Çalakiya Înîsiyatîfa Piştevaniya bi Girtiyan re li ber Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê ya li Yenîbosnaya Stenbolê dewam dike. Endamên înîsiyatîfê, Hêzên Têkoşîna Yekbûyî, Parlamenterên HDP’ê yên Stenbolê Zuleyha Gulum û Zeynel Ozen, nûnerên gelek rêxistinên civakî yên sivîl tev li bûn.
Lê belê polîsan êrîş birin ser çalakiya ku wê bi dirûşma ‘Azadiya girtiyên siyasî’ bihata lidarxistin. Di êrîşa polîsan de 17 kes hatin binçavkirin. STENBOL