Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Pazartesi - 30 Eylül 2024

Platforma Yekitiya Jinên Kurd: Jin pêşengên yekitiya neteweyî ne

Platforma Yekitiya Jinên Kurd bi boneya salvegera damezirandina platformê, li Amedê civiya. Di axaftinên civînê de hat gotin ku jinên kurd ji yekitiya neteweyî re pêşengiyê dikin û ev bang hate kirin: “Kurdno! Bibin yek. Ger ku hûn nebin yek, hûn ê herin yek bi yek.”

Platforma Yekitiya Jinên Kurd bi munasebeta salvegera damezirandina platformê, li Otela Demîr a Amedê civiya. Di civînê de endamên Tevgera Jinên Azad (TJA), hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven, hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, keça Mûsa Anter, Rahşan Anter, endamên HDP û DBP’ê yên navend û navçeyan, parlamenterên HDP’ê, endamên HAK -PAR, Tevgera Azadî, , PAK, Platforma Pênûsa Jinên Mezopotamyayê, Platforma Jinên Rojnameger ên Mezopotamyayê, Meclisa Dayikên Aştiyê ya Amedê û Şanoya Bajêr a Amedê, saziyên sivîl (STK) û endamên platformê cih girtin.

Civîn ji bo jinên di têkoşîna demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Di dîwana platformê de Duysa Karataş, Nesrîn Askar û Ayşe Gokan cih girtin.

‘Ger yekitiya dewletekê hebe cîhan pê nikare’

Axaftina destpêkê ya bernameyê ji aliyê alîgira serokê giştî yê Partiya Mirov û Azadiyê Menîce Gulmez ve hate kirin. Gulmez anî ziman ku jin dibêjin ku yekitiya malekê hebe  bajarek pê nikare, di nava bajarekî de yekitî hebe dewletek pê nikare û di nava dewletekê de yekitî hebe cîhan pê nikare. Gulmez diyar kir ku Yekitiya Jinên Kurd dê bibe wesîleya yekitiya gelê kurd.

‘Kurdno! Bibin yek’

Di civînê de aktîvîsta TJA’yê Ayşe Gokkan jî destnîşan kir ku jin ji yekitiya gelê kurd re pêşengiyê dikin û wiha bang kir: “Kurdno! Bibin yek. Ger ku hûn nebin yek, hûn ê herin yek bi yek.”

Piştî axaftinan civîn ji çapemeniyê re girtî berdewam kir. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar