Platforma Zimanê Kurdî wê 25’ê gulanê li ser pirsa ziman, bi mijara ol û ziman li Amedê panalekê li dar bixe
Platforma Zimanê Kurdî ku di dawiya sala 2018’an de li ser lihevkirina sazî û dezgeh û partiyên siyasî yên kurd hatibû avakirin, li ser pirsa ziman dest bi rêzepanel, konferans û sempozyûman dike.
Di vê çarçveyê de dê di 25’ê gulanê de panela xwe ya destpêkê li ser ol û ziman li dar bixe. Platform wê sibê saet di 15.00’an de li ÇandAmedê (Kongre Mezkezî) ya Amedê panelê li dar bixe. Di panelê de li ser mafê ziman ê li gorî ola îslamê bê rawestandin.
Panela ku dê bi moderatoriya Berdevkê Paltforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî bê birevebirin, Berdevkê Tevgera Azadî Seyda Ayetulah Aşîtî, Nivîskar Sedat Doğan û Endamê Kongereya Îslama Demokratîk (KÎD) Seyda Mihemedê Zoxbîrî jî wek panelîst beşdar bibin. AMED