Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Polîsan avahiya HDP’ê ya Amedê dorpêç kir

Ji bo piştgiriya bi çalakiyên greva birçîbûnê re, parlamenter û hevşaredarên HDP’ê xwestin ku li ber Girtîgeha Tîpa E ya Amedê daxuyaniyekê bidin. Lê polîsan avahiya HDP’ê dorpêç kir û nehiştin ku parlamenter û hevşaredar ji avahiya partiyê derkevin

Parlamenter û hevşaredarên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo piştgiriya bi grevên birçîbûnê ku ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine destpêkirin, xwestin li ber Girtîgeha Tîpa E ya Amedê daxuyaniyê bidin. Beriya daxuyaniyê jî parlamenter û hevşaredar li avahiya partiyê ya Amedê kom bûn.

Bi kombûna parlamenter û hevşaredaran re, polîsan avahiya HDP’ê ya Amedê dorpêç kir û destûr nedan ku parlamenter û hevşaredar ji avahiyê derkevin. Avahiya HDP’ê dibin ablûkayeke mezin a polîs, maşîneyên zirxî û TOMA’yan de ye. Polîsan ji bo ku rojnameger dîmen û wêneyên parlamenter û hevşaredaran nekêşin, mertalên xwe bilind kirin û dûre rojnameger ji ber avahiyê dûr xistin.

Malbatên girtiyan ku li ber Girtîgeha Tîpa E ya Amedê li benda parlamenter û hevşaredaran bûn, hatin ber avahiya HDP’ê. Malbatên girtiyan li ber partiyê dest bi rûniştinê kirin û polîsan malbatên girtiyan xistin çembere. Hewldana polîsan a astegkirin parlamenter û hevşaredaran didome. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar