Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz û parlamenterên HDP’î serdana malbata Servet Tûrgût kir ku ji aliyê leşkerên tirk ve ji helîkopterê hatibû avêtin û hatibû kuştin.
Huda Kaya ya HDP’î li merasîmê axivî lê dema ku diaxivî polîsan avêtin ser merasîmê. Polîsên tirk gotin, ‘em ê nehêlin ku hûn biaxivin’ û nehiştin ku rojnameger jî dîmen bikişînin.
Polîsan gef xwarin ku ger merasîm bidome dê dest bi binçavkirinan bikin. Aydenîz jî nerazîbûn nîşanî polîsan da û wiha got: “Ger hurmeta we ji bo mirovan hebûya hûn bi vî rengî nedihatin merasîma sersaxiyê.” WAN