Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Rastiya zaroktiyê

Em weke mirov di xwezaya xwe de zindiyekî pir hişyar in. Em her tiştî bi rêya hest, hîs û pêhesên xwe digirin. Bedena me...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Rastiya zaroktiyê

Em weke mirov di xwezaya xwe de zindiyekî pir hişyar in. Em her tiştî bi rêya hest, hîs û pêhesên xwe digirin. Bedena me...
Pazartesi - 1 Temmuz 2024

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Rastiya zaroktiyê

Em weke mirov di xwezaya xwe de zindiyekî pir hişyar in. Em her tiştî bi rêya hest, hîs û pêhesên xwe digirin. Bedena me...

‘Polîs û bekçî êrîşên Huda Parê temaşe kirin’

Serokê DTSO’yê Mehmet Kaya li ser êrîşên çeteyên hîzbûlkontra yê di demên dawî de li Amedê zêde bûne de ev tişt anî ziman: “Tişta ku herî hêrsa me anî û acizî da me jî ew bû ku polîs û bekçî li ber van êrîşan bêdeng û temaşeker dimînin. Divê hikûmet, rêveberiyên xwecihî û rêxistinên sivîl bi ser vê meseleyê ve biçin. Ev wezîfeya me ya hevpar e. Em ê nehêlin ku aramiya vî bajarî bê xerakirin.”

Di van demên dawî çeteyên hîzbûlkontra yên Huda Parê ji roja şerê di navbera Îsraîl û Filistînê ve dest pê kiriye, êrîşî hin dikan ango kargehên li Amedê dikin. Di van êrîşan de polîs û bekçî li ber van çeteyên provoktor bêdeng û temaşker dimînin û dengê xwe ji wan re nakin. 16 çeteyên hatibûn binçavkirin hatin berdan. Ev jî nîşan dide ku êrîşên çeteyan di bin çavdêriya dewletê de tên kirin. Sazî û dezgehên karsazên Amedê nerazîbûn nîşanî van êrîşên demek dirêje didomin dan.

Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) Mehmet Kaya nerazîbûn nîşanî êrîşên çeteyan da. Kaya da zanîn ku şermezarkirina Îsraîlê mafek demokratîk e û lê êrîşa li ser dikanên li Amedê nayê qebûlkirin. Kaya diyar kir ku êrîşên li dijî kargehan ango dikanan ew red dikin û got: “Belê hûn dikarin çalakiyê bikin, rêbazên demokratîk bikar bînin lê hûn nikarin êrîşî qadên jiyanê û qadên azadiyê yên hin kesên din bikin. Li bajarê me çandek aramiyê heye. Lê mixabin êrîşên dawî dixwazin çanda bajarê me biguherînin. Êrîşên li dijî vê çandê hem xesarê dide endamên odeya me hem jî xesarek mezin dide bajarê me. Çimkî em qala turîzma bajarê xwe yê dîrokî dikin. Çand, dîrok û baweriya vî bajarî fêdeyek zêde li ser turîzmê dike. Ji bo aboriya bajarê me tiştek erênî ye. Divê em çand û aramiya bajarê xwe biparêzin. Em ê nehêlin ku xesar bigihîje aramiya bajarê me. Jixwe kes destûrê jî nade vê.”

Kaya destnîşan kir ku dîmenên êrîşê ku derketin holê terza wê êrîşê û serdegirtina kargehan nayê qebûlkirin û wiha domand: “Em wek DTSO’yê xwedî 23 hezar endam in. Em saziyek mezin in. Em nikarin ji van êrîşan re bêdeng bimînin. Em neçarin ku bikevin pêşiya xesarên ku bigihîjin endam û bajarê me. Em li bajarên xwe van êrîşên bi vî rengî naxwazin. Em li dijî van êrîşên ku aciziyê dide endamên me û bajarê me ne.”

Kaya bal kişand ser rexneyên ku karsaz û odeyên karsazan li ber van êrîşan bêdeng dimînin û wiha got: “Ji xeynî bêdengiyê bêtir pêvajoya ku em ê vê bi muxatabê wê re biaxivin hebû. Lê hat dîtin ku tenê bi hinek aliyan re bi rêya diyalogê nikarî çareser bikî. Tişta ku herî hêrsa me anî û acizî da me jî ew bû ku polîs û bekçî li ber van êrîşan bêdeng û temaşeker dimînin. Wê êrîşî ser dikanekî bê kirin û hûn ê jî bêdeng bimînin. Êrîşên herî dawî kir ku hêrsa me biteqe. Lewma li dijî van êrîşan em bûn yek.”

Kaya anî ziman ku di demên dawî de karsazên herêmê ji bo bajarên herêmê razemeniyê dikin û wiha pêde çû: “Ev êrîşên bi vî rengî karsaz ango kesên razemeniyê dikin dide tirsandin. Taybetmendiya herî girîng a herêma me sermayeya beşerî yanî nifûsa me ya ciwan e. Gelek mirovên li bajarên me di warê perwerdehiyê û îstîhdamê de gelek kêm mane hene. Em naxwazin mirovên ji ber van sedeman biçin bajarên Tirkiyeyê karkeriya demsalî bikin. Em dixwazin mirovên xwe li vir bigirin û li vir derfetên kar û xebatê ji bo wan peyda bikin. Em dixwazin binesaziya pîşesaziyê xurt bikin. Em bixwazin nexwazin ev êrîşên bi vî rengî çavê kesên razemeniyê dikin, ditirsîne. Kesên razemeniyê dikin ne ji bo du sê sal in razemeniyê dikin, ew ji bo 20-50 li vir kar bikin, tên vir. Di demên dawî de me gelek razemeniyan anî bajarê xwe. Divê em rê nedin van hewldanên ku karsazên me bitirsîne. Ji bo xatirê ku xelkê me kar û xebatan ji bo xwe peyda bikin, em neçarin kesên razemeniyê dikin biparêzin.”

Kaya bal kişand ser êrîşên Îsraîlê û got: “Komkujiyên ku Îsraîl dike dîmenên hovîtiyê ne lê belê dîmenên ku zar û zêçên me bitirsînin jî ne bi dilê me ne û em tevgerên wiha naxwazin.” Kaya da zanîn ku wan der barê êrîşan de Wezareta Karên Navxweyî jî agahdar kirine û wiha got: “Em dibêjin polîtîkaya bêcezahiştinê hêz û cesarete dide van grûban. Pêwîst e hikûmet, rêveberiyên xwecihî û rêxistinên sivîl bi ser vê meseleyê (êrîşan) ve biçe. Ev wezîfeya hevpar a me hemûyan e. Em ê nehêlin ku aramiya bajarê me bê xerakirin. Em ê diyalogan qut nekin. Divê qadên azad ji bo protesto û çalakiyan her alî hebin. Lê belê divê xesar negihîje qadên azad ên xelkê bajarê me. Divê ev protesto û çalakî xesarê negihînin can, mal û milkê dikandar û xelkê me. Herêma ji ber bêdiyalogiyê û van çalakiyên provokatîf gelek êşan kişand. Wê di vî warî de xebatên me ku mercên pêwîst bixe tevgerê û diyalogên me bi wan re berdewam bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar