Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Polîs li Mêrdînê dixwazin ku malbat biçin ber HDP’ê

Li Nisêbînê û Artukluyê polîsan ji malbatên zarokên wan tevlî PKK’ê bûne xwestin biçin ber HDP’a Amedê. Malbatan ji polîsan re got: “Kesî zarokên me bi zorê nebiriye.”

Li ber avahiya HDP’a Amedê bi organîzeya polîs û AKP’ê rûniştina malbatan a bi îdiaya “HDP’ê zarokên wan şandiye çiyê” berdewam dike. Li gelek bajaran polîs zext li malbatên zarokên wan tevlî PKK’ê bûne dike û ji malbatan dixwazin biçin ber HDP’ê rûnên. Li navçeya Nisêbînê û Artuklû yên Mêrdînê hin kesên xwe wekî polîs dan nasîn ji malbatan xwestin biçin ber HDP’a Amedê.

Di rojên derbasbûyî de 2 polîsên jin diçin malbatek li Nisêbînê û bêyî tu biryar di destê wan de hebe li malê lêgerîn pêk tînin. Li gorî malbat radigihîne, polîsan ji wan re gotiye: “Heke hûn dixwazin keça we paş ve were biçin ber HDP’ê. Hûn jî tevlî malbatan bibin.” Lê malbatê bersiva polîsan da û wiha got: “Keça me li ser daxwaza xwe çûye. Kesî keça me bi darê zorê nebiriye çiyê.” Li ser bersivdayîna malbatê polîs neçar man ji malê biçin.

‘Em ê we bi taksiyê bibin’

Malbatek li navçeya Artuklûyê jî da zanîn ku polîs bi telefonê li wan geriyane û ji wan xwestine biçin ber HDP’ê û zarokên xwe ji wan bixwazin. Malbatê ragihand ku polîsan ji wan re gotiye: “Heke hûn biçin em ê we bi taksiyê bibin heta wir. Wê li wir her pêdiviyê we ji aliyê dewleta me ve bê pêşwazîkirin. Wê ewlehiya we jî bigirin. Meraq nekin.”

Malbatê ji polîs re wiha dibêje: “Kesî zarokê me bi zorê nebiriye. Ew li ser daxwaza xwe çûye. Niha dijîn an najîn nizanim.” MÊRDÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar