Di çarçoveya “tedbîrên guncav ên ewlehiyê” yên Qaymeqamiya Nisêbînê de polîs di têketina şaredariya Nêsibînê hatin bicihkirin
Polîsan di 14’ê gulanê de bi nivîsa çekûya “veşarî” ya Wezareta Karên Hundir, xwestibûn cîhazên X-ray di têketina Şaredariya Nêsibînê de bi cih bikin. Ji ber vê yekê di navbera hevşaredar û polîsan de nîqaş derketibûn û ev yek ji ber tunebûna nivîsa fermî hatibû astengkirin.
Li ser vê yekê îro serê sibehê 2 polîs di têketina şaredariyê de hatin bicihkirin. Polîs, li şûna nivîsa fermî, bi nivîsa Qaymeqamiya Nisêbînê peywirdarkirina polîsan “guncav” dîtiye, hatin bicihkirin. MÊRDÎN