Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê: Tirkiye girtîgeha rojnamegeran e

Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê bi boneya 3’yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku dewleta tirk ji bo rojnamegeran welatekî bi ewle nîne û ji bo rojnamegeran veguheriye girtîgehekê. Platformê da zanîn ku 13 rojnameger jî di greva birçîbûnê de ne

Bi munasebeta 3’yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniya Cîhanê, Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê bi daxuyaniyekê bal kişand ser binpêkirinên mafên rojnamegeran ên di 4 mehên dawî de. Daxuyanî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê hate dayîn. Daxuyanî ji hêla berdevka Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê Ayşe Gunay ve hate xwendin. Gunay destnîşan kir ku zextên li dijî çapemeniya azad her ku diçe zêdetir dibin.

Ayşe Gunay anî ziman ku piştî ragihandina OHAL’ê ya di sala 2016’an de, 173 dezgehên medyayê hatin girtin û bi hezaran kedkarên medyayê bêkar hatin hiştin. Gunay wiha dom kir: “Bi hezaran nivîs, ajansên nûçeyan û nûçeyên ku bi rêya xweser li înternetê dihatin dayîn, hatin astengkirin. Medyaya alîgir a îktîdarê di pêvajoya hilbijartinê de rêgezên rojnamegeriyê binpê kirin. Piştî ku medya bi zext û zordariyê re rû bi rû ma, mafê azadiyê, mafê xweîfadekirinê û hiqûqa serbixwe hatin bêbandorkirin. Di rewşeke wisa de êdî medya bêwesf hate hiştin. Wezîfeya rojnamegeran ragihandina rastiyê ye lê niha rojnamegerî wêrektiyeke mezin dixwaze.”

Nedîtina grevên birçîbûnê

Di berdewamê de jî Gunay bi lêv kir ku li hemberî greva birçîbûne û rojiya mirinê medyaya alîgir bêdeng e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hevseroka Kongeraya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven 177 rojin di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye. 4 rojin 5 jê jin  bitevahî 15 girtiyan dest bi rojiya mirinê kirine. Her wiha 7 girtiyan jî li dijî tecrîdê çalakî pêk anîn û dawî li jiyana xwe anîn. Ji bo pêkanîna hiqûqê çalakiyeke bi vî rengî hate destpêkirin. Lê medyaya hawiz li hemberî çalakiyan bêdeng e û nabîne. Medyaya hawîz ji tiştên neyînî ku biqewîmin berpirs e. Bi hezaran kes ji bo daxwazeke mirovî bedena xwe ji mirinê re razandine.”

‘3’yê Gulanê bi tabloyeke reş tê pêşwazîkirin’

Ayşe Gunay bal kişand ser rewş û berpirsyariya rojnamegeran û wiha derbirî: “Ji bo rojnamegeren fikrên cuda ne girîng in û berpirsiyarî girîng e. Em wekî rojnameger, li hemberî kaosa li Tirkiyeyê, li hemberî zext û zordariyê, divê di nava hewldanê de bin. Tirkiyê bi tabloyeke reş, 3’yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniya Cîhanê pêşwazî dike. Li gorî rapora Rêxistina Rojanemegerên Sînornenas a Navneteweyî (RSF), di sala 2019’an de Tirkiye di mijara azadiya çapemeniyê de di nava 180 welatan de di rêza 157’emîn de cih digire. Herî zêde li Tirkiyeyê rojnameger girtî ne û Tirkiye wekî girtîgeha rojnamegeran tê binavkirin. Niha 12 rojnameger di greva birçûbûnê de ne û yek jî wan Kîbriye Evren e û 139 rojin di grevê de ye. Bêdengî ne tenê çalakvanan mirovahiyê jî dikûje. Herî zêde rojnameger vî tiştî dizanin û em li vir bang li hempîşeyên xwe dikin. Êdî rojnamegerî bûye qada têkoşînê û bi wêrektiya xwe li dijî bêdengiyê derkevin. Ji bo pîşeya xwe, mafê jiyanê, aştî û demokrasiyê divê em her tim di nav parastinê de bin. Em roja Azadiya Çapemeniya Cîhanê li hemû rojnamegeran pîroz dikin.”

Di daxuyaniyê de li ser binpêkirinên mafan ên li hemberî rojnamegerên jin hat rawestin û wiha hat rêz kirin:

* Rojnamegerek hate girtin û bi tevahî 14 rojnameger girtî ne.

* 5 rojnamger hatin tehliyekirin.

* 30 rojnameger hatin darizandin.

* 2 rojnamegeran bereat kirin.

* 2 rojnameger hatin derpkirin.

* 2 rojnamger hatin qetilkirin.

* Telefona 3 rojnamgeran hate guhdarkirin.

Navên rojnamegerên ku di greva birçîbûnê de:

* Kîbriye Evren 139 rojin di grevê de ye.

* Gulîstan Îke 138 rojin di grevê de ye.

* Dîlbîrîn Turgut ji 15’ê çileyê ve li Girtîgeha Jinan a Tarsûsê di grevê de ye.

* Reyhan Hacioglu ji 1’ê adarê ve li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê di grevê ye ne.

* Ozlem Seyhan ji 1’ê adarê ve li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê de di grevê de ye.

* Nedîm Turfent ji 1’ê adarê ve li Girtîgeha Wanê di grevê de ye.

* Ugur Akgul ji 1’ê adarê ve li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê di grevê de ne.

* Ziya Ataman ji 1’ê adarê ve li Girtîgeha Wanê di grevê de ye.

* Abdulkadîr Turay ji 1’ê adarê ve li Girtîgeha Tîpa M ya Mêrdînê di grevê de ye.

* Çetîn Kurşun ji 1’ê adarê ve li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê di grevê de ye.

* Mehmet Guleş ji 5’ê adarê ve li Girtîgeha Xerpatê di grevê de ye.

* Îdrîs Yilmaz ji 1’ê adarê ve li Girtîgeha Xarpêtê di grevê de ye.

* Îdrîs Sayilgan ji 1’ê adarê ve li Girtîgeha Tîpa E ya Trabzonê di grevê de ye.

Rojnamegerên girtî:

* Ayşe Duzkan – Rojnameger

* Asli Ceren Aslan, Midura Karên Nivîsê ya Ozgur Gelecekê

* Ayşe Nazli Ilicak, nivîskara Rojnameya Yarina Bakiş

* Ayşenur Parildak, Haberdar û Zaman

* Burçîn Dokgoz, nûçegîhana Çorum Eskî Zaman

* Ceren Taşkin, Hatayin Sesî

* Hanim Buşra Erdal, nûçegîhan û nivîskara Eskî Zaman

* Hatîce Duman, xwedî û Midûra Karên Nivîsê ya Rojnameya Atilimê

* Kîbriye Evren, nûçegîhana JinNewsê

* Meltem Oktay, nûçegîhana DÎHA’yê

* Pinar Gayip, nûçegîhana ETHA’yê

* Reyhan Hacioglu, edîtora Ozgurlukçu Demokrasiyê

* Semîha Şahîn, edîtora ETHA’yê

* Tuba Bulut, Rojnameya Yenîyaşamê.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar