AMED |
Polîsên tirk serê sibehê avêtin ser avahiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) a li navçeya Peyasê ya Amedê, weşanxaneya J&J û gelek malan.
Di serdegirtinan de ji rêveberên Komeleya Jinan a Rosa Rojda Bariş, Hevşaredara Farqînê ya li malê dîlgirtî tê hiştin Naşîde Toprak ku ji wezîfeyê hatiye girtin, rêvebera MEBYA-DER’ê Yildiz Damla, endama Meclisa Partiyê ya DBP’ê Leyla Bagatir, ji Sendîkaya Kedkarên Buroyê (BES) Suphî Îzol û gelek kesên din hatin destgîrkirin.
Lêgerîna li avahiyên KCD û weşanxaneya J&J dewam dike.