Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Platforma Ked û Demokrasiyê banga rawestandina şer kir

Serokê Odeya Tabîban a Amedê Mehmet Şerîf Demîr diyar kir ku şerê ku li dijî Rojava hatiye destpêkirin ji xwîn û rijandina rondikên çavan zêdetir tiştekê nayîne û banga lezgîn a rawestandina şer kir

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê xwest ku li Kolana Hunerê ya semta Ofîsa Amedê bi minasebeta bîranîna salvegera 4’emîn a Komkujiya Garê ya Enqerê daxuyaniya çapemeniyê bide. Polîsan girseyê dorpêç kir û destûr neda ku daxuyanî bê dayîn. Endamên platformê li ser vê yekê meşiyan heta avahiya Şaxa Jimara 1’an a Egîtîm Sena Amedê û li çepikan dan û dirûşm berz kirin. Platformê li avahiya Egîtîm Senê daxuyanî da.

Destpêkê Hevserokê Şaxa Jimara 1’an a Egîtîm Sena Amedê Abbas Şahîn bibîr xist ku Komkujiya Enqerê bi destê endamên DAIŞ’ê û hevkarên wan hatiye kirin û wiha got: “Armanca hevalên me ew bû ku ji bo aştiya Rojhilata Navîn qîr bikin lê desthilatdarên herêmê di nava xwînê de hiştine li hemberî vê komkujî pêk anîn. Di teqînê de 103 hevalên me jiyana xwe ji dest da.”

‘EM ê bi rondik û xwînê re hevrû bimînin’

Şahîn bal kişand ser êrîşa li ser Bakûr û Rojhilatê Sûriyê û wiha berdewam kir: “Em dizanin ku piştî vê tevgera Tirkiyeyê da destpêkirin dîsa em ê bi xwîn û rondikên çavan rûbirû bimînin. Em dibînin ku hêzên emperyalîst ji bo berjewendiyên xwe Rojhilata Navîn di nava xwînê de dihêlin.”

‘Şer êşê dide dayikan’

Piştre Serokê Odeya Tabîban a Amedê Mehmet Şerîf Demîr jî diyar kir ku şerê li dijî Rojava hatiye destpêkirin ji xwîn û rondikên çavan zêdetir tiştekê nayine û wiha got: “Hêrsa desthilatdarên çavsorbûyî dîsa ji bo ku êşê bidin dayika zivirî welat. Em wek Platforma Ked û Demokrasî ya Amedê weke duh îro jî bang dikin ku pêwîste ev şer e bi lez û bez were sekinandin. Ji dest ji felaketa ku derdikeve holê berdin û şertên ku her kes bi nasnameya xwe bijîn bidin çêkirin.”

‘Em ê we ji bîr nekin’

Demîr destnîşan kir ku têkoşîna aştî, demokrasî, azadî û wekheviyê ya hevalên wan ên jiyana xwe ji dest dane emanetî wan e û wiha got: “Em ê we ji bîr nekin. Em ê kujeran efû nekin.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar