Platforma Yekitiya Jinên Kurd, li dijî polîtîkayên dagirkirina dewleta tirk a axa herêmê ji partiyên siyasî û Neteweyên Yekbûyî (NY) re name şandin û xwest pêşiya polîtîkayên şer û pevçûnê li herêmê bê girtin
Platforma Yekitiya Jinên Kurd, daxuyaniyek weşand û diyar kir ku wan têkildarî polîtîkayên Tirkiye û Îranê, Iraq û Sûriyeyê ya di bin navê “Hevgirtina axê” de mudaxileyî herêmê dikin ji partiyên siyasî yên Kurdistan, Tirkiye û Neteweyên Yekbûyî (NY) re name şandin. Platforma jinan diyar kirin ku armanca wan ew e ku aştî û diyaloga di navbera kurdan mezintir bibe.
Platforma Jinan da zanîn ku ew ê tu carî rewşa şer a heyî qebûl nekin û dê tim bangên xwe li dijî vê yekê dewam bikin.
Berfirehiya daxuyaniya platforma jinan wiha ye:
“Em wekî Platforma Jinên Kurd a Yekbûyî û wekî jinên kurd ên xwedî nêrînên cîhana cuda û xwedî ferasetên siyaseta cuda hatin cem hev, armanca bingehîn ew bû ku ewil em di nava kurdan de aşti û diyalogê pêş bixin. Me xwest piştgiriyê bidin diyalog û aştiya nava kurdan.
Me nameyek ji partîyên siyasî yên Kurdistan, Tirkiye û Neteweyên Yekbûyî (NY) re şand ku em vê rewşê tu car qebûl nakin û ne qedera me ye. Em ê ji îro pê ve jî banga xwe bidomînin. Îro welatên ku gelê kurd jî di nav de di pêvajoyek pir hesas re derbas dibin. Iraq û Sûriye êdi wekî berê nikarin wekî du bajaran bimînin. Tirkiye û Îran ên li hemberî vê rewşê ketine nava teşqeleyê li hemberî van geşedanan ne pir kêfxweş in.
Polîtîkayên şer herî zêde bandorê li jinana dike
Ji ber vê yekê hewldanên van herdu welatan ên ji bo Iraq û Sûriyeyê ji nû ve dizayn bikin, pirsgirêkên heyî bêtir mezin dikin. Ev yek jî bixwaze nexwaze destûr dide ku hêzên mezin têkevin nava kar. Mudaxaleyên Îran û Tirkiyeyê yên li ser navê ‘Yekitiya axê’ ya Iraq û Sûriyeyê ji dervê welatên navborî li Tirkiyeyê jî bûye sedema şer û êşên giran. Wekî ku di dîrokê de her dem em bûne şahidê vê rewşê, di vê serdemê de jî dîsa em di pêvajoyek wisa re derbas dibin. Polîtîkayên şer û pevçûnê yên heyî herî zêde tesîrê li me jinan dikin. Heta talûkeya ‘Xwişk û Birakujiyê’ jî bi xwe re tîne.
Guh bidin denge jinan
Di nava şer de herî zêde jin û zarok mexdûr dibin. Em wekî jinên kurd tu carî vê yekê wekî qederê pênase nakin û nabînin. Em der barê pêşketinên siyasî yên li ser navê me tên meşandin û bandorê li ser me dikin de dixwazin bibin xwedî gotin. Bi taybetî li dijî polîtîkayên ku dixwazin gelê kurd di navbera xwe de li hemberî hev polîtikayên tundiyê pêş bixin re bêjin ‘Bes e’. Em bawer dikin ku mafê gelê kurd ê demokrasî û netewebûnê di diyalog û polîtîkayên aştiyane yên navxweyî re derbas dibe. Li ser vî esasî, em dixwazin hemû aktorên polîtîk ên kurd guh bidin dengê me. Em car din tînin ziman ku wekî jinên kurd ji bo vê diyaloga aştiyê pêş bixin em ê dem bi dem van bangên xwe berdewam bikin.” AMED