Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Polîsan 48 ESP’î binçav kirin

Polîsan bi ser malên endam û rêveberên ESP'ê de girtin. Polîsan di serdegirtina malan de Hevseroka Giştî ya ESP'ê Ozlem Gumuştaş û nûçegîhana ETHA Pinar Gayip jî di navde 48 kes binçav kirin

Navenda Nûçeyan

Polîsan li Îzmir, Stenbol û Enqereyê li dijî endam û rêveberên ESP’ê bi ser gelek malan de girtin. Polîsan li Îzmirê bi ser 12 malan de girt. Polîsan di serdegirtina malan de Hevseroka Giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Ozlem Gumuştaş, nûçegîhana ETHA’yê Pinar Gayip, Endamê Meclîsa HDP’ê Sitki Gungor jî di navde 48 kes binçav kirin. Hat zanîn ku dozgeriyê der barê 52 kesan de biryara binçavkirinê stendiye û ji wan 48 kes hatine binçavkirin. Polîsan li aliyê din bi ser Navenda Giştî ya ESP’ê ya Enqereyê, avahiyên ESP’ê yên Îzmîr û Stenbolê û navçeya Bayrakli ya Îzmirê, Buroya ETHA ya Stenbolê, vakfa BEKSAV’ê de girt. Polîsan li Navenda ESP’ê piştî 4 saetan lêgerîn kirin, ji avahiyê derketin.

Polîsan deriyê partiyê şikandin

Polîsan, di serdegirtina avahiyên ESP’ê de, li Îzmîrê deriyê avahiya ESP’ê ya navçeya Bayrakli şikandin. Dîsa bi ser nexweşxaneyê de girtin û xwestin Asil Benler a emeliyat bûye binçav bikin. Hat zanîn ku polîs piştî Benler ji nexweşxaneyê derket dê bibin midûriyeta polîsan û îfadeya wê bistînin.

Li Amedê jî polîsan endama ESP’ê Zindan Dorudemir a bi şev li cihê kar dixebitî binçavkirin.

Kesên hatin binçavkirin wiha ne:

Hevseroka Giştî ya ESP’ê Ozlem Gumuştaş, Nûçegîhana ETHA’yê Pinar Gayip, Endamê Meclîsa HDP’ê Sitki Gungor, Endama MYK’a SKM’ê Satiye Ok, Hevseroka ESP’ê Ezgi Bahçeci, Hevberdevka HDP’a Stenbolê Pinar Turk, Prz. Kamil Agaoglu, Zindan Dorudemir, Alev Ozkiraz, Ozan Ozgenler, Kerim Altinmakas, Tuncay Kiliç, Ridvan Coşkun, Nesrin Salduz, Kutay Soybil, Efe Ozcan, Hakan Kafadar, Nazli Masatçi, Orçun Masatçi, Mehmet Kuçukgunaydın, Yunus Kara, Medine Çam, Burak Yilmaz.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar