Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Platforma Yekitiya Jinên Kurd encamnameya konferansa xwe aşkera kir

Platforma Yekitiya Jinên Kurd encamnameya konferansa xweya duyemîn aşkera kir. Di encamnameyê de hat destnîşankirin ku yekitiya jinan mijara nîqaşên wan bû û ev tişt hatin gotin: “Heta kurd nebin yek, di serî de jinên kurd, li her çar aliyên Kurdistanê ji qirkirin û polîtîkayên mêtîngeh xelas nabin.”

Platforma Yekitiya Jinên Kurd di 22’yê kanûnê de li Amedê di salvegera duyemîn a platformê de li Amedê civiya. Di civînê de mijara yekitiya neteweyî ya kurd nîqaş kirin. Platformê encamnameya civîna xwe bi raya giştî re parve kir.

Encamnameya Platforma Yekitiya Jinên Kurd wiha ye:

“Em weke Platforma Yekitiya Jinên Kurd di avakirina sala me ya duyemîn de careke din bi dezgehên kurd, partiyên sîyasî, înîsiyatîfa jinên kurd û tevgerên jinan bi dirûşma ‘Em ji vê derê ne, em li vê de rê ne, azadiya me yekitiya me ye’ hatin cem hev.

Êrîşên li dijî Kurdistanê ku asta binpêkirina mafan derbas kiriye û êşên hatin kişandin, mijara nîqaşa me bû. Di encama nîqaşan de em gihiştin yek encamê. Ew jî heta kurd nebin yek, di serî de jinên kurd, li çar aliyên Kurdistanê ji qirkirin û polîtîkayên mêtîngeh xelas nabin.

Çarenûsa azadiya me li hemû parçeyên Kurdistanê yekitî û azadiya kurdan e.

Em dixwazin helwesta xwe ya têkoşer, pirsyarker û daxwaza xwe ya ji bo yekitiya neteweyî di serî de ji siyasetmedarên kurd, ji gelê kurd re ragihînin. Weke jinên ji hemû derdoran; em yekitiya neteweyî di têkoşîna xwe de hêza diyarker dibînin.

Her wiha em helwesta ku jinan tune dihesibîne, mêrsalar, feodal û milîtarîst a bîrdoziyên fermî qebûl nakin. Em li dijî ‘Parçebûyîna’ li me tê ferzkirin derdikevin.

Ji bo azadiya gelê kurd em nêrîna jinê û yekitiya neteweyî esas dibînin. Em bi biryarin, jê venagerin û ji bo yekitî û diyaloga di navbera kurdan de bi israrin. Em careke din bi israr bang dikin; ya em ê bibin yek, an jî em ê bi hev re tune bibin.

Em daxwaza Eyşê Şanê ku dixwest li Amedê bê veşartin weke wesiyeta li jinên kurd dihesibînin û ji bo ku cenazeyê wê ji Buca ya Îzmîrê bînin Amedê, em ê bixebitin. 2’yemîn Konferansa me bi banga ‘Ey kurdno, ger em nebin yek, em ê herin yek bi yek’ a ji bo hemû partî, sazî, înîsiyatîf û tevgerên kurd bi dawî bû.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar