Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Platforma zimanê di 22’yê sibatê de konferansekê li dar dixe

Platforma Zimanê Kurdî ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Heremên Demokratîk (DBP), Partiya Komînîst a Kurdistan (KKP), Partiya Însan û Azadî (PÎA), Partiya Azadî, Platforma Demokratên Kurd-Bakur (PDK-Bakur), Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Tirkiyeyê (PDK-T),  Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), Partiya Azadiyê ya Kurdistan (PAK) pêk tê, dê di 22’yê sibatê de konferansa Zimanê Kurdî lidar bixin. Endamên platformê hefteya borî pirsgirêkên zimanê kurdî li Enqereyê bi partiyên siyasî re axivîn û encama hevdîtin û bernameya xwe ya 21’ê Sibatê bi raya giştî re parve kirin.

Rêverberê Platforma Zimanê Kurdî Îrfan Soner diyar kir ku wek platform xetereyên li ser ziman dîtin û ji bo pêşiya vê xetereyê bigirin gelek civîn lidar xistin û wiha got: “Em ê di 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de daxuyaniyekê bidin. Piştî wê em ê di 22’yê sibatê konferansê lidar bixin.”

‘Konferans dê li ser çar xalan were lidarxistin’

Soner da zanîn di konferansa 22’yê sibatê de dê li ser çar xalan bisekinin û wiha domand: “Xalek ‘Ziman û Perwerde’ ye. Ji bo perwerdehiyê ziman bi çi awayî pêş bikeve û çawa bibe zimanê perwerdehiyê em ê niqaşan bikin. A duyemîn ‘Ziman û Fermiyet’ e. Di warê fermiyetê de ziman dê çawa têkeve jiyanê. Ji bo wê em ê xebatên çawa bikin? Em ê niqaş bikin. A sêyemîn jî ‘Ziman û Rewşenbîr’ e. Niha rewşenbîrên me gelek hunerên didin nîşandan. Lê girîngiyê nadin ziman. Ji ber vê, tişta ku dikeve ser pişta rewşenbîran em ê niqaş bikin. Em ê biryarê bigirin ku di vê qadê de xebatekê bidin meşandin. A çaremîn jî ‘Ziman û Gel’ e. Di navbera gel de zimanê me çawa tê axaftin. Çima nayê axaftin. Em dê çawa xetera li pêş ziman rakin niqaş bikin. Em dê di konferansê de biryarên girîng bigirin û hewl bidin xetereyên heyî rakin.”

‘Bi HDP’iyan re hevdîtin kirin’

Di axaftina xwe de Soner dest nîşan kir ku li ser ziman bi parlementerên HDP’ê yên di Komîsyona Perwerde ya Ziman a Meclisê de cih digirin dixebitin û ev tişt anî ziman: “Berî demekê me hevdîtin bi HDP’yiyan re kiribû. Dîsa em ê bi komîsyona wan re biaxivin. Di wir de bi kîjan kanûnan dikarin pêşiya ziman vekin. Li ser vê em bi hevre dixebitin. Em dikarin bi wan re biryaran bigirin û ew jî di parlementoyê de bînin rojevê û di warê yasayî de bikin qanûn.”

Bê zimanî bê welatî ye

Soner bi bîr xist ku wan bi partiyên siyasî re hevdîtin kirine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji niha û pê de jî di warê navneteweyî de em dikarin çi bikin? Em li ser sê qadan disekinin. Em di nava gel de, li Tirkiyeyê û parlementoyê û qada cîhanê de em dikarin çi bikin? Em ê sazî û dezgehên navnetewî yên weke Neteweyên Yekbûyî (NY), UNICEF, Yekitiya Ewropayê (YE) û yên din li ser ziman hevdîtînê bikin. Xebatên me dest pê kirine.”

Her wiha Soner destnîşan kir ku bê zimanî bê welatî ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Heke zimanê me tune be welatê me jî tune ye. Heke welatê me hebe gereke zimanê me jî hebe. Gereke em biryarekê bidin. Heke em bêjin zimanê me yê dayikê ye û maf e gereke em di her qadê de mala xwe dest pê bikin heta kolana heta sazî û dezgehên dewletê û saziyên civakî yên sivîl zimanê xwe biaxivin. Heke em ne axivin dê ji holê rabe. Em vê xeteriyê bibînin û bikin xeta sor wê demê dibe ku em peşiyê li xetereyê bigirin.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar