Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Polîs êşkence kir, dozger ji neditî ve hat û dadger jî girt

Li Êlihê polîsan êşkence li zarokê 17 salî kiribû û serê wî ji 3 cihan re şikandibû, li nexweşxaneyê nehat tedawîkirin. Dozgeriyê bêyî rapora muayeneyê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir û hate girtin. Ji ber ku girtîgehê got bêyî rapora muayeneya edlî nagirin, bi lez û bez raporek hate amadekirin.

Li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê di 31’ê adarê de hilbijarinên herêmî p¨k hatin û DEM partî bi rêjeyeke zêde Şaredariya Êlihê bi dest xist. Gel ji bo serkftinê pîroz bike daketin qadan û pîrozbahî bi rojan dewam kir. Di pîrozbahiyên 4’ê nîsanê de polîsan ciwanê bi navê Suleyman Ç. ê 17 salî bi êşkenceyê binçav kirin. Polîsan bi qebzeya çekê ji 3 cihên cuda sere Suleyman Ç. şikandin. Suleyman Ç. birin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê rapor nedanê û ji birin Midûriyeta Polîsan a Êlihê pişte re jî sewqî Serdozgeriya Komarê ya Êlihê hate kirin. Tevî ku rapora muayeneya edlî ya tunebû jî dozger bi daxwaza girtinê Suleyman Ç. sewqî Dadgeha Cezayên Sulhê ya Êlihê kir. Dadger jî bêyî rapora edlî, biryara girtina Suleyman Ç. da.

Girtîgeh bêyî rapora edlî girtina Suleyman Ç. qebûl nekir

Kirariyên derheqê Suleyman Ç. de li gorî prosedûrên hiqûqê nehatin kirin û ev yek jî bû sedem ku Suleyman Ç. ji deriyê girtîgehê vegere. Îdareya Girtîgeha Tîpa M a Êlihê bêyî rapora edlî, girtina Suleyman Ç. qebûl nekir û vê carê jî bi awayekî lez û bez raporekî muayeneyê hate amadekirin.

Raporeke bi lez û bez amade kirin

Parêzerê Suleyman Ç., Yunus Bagiş ji rêveberiya girtîgehê re da zanîn ku ew nikarin bêyî rapora edlî muwekîlê wî têxin girtîgehê. Bagiş da zanîn ku bi ser vê yekê bi awayekî lez û bez der barê Suleyman Ç. de ji Nexweşxaneya Dewletê ya Êlihê raporek hate amadekirin. Bagiş, diyar kir ku midûriyeta polîsan, dozgerî û dadgerî derveyî kanûnê kirarî kirine û anî ziman ku ew ê giliya polîsên ku darb kirine, bijîşkên ku rapor nedane, dozgerê bêyî raporê bi daxwaza girtinê sewq kirî û dadgeha biryara girtinê daye bike.

Li gel ku serê wî şikestibû, nexweşxaneyê rapor neda

Bagiş diyar kir ku piştî pîrozbahiyan polîsan bi ava şid mudaxile li girseyê kir û wiha axivî: “Kesên di temenê zarokan de bûn girtin û li wan dan. Yek ji van jî muwekîlê min e. Serê wî ji sê cihan şikandin û ew birin nexweşxaneyê. Li vê derê kirarî nayê kirin û wî dibin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê. Li gel ku serê wî şikestibû, nexweşxaneyê rapor neda. Bi vî awayî wî dibin TEM’ê. Me li vê derê pê re hevdîtin kir û êşkenceya lê hatiye kirin jê bihîst. Dema ku ew sewqî dozgeriyê hate kirin me mijara raporê anî ziman. Lê belê dozgerî bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Cezayên Sulhê kir. Me li vê derê jî daxwaza raporê kir. Lê belê dadgeh xwest were girtin. Piştî girtinê birin girtîgehê. Rêveberiya girtîgehê got ku bêyî rapor ew nikarin têxin (Suleyman Ç) girtîgehê. Bi ser vê yeke bi awayekî lez û bez li nexweşxaneyê raporekî amade kirin. Li gel van tiştan muwekîlê min xistin girtîgehê û piştre jî sewqî Girtîgeha Amedê kirin. Ji ber li Êlihê girtîgeha zarokan nîn e, ew sewqî vê derê kirin.”

Bagiş destnîşan kir ku bêhiqûqiya bi binçavkirinê dest pê kiriye bi girtinê dom kir û axaftina xwe wiha domand: “Me tevahiya pêvajoya bêhiqûqiyê belge kir. Em ê bi belgeyên binpêkirinê yên di deste me de, kesên di vê pêvajoya bêhiquqiya zincîrî de cih girtine gilî bikin.”

Suleyman bi awayekî hiqûqî girtin

Bagiş, daxuyand ku tevî der barê muwekîlê wî de tu delîlên şênber nîn in jî hatiye girtin û axaftina xwe wiha qedand: “Hinceta girtina wî ‘Tevî ku ne endamê rêxistinê ye, bi ser navê rêxistinê sûc kiriye.’ Wekî tê zanîn ev hinceta girtinê hatibû betalkirin û bi pakêta darazê ya 8’emîn careke din ev made xistin dewrê. Muwekîlê min dema belavbûnê de xistine wesayîta polîsan û êşkence lê kirin. Ev tişt tevî ku di nav tu çalakiyan de nebû û dema diçû mala xwe, hatin jiyîn. Hewldaneke êrîşê ya li dijî rayedar û malê cemaweriyê nîn e. Di nava dîmenên nav dosyeyê de jî nîn e. Ev ji hêla me û dozgeriyê ve jî hate lêkolînkirin. Yek delîl jî nîne lê belê bi awayekî bêhiqûqî hate girtin. Ev bêhiqûqî bû rêzebêhiqûqtî.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar