Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

Polîsan 14 dayik bi lêdanê binçav kirin

Polîsan mudaxaleyî Dayikên Harbiyeyî yên ku zarokên wan rastî cezayê girtîgehê yê muebbetê hatin û winda bûne kir. Polîsan 14 dayikên ku li Kolana Sakarya kom bûn bi lêdanê binçav kirin

Dayikên Harbiyeyî yên zarokên wan piştî darbeya 15’ê Tîrmehê rastî cezayê muebetê hatin, li Qada Sakarya ya Enqereyê çalakî li dar xistin. Dayikên ku zarokên wan xwendekarên Dibistana Herba Hewayî bûn û malbata Mustafa Yilmaz ê 7 meh berê hat revandin û malbatên din bi daxwaza ku zarokên wan serbest bên darizandin li Kolana Sakarya xwestin çalakiya rûniştinê li dar bixin. Malbat piştî li Kolana Sakarya kom bûn, polîsan qad bi mertalên xwe dorpêç kir û malbat asteng kirin.

Dayika Mustafa Yilmaz ê li Enqereyê hat revandin, Nevin Yilmaz  bertek nîşanî mudaxaleya polîsan da û bi berdilka xwe derket qadê. Nevîn Yilmaz, li qadê kir qêrîn û got: “Kurê min li ku ye? Mustafayê min li Ku ye?” û bertekên xwe anî ziman.

Dayika Ferhat Goçer Hamîde Koçer jî bertekên xwe anîn ziman û wiha got: “Zarokên me bê sûc ceza girtin. Bi navê darbekar zarokên me birin û ceza kirin. Kurê min ne darbekar e.” Lê polîsan dayik bi lêdanê binçav kirin. Welatiyê bertek nîşanî binçavkrina dayikan da, bi lêdanê ji qadê dûrxistin. Dema ku rojnamegeran xwest li qadê dîmen bikişînin jî rastî astengiya polîsan hatin. Polîsan destûr nedan ku rojnameger li qadê dîmen û wêne bikişînin.

Polîsan di êrîşê de Hamide Goçer, Nevin Yılmaz û Melek Çetinkaya jî di navde 14 kes binçav kirin. ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar