Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Polîs li Êlihê ciwanan direvînin!

Tê gotin li hin taxên Êlihê, polîsên AKP’ê ciwanên kurd direvînin îşkenceyê li wan dikin, sîxuriyê li wan ferz dikin û yên vê qebûl nakin jî bi kuştinê tehdîd dikin

Li gorî agahiyên ji niştecihên li taxa Cûdî, Petrolkent, Baglar û 19 Mayis yên Êlihê, polîsên dewleta tirk ciwanên ku temenê wan di navbera 16-20 salan de ne bi awayekî korsanî wan binçav dikin û “sîxurtiyê” li wan ferz dikin.  Li gorî agahiyên şêniyên taxê dane ajansa MA’yê 3 meh in polîsên dewleta tirk ciwanên kurd ên temenê wan di navbera 16-20 salan de ne li wesayîtên zirxî û sivîl siwar dikin û dibin derveyî bajêr. Polîsên deweta AKP’ê ciwanên kurd bi zorê û îşkenceyê li wesayîtên bi markeya ranger, hûndaî û ford ên plakeyên wan 21 û 72 ne siwar dikin.

Gefan li wan dixwin

Li gorî tê gotin, polîs bi beramberiya pereyan sîxurtiyê li ciwanan ferz dikin û ciwanên vê yekê qebûl nakin jî bi mirinê gef li wan tên xwarin. Hat destnîşankirin li Taxa Cûdiyê li baxçeyê Petrol Lîsesiyê ji ber ciwanekî teklîfa polîsan qebûl nekiriye polîsan çek xistiye serê wî. Tê gotin, ciwanên ku tê revandin, tên derbkirin û bi mirinê gef li wan tên xwarin li derekî tena yê bajêr tên berdan û ciwan ji wê derê vedigerin malên xwe. Tê bilêvkirin ku polîs peyaman ji telefonên ciwanên tên berdan re dişînin û gefan li wan dixwin. Ciwanên ku polîs telefonî wan dikin û wan vedixwînin xwarinê, wexta teklîfa polîsan qebûl nakin gef li wan tên xwarin.

Her wiha tê gotin dema polîs ser ciwanan sehî dikin, ji ciwanên pere li ser wan tune ye re dibêjin “mesela niah diviya bi hezaran lîre pere di bêrîka te de hebûna, tenê tu agahiyan bide me.” Dîsa tê gotin ji ber vê rewşê êdî ciwan newêrin telefonê jî bi kar bînin. Tê diyarkirin ku li taxê rewşên bi vî rengî gelek in û hin ciwan vê rewşê ji malbatên xwe re dibêjin hin jê jî newêrin bêjin. ÊLIH

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar