Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

Platforma Zimanê Kurdî: Her qada jiyanê bila bi kurdî be

Platforma Zimanê Kurdî bi boneya 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî daxuyaniyek da. Platformê diyar kir ku zimanê dayikê, mafekî bingehîn ê mirovan e û divê kurdî li Tirkiyeyê bibe zimanê fermî. Platformê xwest ku kurd di her qadên jiyanê de kurdî bikin parçeya jiyana xwe

Platforma Zimanê Kurdî ku ji aliyê partiyên kurd ve hatiye avakirin, bi wesîleya 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî li avahiya Civata Rojnamevanên Başûrrojhilat (GGC) daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de nûnerên partiyên kurd tev li civînê bûn. Di daxuyaniyê de berdevkê platformê Şerefxan Cizîrî axivî û da zanîn ku bi sedema roja weşandina Kovara Hawarê di 15’ê gulana sala 1932’yan de, ji sala 2006’an ve 15’ê gulan weke Roja Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin.

Şerefxanê Cizîrî da zanîn ku Kovara Hawarê heta sala 1943’an weşana xwe domand û wiha domand: “Xizmet ji çand û zimanê kurdî re kir. Gelek xebatên giranbuha afirandin û di xebata rewşenbîriyê de berhemên hêja li dû xwe hiştin. Em dizanin ku îro jî xebata ziman, wêje û çanda kurdî li ser mîrateya Hawar bi pêş ve dikeve, dibişikive, geş dibe û berheman dide.”

‘Divê kurdî bibe rojeva civaka kurd’

Cizîrî diyar kir ku zimanê wan nasname û hebûna wan e. Cizîrî wiha pê de çû: “Em bang li kurdan û hemû saziyan dikin ku li mala xwe, li derve û li her qadên jiyanê bi kurdî biaxivin û ziman bi pêş ve bibin. Li nava partiyan, saziyan, qadên çand û perwerdeyê divê kurdî bibe zimanê ragihandinê û gelê kurd jî di jiyana rojane de bi israr bi kurdî biaxive. Di serî de gelê me, saziyên civakî yên sivîl, rewşenbîr, nivîskar, partiyên siyasî û medya divê ji bo kurdî karekî taybet bikin. Divê em kurdî bikin rojeva civaka kurd.”

‘Bila kurdî bibe zimanê fermî’

Di berdewamê de jî Cizîrî bi lêv kir ku rêya rizgarkirina zimanekî ji tunebûnê ew e ku mirov bi wî zimanî biaxivin, hînî zarokên xwe bikin û şert û mercên vê yekê biafirînin û ev tişt destnîşan kir: “Kurdî (Kurmancî-Zazakî) divê bibe zimanê perwerdeyê û zimanê fermî. Kurdî tevî tirkî divê bibe xwedî statuya zimanê fermî. Ji bo kurdî divê guhertineke destûra bingehînî bê kirin. Saziya Zimanê Kurdî divê teqez bê avakirin. Qedexeyên li ser zimanê kurdî ku di çarçoveya polîtîkayên asîmîlasyonê didomin, divê teqez bên bidawîkirin.”

‘Asîmîlasyon sûcê li dijî mirovahiyê ye’

Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Em bang li Tirkiyeyê dikin ku li gorî peymanên navneteweyî tevbigere. Ziman mafê bingehîn ê mirovan e û mafê civakî û xwezayî ye. Perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî bingehîn ê mirovan e. Ev maf ji aliyê gelek saziyên navneteweyî ve hatiye qebûlkirin. Em bang li Tirkiyeyê dikin ku li gorî Beyannameya Neteweyên Yekbûyî, Deklarasyona Mafên Mirovan a Yekitiya Ewropayê û peymanên din ên pê ve girêdayî ye, tevbigere. Ji dema avabûna komarê heta niha polîtîkaya yekzimanî tê ferzkirin. Asîmîlasyon sûcê li dijî mirovahiyê ye.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar