Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Platforma Zimanê Kurdî: Hevdîtinên li Enqereyê bi erênî derbas bûn

Platforma Zimanê Kurdî ku di çarçoveya xebatên ziman de li Enqereyê bi partiyên siyasî re hevdîtin kiribûn, têkildarî mijarê li avahiya Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) daxuyanî da. Di daxuyaniyê de endamên platformê amade bûn. Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî têkildarî serdanan axivî.

Şerefxan Cizîrî diyar kir ku di 4-5’ê sibatê de çûn Enqereyê û wiha domand: “Me ji ewil bi partiyên komên wan di meclisê de hene re hevdîtin kirin. Me daxwaza serdanê ji hemû partiyên di parlamentoyê de kiribû. Yên ku ji me re wext veqetandin HDP, CHP û Partiya Saadetê bû. Di roja duyemîn de jî me bi nûnertiya Yekitiya Ewropayê re hevdîtin kir. Seredana me pir baş bû. Ev jî xuya dike ku xebatên ku em dikin bala gelek mirovan dikşînin. Îro agahiyek ji me re hat ku Îyî Partiyê gotiye ‘Xwezî me ew bidîtina.’ Tesîreke baş me li Enqereyê kiriye. Ji ber ku dîtîn em doza zimanê xwe dikin em ne ji bo pevçûna siyasî yan jî ji bo tiştekî din çûne wê derê.”

‘Kiliçdaroglu bi erênî nêz bû’

Di berdewamê de jî Cizîrî da zanîn ku hewl dan ku bi AKP’ê re jî hevdîtinê bikin lê bersiv nedan û wiha pê de çû: “Îro jî bersiv bidin em amade ne wan bibînin. Em naxwazin kesê ji derve bihêlin di vê meseleyê de. Partiya ku me jê randevû nexwest bû MHP ye. Ji ber di meseleya kurdî de xeteke wan a hişk heye. Heke polîtîkayên xwe nerm bikin em dikarin wan jî bibînin. Pêşdaraziya me miqabilî tu partiyan tune ye. Em çûn cem birêz Kiliçdaroglu ji tu daxwazên platforma me re negot na. Helwesta wî pozîtîf bû. Me ji wan re got meseleya zimanê kurdî bi tene qursan çareser nabe. Divê zimanê kurdî bibe zimanê fermî û divê Saziya Zimanê Kurdî ava bibe. Wan jî got ‘Di demê pêş de em ê piştevaniya vê bikin û demên pêş de pêşniyareke kanûnî jî aktuel bikin.’ Me yek bi yek nêrînên xwe ji nûnerên Yekitiya Ewropayê re gotin. Wan jî rapora xwe nivîsî û gotin em ê bibin alîkarê we.”

‘Divê kurd êdî li zimanê xwe xwedî derkevin’

Bi domdarî jî Cizîrî anî ziman ku dixwazên kesên ku bi hemû kesên nûnertiya saziyên dewletê dikin re hevdîtinê bikin û wiha got: “Lê bes pîvaneke me heye ku bixwazin dan û standina wan bi me re hebe. Heke nexwazin em naçin devê deriyê wan û destê xwe ji wan re vekin. Rûmeteke me û zimanê kurdî jî heye. Divê êdî kurd li ziman û çanda xwe xwedî derkevin.  Bes e ku em xwe û zimanê xwe biçûk bîbînin. Dem dema kurdîtiyê û xwedî li mafên xwe derketinê ye.”

Di 22’yê sibatê de konferansê li dar dixin

Endamên din ên platformê Îrfan Soner, Sedat Dogan û Vahît Aba jî diyar kirin ku xetereyeke mezin li ser zimanê kurdî heye û wan jî bi avakirina platformê xwestin pêşî li vê xetereyê bigirin. Endaman destnîşan kir ku wan bi hevserokên HDP’ê re jî hevdîtin kirine, dosyayek dane wan û hevserokan jî soz dane ku dê ji bo ziman bêhtir bixebitin. Endaman daxuyand ku çareserkirina pirsgirêka kurdî di fermiyetê û zimanê perwerdeyê re derbas dibe. Endaman da zanîn ku ji bo 21’ê sibatê xebatekê dikin û ji bo diyarkirina nexşerêya sala nû jî dê di 22’yê sibatê de konferansekê li dar bixin. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar