. DÊRSIM