Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Polîs sîxurtiyê li xwendekarên zanîngehê ferz dikin

Polîs, di bin navê “alîkariyê” de sîxurtiyê li xwendekarên Zanîngeha Mêrsînê ferz dikin

Li Mêrsînê polîs, di bin navê “alîkariyê” de sîxurtiyê li xwendekarên Zanîngeha Mêrsînê ferz dikin. Xwendekar Mahmût Çevîk û S.A., diyar kir ku wan gef û teklîfên polîsan red kirine û xwestin zextên li ser wan bi dawî bibin.

Endamê Partiya Azadiya Civakiyî (TOP) Mahmût Çevîk anî ziman ku polîsan gazî wan kiriye û çûne qereqolê û li qereqolê derbarê mijarên daxilî wan nebûne de pirs hatine kirin. Çevîk bilêv kir ku polîsan gef li hevalên wî xwariye û xwestine derbarê TOP’ê hin malûmatan bi wan re parve bikin. Çevîk da zanîn ku bi awayekî kêfî 6 saetan di bin çavan de maye û wiha got: “6 saetan li nezaretxaneyê mam. Paşê ji bo min bidin ber pirsan birin cem komîser. Bi navê ku hevalên min pê gazî min dikin gazî min kirin. Gotin, ew bixwazin dikarin min hefteyekê jî li vira bihêlin û gtin, ‘Ev girêdayî biryara ku tê bidî. Em dizanin tu çi dikî.'”

Çevîk destnîşan kir ku polîsan jê re gotiye ger tu alîkariya me bikî em ê karekî ji te re bibînin û got jê re gotine: “Ger tu nekî em ê xwe bigihînin hin kesên din. Em ê nehêlin tu li vira karibî tu tiştekî jî bikî.”

Xwendekar S.A. jî bilêv kir ku polîsan gef lê xwariye û di bin navê “alîkariyê” de sîxurtî lê ferz kirine. S.A., wiha got: “Em pir bi teklîfên sîxurtiyê û bûyerên tacizê re rû bi rû dimînin. Lê wê bi van tiştan nikaribin me bitepisînin. Heman tişt hat serê min jî. Pêşî min şopandin. Paşê ez binçav kirim. Gef li min xwarin û gotin, ‘Tu alîakriya me bike, em ê jî alîkariya te bikin.’ Lê belê divê em ji tişta pê bawer in tu carî bi paş ve gav neavêjin.” MÊRSÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar