Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Platforma Jiyanê ya li Dijî Tecrîdê ava bû

Ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgirîdayîna çalakgerên greva birçîbûnê li Almanyayê Platforma Jiyanê ya li Dijî Tecrîdê hat avakirin

Li bajarê Dortmund ê Almanyayê gelek saziyên siyasî, dezgehên sîvîl, rewşenbîr, siyasetmedar, akademîsyen û hiqûqnasan ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgirîdayîna çalakgerên ku di grevên birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne, Platforma Jiyanê ya Li Dijî Tecrîdê ava kirin.

Platforma Jiyanê ya Li Dijî Tecrîdê, ragihand ku ji bo pêkanîna daxwazên çalakgerên hem li Tirkiyeyê hem jî derveyî welat dê li Ewropayê xebatên dîplomatîk û polîtîk bimeşînin.

Pêkateyên platformê diyar kirin ku heta niha çi dewleta tirk çi jî Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) ji bo bi cih anîna daxwazên çalakegerên ku rewşa wan gihiştiye asta krîtîk, neketine nav hewldanan.

Her wiha platform dê li gelek navendên Almanyayê çalakiyên nobetên konê û li bajarê Kolnê jî meş û mîtîngan pêk bîne.

Li ser navê platformê hevberdevka SYKP’ê yê Ewropayê Duygu Yildiz axivî û wiha got: “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Raporên CPT’ê yên standartan û derheqê Tirkiyeyê de amade kirine li holê ne. Tevî ku Tirkiye li gorî van standartên ku hatine diyarkirin tevnagere, CPT tu tiştekî nake.”

Her wiha Yildiz axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Mixabin çalakgerên greva birçîbûnê xeta sor derbas kirine. Di her kêliyê de dikarin jiyana xwe ji dest bidin. Pêşîgirtina li mirina mirovan bi bicihanîna daxwazên wan dibe. Platforma me plan dike ku hem bi CPT re, hem jî bi siyasetmedar û rayedarên hikûmeta alman re hevdîtinan bike. Her wiha bi rayedarên saziyên hiqûqa navneteweyî re jî dê pêwendiyên me hebin. Em bang li raya giştî ya alman dikin ku piştgiriyê bidin platformê û ji bo pêşî li mirina mirovan bê girtin bikevin nava liv û tevgerê. Dem kêm e. Werin em bi hev re bikin ku Leyla Guven û hevalên wê bijîn.”

Sazî û kesên di nava platformê de cih digirin:

KCDK-E

NAV-DEM

ATÎK

SYKP

AABF

AvEG-KON

SKB

YOUNG STRUGGLE

ADHK

PARTÎZAN

ÇEPA KESK

HDP

HDK ELMANYA

YJK-E

ANATOLIYA NAVÎN

ÎNSIYATÎFA KURECIKIYAN

PARTIYA ŞOREŞGER

HEWLDANA MEREŞIYAN

FEDA

KURD AKAD

ÎNSIYATÎFA DEP’IYAN

PLATFORMA JI NÛ VE AVAKIRINA DERSIMÊ

ÎNSIYATÎFA LAZ

ASÛRÎ-SURYANÎ

PARLAMENTERÊN HDP’Ê

ERTÛGRÛL KURKÇU

NÛRSEL AYDOGAN

BESÎME KONCA

HASÎP KAPLAN

AHMET YILDIRIM

HAYKO BAGDAT

NAZAN USTUNDAG

ÇETÎN GURER

KCD-HATÎP DÎCLE

DORTMÛND

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar